NAVENDA NÛÇEYAN – Bi minasebeta salvegera Berxwedana Mezin a 14’ê Tîrmehê, li gelek deveran bîranîn û çalakî hatin li dar xistin.
Ciwanên welatparêz li Gewer û Silopî berxwedana 14’ê Tîrmehê bi fîşekên agir bibîr anîn. Ciwanên welatparêz diyar kirin ku ew ê bibin şopdarên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û destnîşan kirin ku ew ê têkoşînê li her qadê berfireh bikin.
Ciwanên welatparêz berdewama daxuyaniyê de;
“Em kadroyên pêşeng ên partiyê di kesayeta Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pir, Akif Yılmaz û Ali Çiçek de, ku di 14 Tîrmeh 1982 de di Berxwedana Rojiya Mezin de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr tînin û berxwedana 14 Tîrmeh silav dikin û dibêjin ku em bi biryarin ku têkoşîna wan ber bi serfiraziyê ve bibin.” gotin.
GEWER – Ciwanên welatparêz
SILOPÎ – Ciwanên welatparêz