NAVENDA NÛÇEYAN – Dawiya sala 1999’an a bi êş, mîna bahozekî roj bi rojî şêniyên xwe dubare dikirin.
Dawiya sala 1999an bû. Werzê zivistana wê salê bi girî û xemgînî xatir ji diyarê me dixwest. Em yekîneyek gerîla li Çiyayê Garê-Pirêzê, nêzî Çemê Xazirê diman. Li hemberî şûna ku em lê diman, li Heftebeqê jî yekîneyek heval diman.
Beriya ku operasyon li wir dest pê bike em agahdar bûn. Agahiya destpêkirina operasyona li wê derê berî sê rojan gihişte me. Ji ber vê yekê hevalan ji her hêlî ve pêşgirî û tedarîkên xwe standin. Her hevalek ji hêla xwe ve xwe amade dikir. Hin hevalan teqemenî û pêdiviyên şerkirinê, hinên din jî xwarin amade dikirin. Tiştên ku di nava yekineya me de zêde bûn, an jî di şer de bargiraniyê li me dikirin hatin binerdkirin.
Hêzên dijmin hîna nêzî me nebûbûn. Lê agir bê duman nebû! Beriya ku ew agir derûdora me bigirta me bi amadekariyên xwe dixwest pêşî lê bigirin. Ji ber vê yekê me di wê rojê de li pêşiya hêzên dijmin kemîn avêt. Di heman demê de me dixwest dijmin bikişînin deverekî dûrê şûna ku em lê diman. Lê çi heyf ku dijmin wê rojê bi pêş de nehat. Roja din hîna sibehê zû, mij û moraneke wisa hebû ku mirov bîst mêtro pêşiya xwe nedidît. Di wê mijê de nermebaranekî hûr jî dibariya. Wê çaxê gava me kemîn avêtibû hevalekî li Kêleka min got:
“Heval li wê dera hanê agirek xuya dike.”
Jixwe di wê kêliyê de min bi tenê li asîmanan dinihêrt. Bi awirên xwe di wê mijê de min asîman temaşe dikir û di heman demê de çeka min di qevdeya destê min de li benda teqînê amade bû. Her ku min lê dinihêrt, ez mîna guleyekî ku ji devê wê tê der, ez dûr gelekî dûr diçûm! Xeyalê min di kêliyên wisa de li her deverî digeriyan. Di kêliyên wisa de rojên rabirdû mina zengilê di sukra pezekî de deng vedida di bêdengiya xeyalê min de bû.
Bi dengê hevalê kêleka xwe re, em tev rabûn ser xwe. Dîtina agir dihate wateya ku dijmin ketiye tevgerê. Her ku mij û moran belav û zêde dibû, ronahî jî pê re zêdetir dibû. Wê çaxê me baş fêm kir ku dijmin bi dizî nêzî me dibe. Wê gavê me bi zorê xwe digirt ku em êrîş nekin. Gava dijmin di wê sibehê de nêzîktir bû şer qewimî û dengê çekan wê deverê dagirt. Ji her hêlî ve dengê çekên cûda cûda dihat.
Ji bona xwe gihandina şûnên bi ewle û xweş ji bo şerkirinê, em ber bi jor ve hilkişiyan. Lê dengê çekan qet navber nedida xwe û her berdewam bû. Car caran guleyên ku dihatin avêtin, ji peşkên barana wê sibehê zêdetir dibûn! Ji xwe guleyên çeka BKCyê gava li tehtên asê û mezin diketin parçe jê dipekandin. Parçeyên keviran ew çend zû dipekiyan ku ger li mirovekî biketa wê şûna guleyekî li canê wî bihişta.
Hîna şer didomiya dengê axînekî ji nêzîkî min hat! Wî dengî mûyên canê min tev hişyar kirin. Di wê kêliyê de dengê axîn û qêrîna gelek hevalên ku li kêleka min birîndar bibûn bi bîra min anî. Gelek hevalên min ên rêya dûr piştî axîneke wisa ji şer dûr diketin! Me xatir û gotina dawî yên gelek rêhevalên xwe piştî axîneke wisa dibihîst!!
