NAVENDA NÛÇEYAN – 15 Sibatê ji bona me rojekî reş û dîrokî ye. Di dîrokê de pir komplo, lîstikên qirêj, îxanet pêşketine. Lê ti komplo qasî komploya li ser Rêbertî bi lanetî kûr de nehatiye jiyankirin. Îxanetekî bi destê dostê sexte û ji ber kêmbûna hevaltiyê eger bi komployê encam bibe, êşekî giran li mirov dide jiyankirin.
Serokê min, komploya navnetewî li ser we hate meşandin. Lê belê di şexsê we de hemû mirovahî, gelê Kurd û tevgera me hate hedefkirin. Di dîroka azadiyê de de vê lêpirsînê hemberî her mirovakê/î û hemû cîhanê hesab bexwaze.
Serokê min, hêzên tarî bi dîl girtina we xwestin fikir û ramanên we, bîrdozî û felsefeya we ji holê rakin. Bi polîtîka xwe ya qirêj xwestin tevgera PKK`ê bêhêz bikin û bitemirînin. Dixwestin çarenûsa gelê Kurd mîna di şexsê Şêx Seîd, Seyîd Riza de çawa di tariyê de hiştibin, dîsa vê pêkanînê dûbare bikin. Bi vî awayî dîsa gelê Kurd bê Serok bihêlin.
Hêzên serdest û hegemonîk baş dizanin ku; holê rakirina gelekî holê rakirina Serokê wî gelî ve girêdayî ye. Gelekî bê pêşeng tine bûnê re rûbirû dimîne.
Serokê min, we li hemberî van hêzên tarî têkoşînek fikrî û jiyanî pêşxist. Di navenda wan de bi hêzekî pir mezin hem rûmeta mirovahiyê parast, hem jî bi exlaqa civakî re ku heqîqeta wê we nîşanî mirovahiyê da. We hemû lîstokên wan ên veşartî, maskeyên rûyê wan û polîtîkayên wan ên qirêj derxist holê û we ew vala derxistin. We bawerî, hêvî, coş û heyecana têkoşînê di dilê her kadroyekî/ê û gelê Kurdistanê de çand. Ew hêzên rûreş û qirêj ev hêza We ya bê sînor nedizanîn. We gelê Kurd li hemû cîhanê da nasîn. Îro gelê Kurd bi bawerî û hêviyekê pir mezin hemû qadên cîhanê di nava têkoşîneke bê hempa de ne. Ji heft salî, heya heftê salî bê tirs û bi hirseke pir mezin li hemberî hêzên komploger di nava şer de ne. Serî radikin û xwe feda dikin. Bi agirê laşên xwe pêçandiye ve derdora we xelekekî ji agir çêdikin.
Rêberê min, cara yekemîn tevgera me beyî ku hûn amadebin xwest ku komplo, îxanet û tesfiyekarên di hindir de berteref bike. Hemû hêz û kesan digot “êdî PKK qediya.” Lê belê ew hêz û baweriya ku me ji we girtî, rêka serkeftinê nîşanî me da û rêka me ronî kir. PKK xurtir û mezintir bûye. Ew hêvî û xeyalên wan ên bextreş hemû vala derketine.
Wan jî dît ku PKK naqede û Rêberê me ne bi tenê ye.
15`ê Sibatê ne tenê wek rojekî reş tê destgirtin. Ji wê rojê heya îro ne dîrok, ne jî ti kes vê roja reş ji bîr nake. Ji ber ku ji bîrkirin îxanet e.
Ji bo min ne tenê roja 15`ê Sibatê, her roj, her demjimêr li nava lêpirsîna hindirîn de derbas dibe. Hemberî Rêbertî kesayetiya xwe, hevaltiya xwe ya kêm di nava lêpirsînek wijdanî de derbas dikim.
Wek jinekê ez hertim xwe di nava lêpirsîneke hundirîn de derbas dikim. Ez deyndarê we me Rêberê min. Ne bi tenê rojekê, ez bîst û çar demjimêran dixwazim bi we fikirandin û we jiyankirinê ve derbas bikim. Ez li hemberî we soza bilindkirina têkoşînê nû dikim.
Dibêjim bijî mirovê heqîqetê Rêber APO
Her bijî rêhevaltiya rast
Bimire hemû hêzên komplogerên bêbext
Rojbîn Mahîr Dêrik