QAMIŞLO – Di nirxandina xwe ya beşa duyemîn a hevpeyivînê de ku li ser şoreşa Rojava de, Endamê Meclîsa Hevserokatiya PYD Aldar Xelîl bal kişand ser rola ciwanan di şoreşê de.
Aldar Xelîl:
Ciwan hêza dînamîk a civakê ye, lêgerîna wan a azadiyê hîn xurttir e, zîhniyeta wan zelal bû. Ji şoreş û ramanên nû re vekirî ye. Ew xwe bi fikir û têgihiştinên kevn ve girê nadin, berevajî, ew dixwazin projeyên demokratîk pêşve bibin. Wan karibû di saziyan de roleke bingehîn bilîzin.
Aldar Xelîl di berdewama axaftina xwe de wiha got:
Dema ku 19’ê Tîrmehê li Kobanê dest pêkir, esas ji bo me jî pêvajoyek nû bû, ji bo rêxistinbûyîna civakê pêwîste em li gor rastiya felsefeya şoreşa Rojava tevger bikin, ji ber vê me dest bi damezrandina meclîs, komîte û saziyan kir, ji bo ku civak karibe xwe bi xwe bi rêve bibe, ne wek rewşa ku li dewletan tê jiyîn, kes wan bi rêve nebe civak bi xwe, xwe birêve bibe. Di vir de girîngiya xortkirina tiştên ku berê hatibûn damezrandin, esas di destpêka şoreşê de hinek tişt hatibûn damezrandin, lê hîn bêhtir aktîf kirina wan, rêxistinkirina wan xort kirin, di vî alî de pêwîstiya wê hîn bêtir derket pêş. Ji ber vê jî komînên ku li taxan, li bajar û gundan û li hemû deveran bêtir hatin rêxistin kirin, sazî û destgehên ku civakê bi rêxistin bikin û bi rêve bibin hîn zêdetir hatin bi rêxistin kirin û girîngiya wê jî derket pêş. Em li beramberî ezmûnek bi vî rengî bûn, di Rojhilata Navîn de em projeyeke nû pêşkêş dikin, em nabêjin ku bila desthildarî bê guhartin û hemû pirsgirêkên me wê çareser bibe, emê bi xwe bihêlin ku civak xwe bi xwe birêve bibe, lê belê li vir tiştekî din hebû, her çiqasî şoreş pêkhat û gav bi gav her carê bajar li dû bajar hatin paqij kirin ji nûnerê rêjîmê û desthildariya wê, hêdî hêdî civakê bajarên xwe bi rêve birin, lê belê metersiyek bi vî rengî jÎ hebû, êrîşên ku li ser vê rêveberiyê û vê civakê ve pêk bên wê civak xwe çewa biparêze, yanê civakek dixwaze xwe bi rêve bibe lê wê êrîş pir li ser çêbibin, dibe ku girupên çete jî êrîş bikin, dibe ku rêjîm jî êrîş bike, dibe ku hinek welatên cîran ên ku naxwazin projeya netewa demoqratîk bi pêş bikeve îhtîmal heye ew jî êrîş bikin, li ser vê weke tedbîr, yek ji beşên rêxistinbûyîna civakê ew hatibû saz kirin kku di nava civakê de komîteyên parastinê, yekîneyên parastinê, hêzên parastinê bi navên cur bi cur wek destpêk qonqx bi qonax li pey hev hatin avakirin, û bi vî rengî civak êdî amade bû, eger demê ji ku dibe bila bibe êrîşek li ser bê ev civak wê rêveberî û pergala xwe biparêzin, bi vî rengî êdî ew yekîneyên xwe parastinê ên ku dest pêkê hatibûn çêkirin, gav bi gav bûn yekîneyên parastina gel, bûn yekîneyên parastina jin û bi vî awayî fireh bû, heta dem aku hinek êrîş pêk hatin, li Serê kaniyê, li Eşrefiyê, li Helebê, li Şêxmeqsûd, li Efrîn, Kobanê û hinek herêmên li aliyê Cizîrê, li van deveran tevan van grupan van hêzên parastinê û yekîneyên parastinê erkên xwe hêdî hêdî pêk anîn, milet dît êdî ew xwe bi rêve dibin û dema ku êrîşek pêk tê xwe diparêzin, di vir de baweriya milet, hêviyên wî ji bo serkeftinê hîn mezintir bûn, di wan pêvajoyan de tevî van grupên pisizyonê li ruxmî ku piştgiriyek nav netewî ji wan re hebû, pir welat û dewletan piştgiriya wan dikir,îmkanên madî didan wan, sîleh didan wan, ji aliyê siyasî û dîplomasî ve xwedî li wan derdiketin netewên yekbûyi hin biryar dan