HESEKÊ – Tevgera Ciwanên şoreşger ên Rojava Sibê li Hesekê Kongreya xwe ya 3. pêk tîne.
Xebatên Kongreya Ciwana a mezin ber bi qedandinê ve diçe. Ciwan bi coşeke mezin benda sibê ne.
Derheqê xebatan de me wek Ajansa Nûçe Ciwan mîkrofonên xe dirêjê ciwanan kir.
Hevserokê TCŞ’ê Siyamen Emîn wiha got:
Navê min Siyebend Emîn e, Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê me. Em kongra xwe ya sêyemîn di hundirê Rojava de li dardixin, ji bo me li darxistina vê kongerê gavekî pir mezine, di hundir pêvajoyek wisa hesas de, em wek tevgera ciwanên şoreşger rol û dengê xwe di Rojava de didin diyar kirin. Bi rêxistin, xortkirina rêxistina ciwanên şoreşger û mezinbûna şoreşê re em xwe didin diyar kirin. Ev kongeraya me wê temsîla rihê 14’ê Tîrmehê bike, temsîla hevalên ku di nava pêvajoya 14’ê Tîrmehê de şehîd ketine bike, bi gavên xort emê riya wan dewam bikin, îro ji bo me ew hevalên ku şehîd ketine sembola pêşengtiyê ne, bi pêşengtiya van hevalan me şoreşa xwe mezin kir. Îro jî di hundirê Rojava de em dibînin ku gelê me di pêvajoyek pir hesas de derbas dibin, meyîze kirina ciwanan ya ji vê pêvajoyê re pir stratêjîke, pêwîstiya gel û civaka me bi tevgerekî ciwanan heye, di her welatekî de ciwan bi rola pêşengtiyê rabûne, ji bo pêşxistina welat û tiştên ku girêdayî welat bi pêşbixin ciwanan pêşengtî kirine, hertim û di her qadê de ciwan bi rola pêşengtiyê rabûne. Em wekî kurdistaniyên ku di Kurdistanê de jiyan dikin ev nêzî dused sale em di nava şer de ne, ji bo ciwanên ku di hundirî Kurdistanê de jiiyan dikin ev şermeke mezine eger em bê deng bimînin, di dîrokê de ewqas qirkirin di ser me de derbas bûne, ji bo ku em bersiva wê bidin, ji bo ku em karibin tola bav û kalên xwe rabikin, ji bo me em wek tevgera ciwanan ne tenê li Rojava li her çar perçên Kurdistanê pêwîste em bibin yek deng û bibin xwedî helwestek pir xort li hember dagirkerî û mêtîngeriyê û van derbixin derveyî axa xwe. Di hundirê Rojava de ev nêzî deh salin şoreş pêkhatiye, ev şoreş bi pêşengtiya ciwanan bi pêşket, herî destpêkê ciwanan rola xwe lîstin, bi taybet jî di aliyê parastina gel, kar û xebatê civakê de. Di nava şoreşê de ciwanan xwe bi her rengî îfade kirin, hêza ciwanan ya ji bo vê jî heye, her ciwanekî ku di hundirê Rojava de jiyan dikir ev rasti jî dît û pê re jiyan jî kir, gelek ciwanên me yên pêşengtî kirine heya asta şihadetê li berxwe dane, ev şoreş bi saya cwanên welatparêz û ciwanên ku dixwazin welatê xwe rizgar bikin ev şoreş berdewame. Ji bo me û tevahî dinyayê şoreşa Rojava bû mînakek, kesî bawer nedikir ku di hundirê Sûriyê de şoreşek û di bin pêşengtiya ciwanan de pêk were, berxwedaniya ku li Kobanê dest pêkirî heya Bahozê dewam kirî hemû bi keda ciwanan bû, ciwanên Kurd xwe di hundirê Rojava de îspat kirin û li kêlekî wê jî hin ciwanên ku ji pêkhateyên cuda ne ên weke ciwanên Ereb, Sûryan û Çerkes her ciwanekî ku dixwaze xwe rizgar bike û xwe bighîne asta azadiyê, di bin sîwana tevgera ciwanên şoreşger de xwe birêxistin kirin û xwe ji dûr nexistin, îro dagirkerên ku li Kurdistanê ne dixwazin para xwe ji vê şoreşê bigire, wekî Amêrîka û Rûsiya dixwazin bêjin ku ev şoreş bi desteka me pêk hatî, lê bi xwe tiştek wisa nîne, ev şoreş bi xwîna şehîdan û bi ciwanên fedakar ve hate avakirin, û bi tev destkeftiyên gelê me hate li darxistin.
Ev kongerya sêyemîn di di pêşerojê de ji bo me bibe bingehekî xort û xwe li ser wê esasê bidin avakirin û mezin kirin, ji ber vê jî banga me ji bo tevahî ciwanane, bi taybet jî ciwanên ku di Rojava de jiyan dikin em tevgera xwe xort bikin û em tevgera xwe ya ciwanên oreşger bi pêş bixînin, em kar û xebat, xwe perwerde kirin, civînêv xwe û rêxistina xwe xort bikin, ji ber ku êdî şoreşa Rojava li benda parastinê ye, me pêkaniye pêwîste em berdewam bikin, ev parastin jî wê ciwan bikin, erka her ciwanekî ye ku parastina şoreşa xwe bike bi çi rengî dibe bila bibe pêwîste em parastina şoreşa xwe bikin, pêwîste em ji bîr nekin ev şoreş çewa hate avakirin û bi eşekî pir mezin hate avakirin, bi êş û hêstra dayîkên me hate avakirin û heya niha li ser linga ye, ji ber vê parastina şoreşê ji dagirkeriyê ji me tê xwastin, em wekî ciwan herêmên me ên ku di binî dagirkeriyê de ne wekî; Serêkanî, Girêspî û Efrîn ve êdî li benda rizgar kirinê ne, êdî ev ax qîr dike dibêje ka hûn kanî ne, pêwîste em wek ciwanên Rojava kongira sêyemîn ji xwe re bikin bingeh û em tevgera ciwanên şoreşger xort bikin.
Dîroka kongireya me jî di 14’ê Tîrmehê de ye, ji bo me 14’ê Tîrmehê tê çi wateyê û xwedî rastiyeke çewaye? Rastiyeke vê dîroka 14’ê Tîrmehê heye bi taybet jî di vê pêvajoyê de, em bi giştî dizanin ku 14’ê Tîrmehê bi pêşengtiya Mehmed Xeyrî Dirmuş, Kemal Pîr, Alî çîçek û hin hevalên din de jî rûjiya mirinê dest pêkirin, berdewam kirina xet û rihê wê demê wê di kongireya me de diyer bibe, îro temsîl kirina wê rihê şoreşa Rojava ye, ji bo berdewamkirin û zindîkirina 14’ê Tîrmehê em vê kogireyê li dar dixînin û em bi hêvîne ku di vê rojê de û di demên pêşerojê de em bi rihê wê demê kar û xebat bikin.
Li dawiyê jî em spasiya gelê me dikin ku îro desteka wan ji bo şoreşa Rojava û ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), pêwîste ev ked bê dîtin û di ber çavan re bê derbas kirin, em bi hêvîne ku gelê Kurd vê berxwedaniya xwe hîna mezintir bikin, ji ber ku dawiya berxwedaniyê serkeftine, pêwîste em bi vê rengî nêzî heqîqet û rastiya xwe bibin, ew hêviyên me jî hen eku hemû gel û ciwanên me di hundirÎ vê kongirê de cih bigirin da ku em karibin bi biryarên û nîqaşên xort şoreşa xwe xortir bikin.
Di derheqê amadekariyên dawî de ciwanê ku bi navê wê Ahmed e jî wiha got:
Ev kongra cihekî xwe ya pir girîng heye, ji ber ku di dem û rewşek wisa de bê li darxistin helwesteke, li beramberî dagirkerî û faşîzmê helwestekî pir mezine, ji ber ku faşîzm ji çi ditirse? Ji yekîtî û yekbûna ciwanan ditirse, seknekî me ya wisa jî helwestekî pir xorte, ji bo wê jî em dikarin bêjin armanca vê kongireyê ewe ku tevahî ciwanên ku di Rojavayê Kurdistanê de û di heman demê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên ku ji hemû pêkhateyan pêk tê wan ber bi rêxistinbûnê ve bibe, di eynî demê de ber bi rêxistinbûna civakê ve bibe, ji ber ku ciwan dînemîka civakê ne, guhartin û veguhartina civakê ciwan didin diyar kirin, ji bo vê jî divê em ciwanan esas bigirin, da ku karibin li hember hemû êrîşên hovane ên wekî şerê taybet bibin xwedî sekin, divê ku em ciwanên xwe bi rêxistin bikin destpêkê jî pêwîste em di şexsê xwe de pêk bînin, û em rêxistina xwe xortir bikin, ji xwe yekser armanca me derbaskirina vê kongirê ewe ku her ciwanek bi rihê seferberî û tolhildanê beşdarî vê kom xebatê bibe, ji ber ku xebatekî pir girînge ji bo ciwanan, di heman demê de ev dibe bersiveke li hember dagirkeriyê.
Berxwedan gerîlayên HPG û YJA STAR’ê silav dikin, yên ku li herêmên Medya ev zêdetirî sê mehane li berxwe didin, li beramberî dagirkeriyê û li beramberî artêşa duyemîn a Nato’yê, ev jî dihêle ku em wekî ciwan îrade, hêz û morala xwe ji şervanên azadiyê bigirin, ji şervanên HPG’ê bigirin, bi rastî jÎ ev berxwedanÎ berxwedaniyeke dîrokiye, berxwedaniya ku îro li çiyayên azad pêk tê, berxwedaniyeke dîrokiye em jî wê berxwedaniyê silav dikin û em dibêjin emê heya dawiyê li pey şopa vê berxwedaniyê bimeşin û em vê berxwedaniyê di şexsa xwe de jî pêkbînin, ji bo vê jî em dîsa dibêjin em wekî ciwan li beramberî dagirkerî û faşîzmê helwesta xwe carek din nîşan bidin.
Wekî ku rêheval Mezlûm Dogan gotiye” Berxwedan jiyane” emê jî bi vê siloganê li berxwe bidin, yanê çi dibe bila bibe di derheqê vê yekê de wê berxwedaniya me van êrîşan têk bibe. Em serkeftinê ji hemû ciwan û xwendekaran re dixwazin.