Dema ku ez ji nava xewn û xeyalên dema berê vegeriyam û min li paş xwe nihêrt, heval Dijwar li nêzî min ber bi rêya pîroz ve diçû! Bi şehîdbûna heval Dijwar re, me hewl da ku em xwe bigihînin şûna ku em berê lê diman.
Her ku dengê çekên me disekinî em hinekî din bi şûn ve dikişiyan û dijmin jî bi milê me ve dihat. Ji saetên sibê heya êvarê me berxwedanekî bêhempa raber kir. Hêzên dijmin jî bi pêşmergeyên PDK`ê re nêzî 10-12 hezaran bû.
Dema ku tariyê reşahiya xwe li gerdûnê pêça, dijmin hêzên xwe bi ser hev de kom dikir. Hîn dijwartîr êrîş bi ser me de dianî. Hevalên me jî tevî êrîşa dijwar a dijmin hinekî din bi şûn ve dikişiyan. Lê her ku em hinekî bi şûn ve diçûn, şûn li me tengtir dibû! Wê demê gotina serleşkerekî Ereb, gava di deryayê de gotibû hat bîra min: “Li pişt we derya ye, li pêş we jî agir!” Rewşa me jî ji vê gotinê ne xirabtir, ne jî baştir e. Wekî ku ji bo me gotibû. An emê bi çekên biçûk ên destê xwe bi 12 hezaran re rû bi rû bimana, an jî meyê xwe ji zinarên bilind ku em li ser sekinîbûn bavêta jêr!
Li hêlekî me dixwest ku wan hevalên nû tevlî gerîla bibûn û li gel me bûn ji qada şer dûr bixista, li hêla din jî cîhan ji her hêlî ve li ser wan zinaran li me pir teng dibû. Mîna leza bayên payîzê pêwîst bû em biryara xwe bidin. Ji ber vê yekê biryara pêşî sekinandina dijmin me sitand. Ji xwe di wê rewşa hebûn û tunebûnê de şerkirin li ser şanê me erka herî pîroz bû. Bî vê biryarê re komek hevalan çekên xwe baş tije teqemenî kirin û çûn ji bona pêş de hatina dijmin bisekinînin!
Hevalên din jî bi yên nû re dixwestin rêya xwe ya filitandinê bibînin. Encax bi fîdakarinekî pir giran hin heval bi taybet jî yên nû werin rizgarkirin. Di nava germbûna şer de me hevalên nû bi zorê gihand deverekî bi ewle! Lê di rewşên wisa de dijmin tu derî bi ewle nahêle. Te digot qey her tiştê me dizanibûn -hêjmara hevalan, birîndaran, planên me… û hwd. dijmin bi tevahî hovaniya xwe pir nêzî me dibû. Êdî wisa lê hat ku me şûna hatina guleyan û devera ku diçiyê qet ji hev dernedixist.
Di nava wê gengaşê de mîna şewata sîxekî sorkirî ku bi canê mirov ve tê dayîn, piyê min şewitî. Gava min destê xwe da şûna ku dişewitî min his kir ku guleyekî mîna dijmin a xedar û bê bext di ranê min de şûna xwe çêkiriye! Pêşî min got belkî kevirekî tûj ê wan zinaran e, lê gava ku min baş lê nihêrt ez gihiştim rastiya ku guleya kleşê ye. Tevî ku ez birîndar bibûm û ranê(hestiyê hêt) min her ku diçû ez hilnedigirtim jî, min meşa xwe berdewam dikir! Lê piştî demekî kurt min hew dikaribû baş bimeşim. Ji ber vê yekê min xwe da ber zinarekî û runiştim. Hevalên din jî ji hev belav bibûn û xwe didane ewlehiyê.
Lê dijmin û pêşmergeyên her diçû bi dijwariyekê mezitir bi ser hevalan de diçû. Wisa dengê qîre qîra pêşmergeyan bilind dibû ku dawet dianîn bîra mirov. Te digot qey ne ji bona şer, lê ji bona şahiyekî hatine. Şer û kuştina mirovan ji bona dijmin şahî bû!!
Di her kêliyê de ji hev re qîr dikirin: “Êdî xilasiya wan nema!”
