NAVENDA NÛÇEYAN – Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê derbarê kiryarên dewleta Tirk li dijî gorên şehîdên “Berxwedana Serdemê” ya li Efrîna dagirkirî de daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi amadebûyîna endamên Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê li navenda wê ya li bajarê Qamişlo hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê Nûr Ebdullah ve hat xwendin. Li cihê xwendina daxuyaniyê pankarta bi nivîsa “Ji bo tola şehîdan werin cenga azadiyê” û logoyê Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) hatibûn daliqandin.
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
”Weke tê zanîn di sala 2018`an de dewleta Tirk bi alîkariya Rûsya dest bi êrişên li ser Efrînê kirin. Li ber çavên cîhanê bi hovîtiyeke mezin di qirkirinê de derbas kir û mînaka wê di dîrokê de kêm hatiye dîtin, ji qirkirina fîzîkî bigire heta talankirina ax, xweza, av, tecawiz, destavêtin û guhertina demografîk pêk tîne.
Xwestin bi wan êrişan gelê me yên berxwedêr teslîmbigirin, lê bi berxwedan û destanên lehengiyê ku her kes da şewqkirin 58 rojan li ber xwe da. Ew berxwedan rûyê rast ê dewleta dagirker nîşanî dunyayê da, lewma niha li Efrînê tola berxwedanê ji gel hildigirin. Roj tune ye ku kuştin, talan û kiryarên derveyî mirovahiyê pêk nayîn, her dawî dest bi xerabkirina goristanên şehîdan kirine û dixwazin vê jî weke gorê komî nîşan bidin û bi vê yekê raya giştî bixapînin.
Her dawî em wekî Yekitiya Werzîşê ya herêma Cizîrê kiryarên dewleta dagirker şermezar dikin û dibêjin tu carî derew û xapandinê we asta vîn û berxwedana me kêm nakin.
Her roj wê tekoşîna me ji bo tolhildan û rizgarkirina Efrînê zêdetir bibe. Li ser wan bingehan banga me ji bo tevahî gel, ciwan û lîstikvanên wezîşê ew e ku xwedî li qehremanên xwe derkevin û dagirkeran ji welatê me ku bi xwîna bi hezaran qehremanan hatiye avdan biqewitînin.”
Daxuyanî bi sloganên “Bijî Hêzên Rizgariya Efrînê“ û “Şehîda namirin” bi dawî bû.
ŞEHBA
Bi heman armancê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Efrînê û Yekitiya Jina Azad a Herêma Efrînê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrisê kom bûn û daxuyanî dan.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Yekitiya Jina Azad Rewan Mihemed ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê hatin şermezarkirin û bi sûcekî dermirovî hate binavkirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin hemû îdiayên dewleta Tirk ên derbarê goristanê de derew in û hate gotin ku goristan a şêniyên kantona Efrînê e ku di çarçoveya Berxwedana Serdemê de şehîd bûne.
Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî hate kirin ku rola xwe li hemberî şêniyên Efrînê bi cih bînin.
Piştî xwendina daxuyaniyê diruşmeyê silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.