NAVENDA NÛÇEYAN –
Tevgera Ciwanên Şoreşger di 14’ê Tîrmehê de Kongreya xwe ya 3. lidarxist. Kongre li Hesekê de tevlêbûna sedan delegeyan rojekî berdewam kir. Piştê nîqaş, nirxandin û pêşniyaran herî dawî meclîsa giştî ya kongreyê bi daxuyaniyekî ve encamnameya kongreyê parvekir.
Encamnameya ku hate xwendinê wiha ye:
Me wekî Tevgera Ciwanên Şoreşger kongreya xwe ya 3’emîn di dîroka 14 ê tirmehê de bi hejmarêk têrker ya ji delegeyan pêktê, bi coş, heyecan û bi biryardariyekî xurt, bi şiyara ‘’Emê Bi Ciwanti Şerê Gelê Şoreşgerî Rexistin Bikin, Şoreşa Çandî Mîsoger Bikin’’ lidarxist. Peyamên ku ji 4 aliyên Kurdistan û ji dervaye welat, ji tevgerên ciwanên kurd ji bo kongreya me hatine moral û maneviyatek mezin da hemû pêkhateya kongreyê. Ev yek jî carekî din diyar kir ku yekîtiya neteweyî, di asta ciwanan de pêk hatiye. Her wiha ji bilî ciwanên Kurd tevlîbûna ciwanên netewên dîtir ya kongreya me îspat kiriye kû pergala netewa demokratîk ji aliye hemû pêkhateyan ve hatiye pejirandin. Em vê yekê jî wek serbilindiyek û serkeftinekî pîroz dibînîn. Ji bo vê jî em 3’min Kongreya Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê di serî de di şexse şehidên me ye pêşeng Ş. Levend, Ş. Serhet, Ş. Goran, Ş. Beritan Canfeda û Ş. Baran Mawa de, diyariyê Serok Apo, tevahî şehidên şoreşê, hemû gelên azadîxwaz û ciwanan dikin û pîroz dikin.
Di pêvajoyek wiha girîng de lidarxistina vê kongreyê bêgûman erkên pir girîng yên dîrokî li tevahî ciwanên welatparêz ,têkoşer, azadîxwaz û şoreşger bar kiriye. Di vê pêvajoyê de di pêşengtiya tevgera azadî ya kurd û berxwedêrên wê yê leheng de, dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Di serî de li beramberî tecrîda dijminê hov, Rêberê me Rêber Apo di nav têkoşîn û berxwedaneke bêhempa de ye. Dîsa gerîlayên ku ji vê berxwedanê îlham digrin jî, li beramberî dijminê faşîst, qirker û dagirker têkoşîneke fedaiyane dimeşînin. Ango parastina tevahî hebûn û destkeftiyên gelê kurd bi rihekî fedayî tê kirin. Li ser vî esasî me jî wekî tevgera ciwanên şoreşger lidarxistina kongreya xwe di pêvajoyek wiha de û di dîroka 14 ê tirmehê de ku di dîroka têkoşîna azadiya gelê kurd de wekî destpêka berxwedana fedaîyane tê naskirin, hîn zêdetir bi wate dît. Ji xwe Şoreşa 19 Tîrmehê, ango Şoreşa Rojava encama berxwedaniya 14’ê Tîrmehê ye û sûd jê vergirtiye. Ji ber vê yekê jî Şoreşa Rojava li ser bingehekê saxlêm pêk hatiye. Em wêkî Tevgera Ciwanên Şoreşger xwe li hemberî berxwedanvanên 14’ê Tîrmehê û hemû destkeftiyên şoreşa Rojava berpirsiyar dibînîn. Parastina destkeftiyên me em wekî deynê Stûyê xwe digrin dest. Ji bo vê jî soz û peymanên kû şehîdan ji bo Kurdistanek azad dane, emê teqez bigihinîn encameke dirokî. Ji bo vê yekê jî em kongreya xwe pir girîng digrin dest. Ji xwe di kongreya me de, herî zedê rastiya Serokatî, Şehîdan, Şerê gelê Şoreşgerî, avakirina netewa demokratîk, parastina nirxên şoreşê, pêşxistina çanda me ya dirokî û ji bo vê jî erk û berpirsiyarên me yên demê çi ne? niqaş li ser hatine kirin.
Kongreya me sedama alozî û qeyranên ku li herêmê rû didin, bi rêxistin nebûyina ciwanan û civakê vê penasê kir. Tevgerên ku civakê re rast peşengî nakin, dibin sedema alozî û qeyranan. Ger ku rexistin kirinek xûrt hebe û civak û ciwan rast werin perwerde kirin, tu hêzê dagirker nikare bigihîje armanca xwe. Piştî van tespîtan kongreya me, gihişt vê encamê; yê ku me teqez bigihîne armancê, rexistinkirina şerê gelê şoreşgerî ye. Li ser vê bingehê stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi qasî nan û av pewîst hatiye dîtin. Jiber vê jî, jibo ku her qade jiyanê li gor şerê gele şoreşgerî were amade kirin û rexistinkirin îradeyek xurt derketiye holê. Ji bo pêşxistina şerê gelê şoreşgerî, rastiya serokatî û şehîdan rast fehm kirin û pêkanîn, esas hatiye dîtin.