Hîna cîhan tarî nebibû kobrayên dijmin asîmanên wê deverê bi dengê xwe dagirtin. Kobrayên ku di ser me re diçûn raste rast bi çekên giran û qazanan li Hefttebeqê ku yekîneyek heval lê diman dixist! Li Hefttebeqê jî hevalekî bi navê Xanê şehîd ketibû, çend hevalên din jî birîndar bûn bi êrîşa kobrayan. Heyanî ber bi tarîbûnê ve jî êrîş bi dijwarî domand.
Piştî ketina reşahiyê êdî mirov pêşiya xwe nedidît. Cîhan pir tarî bibû. Hatina şevê dawî li êrîşa kobrayan anî û hêzên dijmin û pêşmerge jî hinekî din bi jor ve hilkişiyan. Ez heya wê çaxê li ber wî zinarî mam. Birîna min jî hinekî sar bibû û êşa wê daketibû. Lê ew dever qet ne bi ewle bû ji bona sekinandinê. Jixwe di wê kêliyê de ketina destê dijmin tim li bîra min bû. Gava hevalek birîndar dikeve dest dijmin îşkenca ku di ferhenga tu welatî de derbas nedibû li ser wî dihat meşandin. Ji ber vê yekê min çavên xwe li şûneke bi ewle gerand. Her çendî min hêviya xwe ji jiyanê qut kiribû jî min xwe bi xişikandinê hinekî ji wî zinarî dûr xist. Wê çaxê min ji xwe re got; “baş e min çek û çentê xwe teslîmî hevalan kir!” Jixwe dema ez birîndar bûm û li ber zinar runiştim hevaleke keç ku ji Ewropa hatibû û hîna nû bû ji mir re got: “Ez alîkariyê bidim te jî bona ku tu neminî!” Lê min gotibû; ez nikarin werim, ji te re çek û çente bigihîne hevalan! Ev gotina min wateya xatirxwestinekî ebedî bû. Tişta baş birîna wê hevalê ne giran bû, lê wê jî li gel min bimana û her tiştê min û wê dê biketa destê dijmin! Lê birina kleşê û çentê min ez di hêlekî de rehet kirim.
Dema min hinekî xwe xişikand ez gihiştim darekî û wê çaxê min da xwe ku ez li ser piyên xwe bisekinim. Lê wê demê min qet nikaribû gavekî jî bavêta! Tevî ku ez hinekî ji zinarê ku ez li ber sekinîbûm dûr ketibûm jî, lê peyv û gotinên min û hevala bi navê Ronahî ku ji Ewropa nû hatibû ji bîra min nediçû.
“Heval Nûhilat… Ka ez alîkariyê bikim û em bi hev re biçin.”
“Heval Ronahî tu dikarî biçî, lê ez nikarim. Ji bo vê yekê qet nebe bila yek ji me xilas bibe!”
Lê heval Ronahî bêyî dilê xwe peyvên min dadiqurtan û pejirand. Berî ku biçe min cardin bangê wê kir;
“Hevala Ronahî ji hevalan re silav û rewşa min bêje. Çente û çeka min jî bigihîne wan. Tenê demança min bila li gel min bimîne!”
Wê çaxê hevala Ronahî bi çavên tije rondik li min nihêrt û bêyî dilê xwe gav avêt. Lê her çendî gava wekî ku bêje “Êdî em te nabînin” li paş xwe dinihêrt. Wê çaxê cara yekem min hestên neçariyê û dil şewata bi xwe hîs kir. Berî wê rojê min tu carî xwe wisa bêhêz neditibû. Lê tevî wê yekê jî bi hêza mayî min xwe gihand ber darê.
Lê ez li gel darê nesekinîm û min hîn jî xwe dixişikand! Wê kêliyê min dengê hevalan bihîst. Deng ji jêra min dihat. Wê çaxê hêza canê min hîn zêdetir bû û min xwe bi lez xişikand. Gava ez gîhiştim min bang kir:
“Heval…Heval !”
