DIHOK – Ciwanek xelkê Bakurê Kurdistanê, li Dihokê di dema karkirinê de ji avahiyê ket û jiyana xwe jid est da.
Duh êvarî ciwanê bi navê Rojhat Xalid ê xelkê Colemêrga Bakurê Kurdistanê, li Dihokê di dema karkirinê de ji avahiya lê kar dikir, ket.
Rojhat rakirin nexweşxaneyê, lê ji ber xwîna wî gelek çûbû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Rojhat ji bo Colemêrga Bakurê Kurdistanê hate şandin û liwir spartin axê. Rojhat Xalid 2 sal bû li Dihokê kar dikir.