Dîsa di 3. Kongreya Tevgera ciwanên şoreşger de, avakirina netewa demokratîk û paradîgmaya Serok Apo ya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jin, ji her alî ve hatiye nirxandin. Ji bo avakirina netewa demokratik; hêz, afirînerî, dinamîzm û çalakbûyîna ciwanan, wek pêwîstiyeke jê veneger hatiye ditîn û di vî warî de, her hevalek destpêkê xwe berpirsiyar dîtîye. Herwiha bi avakirina netewa demokratîk re, parastin û pêşxistina çanda şoreşê erkekî herî sereke ya ciwanan hatiye dîtin.
Dîsa kongreya me erk û berpirsiyariyên demê careke din daniye pêşiya ciwanan û ji bo ku hemu ciwan di vê demê de rol û misyona ku dikeve ser milê me çawa bi cih bîne, diyar kiriye. Di van mijaran de rexnedayînek xurt hatiye dayin. Taybet jî sekin û helwesta ciwanan ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a faşist, pewîste çawa be? berfireh hatiye nirxwandin. Bi giştî; di hemû nîqaş û nirxandinan de û tevahî hevalan de, îradeyek ji pola, biryardariyek xurt, ji xwe û hêza xwe bawerdariyek bê dawî, derketiye holê. Em jî wekî tevgera ciwanên şoreşger tekoşîna xwe ya li beramberî hemû cûreyên dagirkeriyê, ta ku bigihinîn encamê, heta dawiyê şer bikin. Şerê gelê şoreşgerî rexistin bikin, pergala netewa demokratîk, teqez ava bikin.
Li her demî û her derî li gorî slogana kongreya me diyar kiriye; ‘’ Eme Bi Ciwantî Şerê Gelê Şoreşgerî Rexistin Bikin, Şoreşa Çandî Misoger Bikin’’ tekoşîn bikin.
Bi giştî li ser esasên van nîqaşan, di 3’min Kongereya Ciwanên Şoreşger de Biryarên ku Hatine Girtin wiha ne:
1- Tevgera ciwanên şoreşger Azadiya fîzîkî ya Rêber APO dike navenda hemu xebat û tekoşîna xwe. Li ser esasê paradîgma û îdeolojiya Rêber APO li tevahî cîhanê bê belavkirin, têkoşîna pratîk, bîrdozî û rêxistinî dimeşîne
2- Ji bo azadiya fizîkî a Rêber Apo kampanyayêk di asta rojhilata navîn de, were destpêkirin.
3- Ji bo fikr û ramanên Rêber APO li Sûriye û li tevahî rojhilata navîn were naskirin, pejirandin û belavkirin, hemû rexistinên ciwanan re civîn, komxebat û semînerên navnetewî werin çêkirin.
4- Tevgera ciwanên şoreşger bi şiyara ‘’Werin Cenga Azadiyê’’ li ser esasê serxistina hamleya ‘’Dem Dema Azadiyê ye’’ hemû kar û xebatên xwe dimeşîne.
5- tevgera ciwanên şoreşger hemu kar û xebatên xwe li ser esasê rêxistinkirina şerê gelê şoreşgerî dimeşîne û serkeftina teqez di vê stratejiyê de dibîne.
6- Li dijî şêwazê jiyana modernîteya kapîtalîst, şêwazê jiyana çanda şoreşê pêşxistinê esas digre û li ser vî esasî di hemu qadên jiyanê de xwe rêxistin dike û ji bo avakirina hişmendiya wê, di serî de perwerde, gelek kar û xebatan dimeşîne.
7- Li dijî erîşên şerê taybet û li dijî sîxurî, bikaranîna maddeyên hişbir, fuhuş, destdirêjî û tundutijî, faaliyetên zanakirin û perwerdeyê dimeşîne. Xetekî çalakî ya aktîf pêşdixe.
8- Li dijî dewleta Tirk a faşîst û hemu hêzên dagirker û mêtînger têkoşîneke aktîf dimeşîne. Ji bo vê yekê jî bi hemû rêxistinên ciwanan yê dij pergala kapîtalîst û dagirker re, ittifaqan ava dike.
9- Ji bo rizgarkirina hêrêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkanî û Grê sipî li dijî dewleta Tirk a faşîst, dagirker û qirker, li her qad û demê de, bê navber têkoşîn dimeşîne.