MARSİLYA – Hate diyarkirin çalakiya li Marsîlyayê di çarçoveya pêngava ‘Werin cenga azadiyê’ a Komalên Ciwan de hatiye lidarxistin.
Ciwan li pêşiya gara trênê kom bûn û bi alayên TCŞ û PKK’ê meşiyan.
Di meşê de sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Lîberte poûr Ocalan’, ‘Bijî berxwedana gerîla’ û ‘Bi can, bi xwîn em bi te re ne ey Serok’ hate berzkirin.
Ciwanan bi qasî nîv saetê çalakiya xwe domandin û diyar kirin wê di çarçoveya pêngavê de li qadan bin.