Wê çaxê min zanibû ku hin heval in û di nava wan de hevala Xezal û Aydin birîndar in. Wekî ku heval li ser rêya çûyînê bûn, çekên xwe girtin û zû ji me dûr ketin. Min jî li birîna herdu hevalan nihêrt. Gava min birîna heval Xezal dît, birîna min ji bîra min çû! Birîna wê bi çend caran ji ya min dijwartir bû. Her wiha gelek parçe jî li canê wê ketibûn. Birîna hevalê Aydin zêde ne giran bû.
Li wir min him hestên hevaltiyê baştir fêm kir, him jî dijwariya tenêtiye jî ji bo min hîn çêtir zelal bû. Lê ji ber ku şûna me nê li cihê operasiyonê bû û wê roja din jî operasiyon bidomiya em ji xwe re li deverekî ku em xwe baş lê veşêrin geriyan. Hevalên ku çek û pêdiviyên bi me re rakirin, bi lez û bez şûnekî bi ewle ji veşartinê re dîtin û gotin: “Bi lez xwe veşêrin berî baran û berf xurtir bibe!” Û paşê jî heval bi lez û bê dilê xwe ji wir dûr ketibûn.
Jixwe wê şevê berf û baranê bi hev re lê kiribû. Lê ji ber ku şûna me dilê min rehet nekir min li dora xwe nihêrt û darekî qaçê ku pir stûr bû dît. Hema di cih de em çûn ba kuna wê. Şensê me ew bû ku nava darê wekî şikeftekê biçûk vala bû. Tevî ku cih teng bû jî me hersê havalan xwe di hembêza dara qaçê de veşart.
Wê şevê me li wir, bêyî ku em tu tevgerê bikin derbas kir. Serê sibehê hîna zû bû dijmin û pêşmergeyan xwe berda binê dolê ku em jî li wir bûn! Hêdî hêdî leşker û pêşmerge li hev kom bûn. Tu dever ji ber wan nedifilitî. Her dever bi hûrayî kifş dikirin û digeriyan. Li paş her kevirekî û zinarekî digeriyan. Hin pêdiviyên biçûk ku li paş hevalan mabûn, an jî ji wan ketibûn kom dikirin û kêfxweşiya xwe didomandin.
Pêşmerge û leşker ew çend nêzî me bûbûn ku êdî me ew bi çavan didît û dengê wan dibihîst. Lê tirsa me bi dîtina dîmenê hevalê Qehreman ji bîra me çûbû! Hevalê Qehreman şeva derbasbûyî piştî birîndarbûnê şehîd ketibû. Leşker û pêşmergeyan jî ew dîtibûn. Tişta ku zora me dibir ew bû ku me nikaribû wî hevalê xwe xilas bikira. Jixwe dijmin jî ji vê yekê re rê nedida.
Dijmin ew çend bi hûrahî li wan deran digeriya ku me digot ‘wê niha bên û li nava darê jî binihêrin. Wê çaxê dengê hevala Xezal mîna stranekî bi jan dihat gohê min:
“Ezê vê narincokê bi xwe de biteqînim gava dijmin werin ser me! Bila parçe parçe bibe canê min ji bo ku dijmin nebêje min kesekê PKKê girt dest!”
Narincoka di destê hevala Xezal de, hingî dihat gûvaştin ji hêla wê ve, bi zorê mirov didît! Ji xwe tişta ku hevala Xezal digot, te digot qey ji dilê min gotinan derdixe û dibêje. Tişta wê bi deng digot me herdu hevalan bi bêdengiya xwe tim û tim dubare dikir.
Gava cara yekem çend pêşmerge ber bi şûna me ve hatin me bi bêdengiya xwe li hev mezê kir û xatir ji hev xwest. Wê çaxê narincoka di nava destê me de dibûn yê ruhstandina me! Bi rastkirina pîman re ma hênaseyên di wê kêliyê de mîna yên dawî dihesibandin. Ew me çend caran bi nêzîkbûna pêşmergeyan dihat jiyankirin. Lê pêşmerge ne ji bona venêrandinê, ji bona komkirina daran nêzî me dibûn!!
Tevî vê yekê jî heya êvarê me narincokên xwe ji destê xwe berneda. Êvarekî dijmin û pêşmergeyan cardin xwe dane jor. Wê çaxê tirsek kete dilê min û min ji hevalên xwe re got:
“Hebe nebe vana em dîtin. Lê ji bona ku hevalên werin bime ve, wê bisekinin ji bona ku windahî zêdetir bibin. Ji serê sibehê ve li van deran digerin. Em ne dîtibin jî, dengê axînên me bihîstine!!”
Hevala Xezal bi dengekî pir nizim gotinek ji gewriya xwe derxist:
“Rast e Heval!!”
Wê çaxê me mîna oldaran dua dikir û hêvî dikir ku heval neyên xilasiya me. Tiştê qenc jî ew bû ku heya sibehê tu kes bi wan deran de nehat. Sibehê zû em cardin li ser dengê leşker û pêşmergeyan hişyar bûn. Wê çaxê me dît ku agir pêxistine û çeydanên xwe danine ser. Gotinên wan pir zora me dibir. Bi seetan pesnê xwe yên şer dikirin. Lê di wê rewşê de her çendî ji dînsizan re bêîmanan re pêvîst bûn ji me nikaribû tu tiştî bikira.
Çavên me gavên her yekî bi hişyarî dişopand. Lê gava me dît ku sê pêşmerge nêzî me ber bi darê ve tên me got: “Êdî dem hat!!” û me narincokên xwe cardin amade kir!! Her gavekî wan ku ew nêzî me dibûn, dihat wateya kûrtbûna temenê me! Ya rast dawiya temenê me! Me xwe vê carê ji bona xatirxwestineke ebedî amade dikir. Lê hîna navberekî kûrt di navbera me de hebû, ji nişkê ve xwîn di canê me de bi rehetî geriya! Hîna negiştibûn darê, hersê pêşmerge vegeriyan. Wê çaxê tovên hêviyê ji nû ve di hundirê me hersêyan de aj dan.
Wê rojê jî heyanî berî êvarê ji ber gengaşe û dengê leşker û pêşmergeyan me dengê xwe nekir. Ji hêlekî ve birînên me, ji hêla din ve tevgera pêşmergeyan û leşkeran; me xwarin û vexwarin ji bîr kiribû. Li hêla din jî me bi seetan gotinek ne digot. Gelek caran zimanê me bi hesreta gotinekî dima. Lê ji ber ku ew gotin dihat dawiya temen ji bo me, me bi hewildanên mezin nedihişt ku yek ji me peyvekî bibêje. Ger bihata gotin jî bi dengê nizim bû. Lê axînên me yên ji ber êşa birînan rê nedida ku ew çend gotinên me yên nizim jî bi temamî werin gotin. Hîna reşahî neketibû wekî roja yekem, wê rojê jî pêşmergeyan û leşkeran xwe dan girê bilind yê li ser me.
Wê şevê cara yekem hevalê Aydin yê ku demekî kûrt di nava şer de mabû ji min re got:
“Heval Nuhilat, wisa diyar dike ku emê li vir berî dîtina hevalan şehîd bikevin. Lê berî ku ev yek biqewime ka em ji bona hevalan rewşa xwe ya li vir, her wiha tiştên ku me jiyan kiriye û dîtiye di rûpelekî biçûk de binivîsin. Dibe ku dijmin me bibîne û şehîd bixe. Qet nebe bila li paş me gotin û hestên dema birîndariyê bimînin.”
Tiştên ku hevalê Aydin bi lêv kirin ji bona min pir balkêş hat. Li hêla din jî sekna wî di halê birîndarbûnê de qet nedihişt ku mirov pê bihese ku nû hatiye nava şer. Wî qet li xwe dernedixist ku nû ye, an jî bê ezmûn e di çiyan de. Nêrîna wî jî gelekî kêfa min anî. Cesareta herduyan hêvî dida min. Hema di cih de min jê re got:
“Hevalê Aydin, pênûs û lênûsa xwe derîne û dest bi nivîsandinê bike!”
