RANYA – Çalakiya Komeleya Ciwanên Welatparêz ya li bajaroka Hacîawa ya ser bi Ranyayê li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê di roja duyemîn de bi dawî bû.
Komeleya Ciwanên Welatparêz di çarçoveya kampanya “Werin cenga azadiyê” ku li dijî dagirkeriya Tirk ragihandine, duh li ber Baxê Giştî yê bajaroka Hacîawa Konê Berxwedanê vedan.Çalakiya ciwanan îro di roja duyemîn de bi dawî bû.
Ciwanên Welatparêz heta niha çalakiyên wiha li çend navendên Herêma Kurdistanê li dijî dagirkeriyê lidar xistine.
Di çalakiya ku du rojan berdewam kir de, pirtûkên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî hatin belavkirin.