ATÎNA – Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê di roja 198’an de dewam dike.
Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê lidarxistin di roja 198’an de bi koma 40’an dewam dike.
Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dorvegerî tê lidarxistin dewam dike. Çalakî li kampa Lavrîo ya Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê û pênc rojan carekê bi dorvegerî tê lidarxistin.
Çalakiya ku di roja 198’an de bi koma 40’an dewam dike. Çalakî bi rêzgirtinê destpêkir. Berdevkê koma nû diyarkir ku çalakiya xwe bi ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê û 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojeva berxwedanê dewr digrin. Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bi can, bı xwîn em bi te re ne ey Serok” , “Bijî berxwedana zindana” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.