Tevî ku min ev yek got jî min di hundirê xwe de êşekî mezin dida jiyan kirin. Ji ber ku ez ji herdu hevalan jî kevintir bûm di şer de, min xwe mîna berpirsiyarê jiyana wan didît. Lê dema ku min xwe bê çare didît ez hîn bêhtir diêşiyam. Û mîna kesekî ku di avê de niqo dibe û li ber fetisandinê bi qirşikekî digire li me hatibû. Qirşikek dihate wateya hêviya jiyanê ji bo me!
Lê di wê şevê de nivîsandina min ne gengaz bû! Ji ber vê yekê cardin min got:
“Hevalê Aydin tu dikarî di vê şevê de binivîsî?!”
“Ezê bikaribim bidim fêmkirin heval Nûhilat. Belkî nivîs hinekî tevlî hev bibe, lê wê bê xwendin”!
Wê şevê jî me bi dorê nobeta xwe digirt. Ya rast birînên me nedihişt ku xew di çavên me de bi cih bibe. Bi nav yek nobedar bû. Lê di rastî de em hersê hişyar bûn, ji ber ku me bawerî bi dijmin netanî, me bi şevê qet axaftin nedikir.
Serê sibehê gava ez û hevalê Aydin ji xew rabûn, me zanibû ku em hinekî di xew re çûbûn. Wê çaxê dengê leşker û pêşmergeyan mîna rojên derbasbûyî cardin li dolê belav dibû. Wekî ku dilê wan rehet nebûbe dîsa li wan deran digeriyan, lê tu tişt nedîtin.
Heya nîvro wisa bi hişyarî û bê deng me di darê de tevger nekir. Dema bû nîvro piştî du rojan tiştek hat bîra min. Di berîka min de du kîsên şorba hazir hebûn. Hema di cih de min derxistin û me hersêyan xwar. Wê çaxê hevala Xezal bi dengekî melûl dest bi axaftinê kir.
“Heval, dibe ku ez şehîd bikevim. Ger ev yek biqewime, ez dixwazim hûn min di vê darê de veşêrin. Silavên min bigihînin hemû hevalan!”
Peyvên hevala Xezal pir ji min re giran dihatin, min di nava şer de pir rewşên wisa dîtibûn û min xatirê dawî ji gelek hevalan xwestibû. Lê wan caran qet nebe heya ku hevalê me şehîd diket jî me hewl dida ku em wî xilas bikin. Ger şehîd biketa jî me ew ji ser milên xwe danetanî heya ku me li deverekî neveşartiba…
Lê rewşa ku ez tê de bûm pir zora min dibir. Ji hêlekî ve hevala min xatir dixwest, ji hêla din ve ez bê çare bûm. Tenê car caran min bi zorê gotinên kêfxweşiyê ji lêvên xwe dertanî. Lê ma dilê min yê xemgîn dikaribû hevalekî wisa xemgîn kêfxweş bike:
“Hevala Xezal wisa nebêje. Tu şehîd nakevî. Ev bû çend rojin ku em di vê darê de ne û dijmin em nedîtine. Moralê te bila li cî be. Hinekî li ber xwe bide û bi birînên xwe re şer bike tê bi ser kevî!”
Hevalê Aydin ku tim gohdarî dikir ev car hîna ez nesekinî bûm dest bi axaftinê kir:
“Jiyan mîna çemekî zelal û paqij e, bêyî ku li tu deverî rawaste rêya xwe vedike û meşa xwe didomîne! Ger her roj ji wê avê neyê vexwarin mirov nikare meşa jiyanê bi çemê jiyanê re bidomîne! Ger mirov wisa bêyî wê avê bimîne û bimire, hin kes dê bêjin ew hebû, hin jî dê bêjin ew qet nebû. Ê me jî ne tenê ava jiyanê, belê gerek ava hevaltiyê jî tevlî wê çemê bike û tim jê vexwe. Ev rasteqîneya me hevalan e. Ne wisa be emê tim û tim pêrgî zehmetî û nexweşiyan bên. Ji bo vê yekê gerek em tim li him ber her tiştî hazir û amade bin. Hûn dizanin; em ne tenê bi dijmin re, belê bi hundirê xwe re jî şer dikin. Niha jî ev pêwîst e.”
