NAVENDA NÛÇEYAN –
Aslan ASLAN nivîsand
Îro salvegera wê rojê ye ku li Tirkiyê darbeyeke din pêk hatiye. Sala 2016’an darbeyek bi şev pêk hat. Li gorî darbeyên berê cudahiyên wê zêde bûn. Berê darbe çêdibûn û dema ku xelk ji xew şiyar dibû pê dihesiya. Lê vê carê dema ku her kes şiyar bû, pêk hat. Her wiha ji aliyê eskerî zêdetir, bandora wê siyasî bû. Heger em li dîrokê vegerin, ji dema Osmaniyan heta niha nêzî deh darbeyan li Tirkiyê çêbûne. Ev darbe jî bi pirraniya eskerî ne, ango artêşê dest daniye ser her tiştî. Lê di darbeya dawî de me dît ku hikûmetê dest danî ser artêşê. Piştre jî berê xwe dan civakê û meydana siyasetê. Heta niha jî gelek kesan fêm nekiriye ka kê darbe kir. Hin kes wekî mîzansenekê bi nav dikin. Hin kes wekî lîstika Erdogan pênase dikin. Li ser mijarê gelek şîrove hatin kirin. Lê di esasê xwe de darbeyek çêbû û serkêşê vê darbeyê jî Erdogan e.
Encama vê darbeya 15’ê Tîrmehê jî ji aliyê her kesî ve tê dîtin. Erdogan pêşî darbe li dijî derdora xwe kir. Wî kelemên li pêşiya xwe rakirin û piştre berê xwe da yên li hemberî xwe. Ji 15’ê Tîrmeha sala 2016’an û vir ve zêdetirî 23 hezar kes ji Artêşa Tirk hatin avêtin. Derdora 100 hezar kesî hatin girtin. Her wiha zêdetirî 100 hezar kesî jî ji kar hatin avêtin. Ev pêvajoya darbeya 15’ê Tîrmehê hê jî bi dawî nebûye.
Tişta ku darbekaran pêk anî, qefle bi qefle zêde bû. Piştre berê xwe dan siyaseta Kurd. Destpêkê şaredariyên Kurdan dagir kirin û hevşaredar avêtin girtîgehan. Paşê jî hevserok û parlementerên HDP’ê girtin. Li dijî komele, sazî û çapemeniya Kurd darbe kirin. Çi kesekî ku ne ji AKP û MHP’ê be derba xwe ji darbeyê xwar.
Mekanîka darbeyê ya li Tirkiyê ne nû ye. Mekanîkeke domdar û bênavber e. Erdoganê ku her carê qala darbeya 12’ê Îlonê dikir, ji wê darbeyê xerabtir kir. Ew jî li ser rêûresma wan meşiya. Li ser mekanîka darbeyên li Tirkiyê Rêber Apo gelek caran hişyar kir. Di mijdara 2014’an de Rêber Apo bi heyeta HDP’ê re hevdîtin kir û wê demê gotibû heger hikûmet ne ji dil be, wê di nava 4-5 mehan de darbe pêk were. Û ev yek jî bû. Dewleta Tirk ji roja roj ve li ser darbeyan û qanûnên darbeyan dimeşe. Hê jî qanûnên darbeya 12’ê Îlona sala 1980’yî lê ne. Erdogan hin qanûnên jê xerabtir jî lê zêde kirin. Di encamê de welatekî ku bi darbeyan tê birêvebirin heye.
Her roj her kêlî darbe li Tirkiyê heye. Qanûn jî, hiqûq jî bûye Erdogan. Ew li ser navê wezîran diaxive û li ser navê Artêşa Tirk fermanan dide eskeran. Çapemenî xistiye kontrola xwe û dema ku diaxive bi sedan kanalên televizyonan cih didin axaftinên wî. Li ser aboriya Tirkiyê ew diaxive û ew biryarê dide. Welatekî ku li welatiyên wê bûye dojeh.
Erdogan û hevkarên wî yên çete niha jî dixwazin HDP’ê bigirin. Bi vê armancê her carê êrişî avahiyên HDP’ê dikin. Qederê deh hezar endam û rêveberên HDP’ê girtin. Dîtin ku HDP neqediya, vê carê jî dixwazin bi awayekî din dawî li hebûna HDP’ê bînin. Êrişa li dijî avahiya HDP’ê ya Izmîrê jî peyamek ji tifaqa HDP’ê re bû. Hilbijrên HDP’ê li Izmîrê ji bo ku AKP bi sernekeve dengê xwe dabûn namzetê CHP’ê. Lewma bajarê Izmîrê bi zanebûn hilbijartin. Di encama êrişeke çekdarî de xebatkareke HDP’ê qetil kirin. Darbeyek jî li tifaqa HDP’ê xistin. Bi vî rengî CHP hişyar kirin. Ew dizanin ku hilbijartin nêzîk dibe û dengên HDP’ê siyaseta Tirkiyê diyar dikin. Ji bo vê yekê jî dixwazin HDP’ê tenê bihêlin û reş bikin. HDP were girtin jî hilbijêrên wê hene û dengê wan wenda nabin. Ew hilbijêr wê derba xwe li darbekaran bixin. HDP navê wê heye, lê gotin a hilbijêran e. Ew hilbijêr biryarê didin û qedera siyaseta Tirkiyê diyar dikin. Ji bo vê yekê jî yên bi HDP’ê dadikevin bila hilbijêrên wê bînin bîra xwe û siyaseta Kurd nas bikin. Heger nas nekin wê wekî yên beriya xwe têk biçin.
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA