QAMIŞLO – Bi beşdarbûna endamên Yekitiya Ciwanên Suryanî, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê, konferasn li hola El-Riwabî ya li bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Berpirsê berê yê Yekîtiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, Sibhî Meleka bixêrhatina beşdaran kir û got: “Em wekî hêzên ciwan ku ji vîna gelê me yên Suryanî dest pê kirine, me ji roja yekem ve soz da ku em ê mafên gelê xwe û gelên bindest bi dest bixin.”
Berpirsê Nivîsgeha Ciwanan a Partiya Yekitiya Suryanî de, Gabriêl Şemon got: “Em daxwaza azadiya serok Seîd Melekî û azadiyê ji hemû girtiyên di zindanên rêjîmên desthilatdar de dikin.”
Tikldarî mijarê, Endamê Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk, Nasir Nasro destnîşan kir ku ciwanan roleke pêşeng a girîng bi rêya parastina axa xwe bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, lîstin.
Di konferansê de nameyên pîrozbahiyê yên ji hêla saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine şandin, hate xwendin.
Piştre sînevîzyonek der barê kar û çalakiyên Yekîtiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî de hat pêşkêşkrin.
Tê payîn ku Yekitiya Ciwanên Pêşverû ya Suryanî, dê çalakî û xebatên xwe yên salane binirxîne û sazûmaniya xwe ya rêxistinî nîqaş bike û serokatiya yekitiyê hilbijêre.