Hevala Xezal bi wan gotinan re kelegirî bû. Lê paş çend saniyan ji hişê xwe çû! Wisa diyar dikir ku birîna wê ew pir dizorand.
Her rojekî wê darê mîna salekî bi zor û zehmetî derbas dibû. Operasiyon jî wekî ku niyeta paş de kişandinê nebe her didoma. Derûna ketina destê dijmin, birîndarî, bê xwarinî û cihê teng ku em sê kes tê de diman her yekî bi serê xwe xwediyê zorahiyên cuda cuda bûn! Me rojên xwe bi zorê di wir de derbas dikirin. Ji bona mirovekî derbaskirina rojekî di deverekî teng de pir zor e. Nexasim ji bona şoreşgerên Kûrd, ji bona gerîla ev yek sed qatî zortir bû! Em fêr bibûn ku tim mîna bazan li girên herî bilind şûna xwe çêkin. Lê niha, ji şûnekî bilind zêdetir şûnekî nizim, di heman demê de jî teng ji her hêli ve zora me dibir.
Her roj mîna roja berê em li ser dengê dijmin û pêşmergeyan radibûn û li ser dengê wan gavan di xew re diçûn. Heft roj mîna heft salan wisa derbas bûn. Êdî ji dawîbûna operasiyonê min bawer nedikir. Lê roja heftan gava mîna her rojê me çavên xwe li ser dengê leşkeran vekir, gohên me tiştên nû dibihîst! Tiştên ku dihat gotin ji yên rojên din cewaz bûn! Gava min gotina “terorîst ji vir çûne, emê jî bi şûn ve vekişin” bihîst, min qet bawer nekir. Min digot qey tişta ku dilê min dixwaze gohê min bi min dide gohdarîkirin! Lê çavên min bi dîtina dîmenên paş de kişandinê wisa digot; rast e, gohên te rast dibihîsin!
Tevî ku me dît bi şûn ve dikişin jî, em ji şûna xwe derneketin. Lê kêfxweşiya li ser rû û di dilê me de rojên derbasbûyî ji bira me dibir. Heya êvarê tevî ku dol bê deng bibû jî em bi dilşadî di darê de man. Wê rojê tenê dengê çemê nêzî me dihat gohên min. Ez li ser pêlên wê yên biçûk diherikîm û li ba hevalan bi cih dibûm. Ew cara yekem bû ku ez diketim nava xewn û xeyalên gihîştina hevalan. Tim min li ber dilê hevala Xezal û hevalê Aydin dida, lê ev car wekî ku ji bona li ber dilê min bide kesek pêwîst bû! Hîna ez di nava xeyalên xwe de bûm, dengekî ne biyanî hate gohên min. Wî dengî bangî me hersê kesan kir. Piştre dengê hevalekî keç jî hat, wê jî bang dikir. Wê çaxê min zanibû ku ew heval in. Lê tevî ku me zanibû hevalin jî me pêşî bawerî bi wan neanî. Me got belkî xwe dane destê dijmin û şûna me gotine. Lê gava me dengê hin hevalên din jî bihîst dilê me berî devê me qîr kir. Me hersê hevala bi hev re qîr kir.
“Heval…Heval…Em li vir in!”
Ev hersê pêyv bi kelegiriya me dihatin der. Gava me xwe bi zorê ji nava darê derxist, hevalan xwe avête ser me û em hemêz kirin. Her ku me hevalekî hemêz dikir kelegirî di gewriya me de zêdetir dibû. Heya demekî jî ji hemêzkirina hevalan kesî pîrsa me û rewşa me nekir. Ew hevdîtin ji bona me hersêyan dihat wateya ji nû de ji dayîkbûnê!?
Piştî kêfxweşiya me gişa hevalan birînên me yên ku xwîn pê ve hişk bibû ji nû ve paqij û pansûman kirin. Piştre me hêdî hêdî amadekariyên meşê kir. Gava em rabûn, min li şûna me, li darê nihêrt. Tenê min di hundirê xwe de ev digot: “Ez jiyana xwe deyndarê te me. Ne tenê ez, em hersê heval!!”
Nûhilat KOBANÊ