ji bo ku xwedî li wan derbikevin, lê nikarîbûn ku yan pergalekî yan jî sîstemekî rêveberiyê bi pêş bixin di hundirê Sûriyê de, nikarîbûn proja demoqratîk bi pêş bixin, nikarîbûn xwe wek alternatîfa ku ji rêjîmê pêşketîtirin bidin diyar kirin, lê ya me ne wisa bû, ya me li tevî ku her kes li dijî me tevdigeriya û kesekî piştgiriya me nedikir û projaj ku me pêşkêş dikir jî cuda bûn, lê tevî van hemûyan jî vî miletî dikarîbû xwe gav bi gav xwe ava bike û xwe bi rêve bibe, ev jî ji ber çi, ji ber ku Kurd, Ereb, Sûryan, Asûr, Tirkman, Ermen û her kes piştgiriya vê projê kirin, her kesî hêviya xwe di wê de dîtin, û bi rastî yê ku roleke sereke di vê şoreşê de lîst ew du hêz bûn, her kesî rola xwe lîst lê du hêz hîn zêdetir derketin pêş, yek hêza jinê bû, jinê cihê xwe di hemû aliyên xebatê de girt û şoreşa azadiya jinê wek felsefe jî bingehekî sereke ya ji felsefa şoreşê re ye, û hêza duyemîn jî hêza ciwanan bû, ciwan dînamîka wan û her wiha lêgerîna wan ya ji bo azadiyê hîn bi hêztir bû, di aliyê hişmendî de vekirîbûn ji bo qebûl kirina fikir û ramanên şoreşgerî yên nû, xwe bi fikir û tiştên kevin ve girênedan berovajî wê hertim lêgerîna wan ji bo pêşxistina projeyeke demoqratîk ya nû di herêmê de, wekî din jî ciwanan dikarîbûn ji bo van saziyan pêşbixin roleke sereke bilîzin, mînak ji bo ku tu perwerda zimanê dayîkê bi pêş bixî, perwerde nû di malan de dest pêdikir, ciwana pêşengtî dikir, perwerdeya zimanê dayîkê dikirin û didîtin, dema ku hat xwastin sazî ava bibin hertim ciwana xwe dida pêş, wekî din dema ku parastin hat xwstin dîsa ciwanan xwe dan pêş, dema ku çi meclîs çi sazî bihatana avakirin ciwan li pêş bûn, ji ber vê ciwan û jin here du hêzên pêşeng ya şoreşa Rojava bûn, heta niha jî va erka xwe pêk tînin, heta gihîştiye astekê ku şoreşa Rojava ji Kobanê de dest pêkir lê niha ne tenê şoreşa Rojava û Kobanê ve ye, êdî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî digire nava xwe, ji ber vê jî dijmin yan jî hêzên ku naxwazin di Sûriyê de aramî çêbibe, naxwazin ku gelê Kurd mafên xwe bistînin û demoqratîkbûyîn bi pêş bikeve, ji ber vê yekê êrîş kirin, êrîşî vê projeyê kirin, êdî ew kesên li dijî demoqrasiyê di hundirê Sûriyê de girtin aliyê xwe û bi navê wan jî êrîş kirin, mînak Efrîn dagir kirin, Cereblûs, Bab û Ezaz beriya wê dagir kirin, Girêspî û Serê kaniyê ve dagirkirin, her tim tehdîd kirin, heta beriya wê jî dagirkeriyê ev grupên çekdar yên ku naxwazin demoqrasî di hundirê Rojhilata Navîn de bi pêş bikeve, berê wan dan vê rêvebiriyê, yanê şoreşa 19’ê Tîrmehê di 2012’an de pêk hat, ji wê demê de li bin êrîşan de ye heta gihîşt astekê ku hêzeke hov wekî Daîşê, faşîzma Daîşê yê ku ew ew bi ser vir ve têvedan dewleta Tirk bû, bi hêza dewleta Tirk êrîşî Kobanê kirin, êrîşî cihê ku şoreşa 19’ê Tîrmehê lê pêk hatibû kirin, her kesî ew kiribû hedef, aniha jî ewqasî êrîşên şerê taybet, êrîşên siyasî, êrîşên ragihandinî, êrîşên ku dixwazin piskolojiya civakê bandor bikin, li ser Kobanê ji hemû derê cudatire, ji ku dibînin di kobanê de şoreşa Rojava dest pêkir, di Kobanê de Daîş hat şikandin, di Kobanê de welatparêzî û xwedî derketina şoreşê hîn bêhtir li pêş, di Kobanê de yekîtiya gelê me derket pêş, ji er vê jî aniha bala xwe bidinê, dixwazin tola destkeftî û serkeftinê ku di Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêkhatin herdem Kobanê hedef digirin.
