BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;
“15’ê Tîrmehê saet di 06:40’î de li dijî dagirkerên li ser Girê Koordîneyê çalakiyeke ji du baskan ve hate lidarxistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji cihekî nêz ve li kozikekê xist ku 3 dagirker û çeka bombeavêj tê de bû. Kozik û çeka bombeavêj hatin îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kozikekê xist ku 2 dagirker û çekek A4 tê de bûn. Kozik tevî çeka A4 hate îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de sîstema kamera ya mobesse ya li ser gir ji aliyê hêzên me ve hate îmhakirin.
Gerîlayên me bi rêbaza gerîla ya serdema nû ji bo bîranîna ‘Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê’ ev çalakî li dar xist. Di encamê de bi giştî 5 dagirker hatin cezakirin, 2 kozik û çekek A4, bombeavêjek û sîstema kamera ya mobesse hatin îmhakirin.
Li herêma Avaşînê;
14’ê Tîrmehê saet di navbera 19:00-21:00 de artêşa Tirk a dagirker li qada Werxelê ya Avaşînê bi gazên bi jehr êriş bir ser tunelên şer.
15’ê Tîrmehê saet di 03:30’î de li herêma Avaşînê dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî tunelên şer bikin. Hêzên me dest li dagirkeran werdan. Ev teqemenî ji aliyê hêzên me ve hate bêbandorkirin.
14’ê Tîrmehê saet di navbera 21:00-00:10’î de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereban, Mamreşo, Girê Sor û Girê Spî geriyan. Saet di navbera 21:15-23:30’î de qadên Werxelê û Girê Sor bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”