Em şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dikin, destkeftiyên wê yên ku çêbûne û encamên ku derketine, em vê dizanin ku ew jî yek ji berhemên destkeftiyên ku ji Kobanê dest pêkirine ye, li ser vî esasî jî ez tevahî şehîdên ku bi qeremantî û fedakartiya wan û bi xwîna ku wan rijand ser vê xakê, bi wê qehremantiya wan ev destkeftî çêbûn, ez wan şehîdan tevan bi bîr tînim û bejna xwe li beramberî wan ditewînim, û her wiha hemû kesên ku ked dan ji bo pêşxistina vê şoreşê ez wan tevan silav dikim û bi taybetî jî gelê me yê qehreman ên ku heya vê kêliyê hîna li ber xwe didin, miletên me yê li Efrînê, Şehbayê, Helebê û hemî herêmên Rojavayê Kurdistanê û her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîmehê û yên ku rev li berxwe didin heya niha, yên ku dixwazin asta têkoşînê bilindtir bikin, bi rihê şoreşa 19’ê Tîrmehê êdî li beramberî van êrîşên ku pêk tên ewqasî li berxwedaniya ku tê diyar kirin û israra ji bo serkeftinê, û hemû gelê me yê ku di nava vê berxwedaniyê de cihê xwe digire ez tevan silav dikim, bi israrbin ku ev herêmên hatine dagirkirin pêwîste bêne rizgarkirin, ne mukîne ku em rihet rûnin heta ku bihostek xaka me di bin destê dagirkeran de hatibe dagirkirin û her wiha ev miletê me yê ku di nava kampan de koçber bûne û li hemî deverên ku zor û zehmetiyê dikşînin, em rihet nabin heya ku ew jî venegerin ser xaka xwe, di mala xwe de bi rengekî rihet û azad jiyan bikin û bi serwerî, azadî û serfirasî û her wiha ji bo xwedî derketina li destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê ez dibêjim ku lazime tevahî gelê me xwe berpirsyar bibîne û li beramberî van êrîşên ku çêdibin em yekîtiya xwe xort bikin, em hêza xwe hîna komî ser hev bikin, û bi taybet ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî tev erkdarin ku tevlî refên şoreşê bibin. Her kes tevlê bibe ji bo ku hem ji bo parastina destkeftiyên ku hene, her wiha ji bo rizgar kirina deverên ku hatine dagirkirin. Yanê xwedî derketina li şoreşê û her wiha parastina wê destkeftiyên wê bi axaftin û nirxandinan tenê pêk nayê, ya girÎng pratîke, xistina pratîkê jî jê re fedakartî û kar jê re lazime, di heman demê de fedakartî, kar û pêşengtî yê ku herî zêde jê re amade û herdem xwe îspat kiriye û pêşengtî kiriye ew ciwanin, hêviyên me herdem ewin ku ciwan rola xwe ya pêşengtiyê hîna bi rengekî serketîtir û mezintir pêk bîne, ji bo ku vî gelî bi hemû pêkhatiyên xwe em şoreşa demoqratîk bi ser bixin û serkeftinên ku çêbûne jî misoger bikin û biparêzin.