QAMIŞLO – Berdevkê YPG Nê Nûrî Mehmûd ji bo salvegera Şoreşa Rojava ji ajansa me re axivî. Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd, diyar kir ku Şoreşa Rojava di encama ked û bedelên mezin de bi ser ket, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Dema ku mirov 19’ê Tîrmehê bibîr tîne, bê guman, yekem tiştê ku tê bîra we serdem e berî şoreşê ye. Yek ji sedemên ku şoreş hewce kir azadî bû. Dewleta Sûrî mafên gelek kesan bin pê kiribû. Pergala yek-partî dixwest her tiştî di bin destê xwe de bihêle. Xwe li pişt perdeya neteweperestiya Ereb veşart, û netewe û çandên din li Sûriyê ji azadiya xwe bêpar bûn. Bi taybetî gelê Kurd.
Axaftina Nurî Mehmûd tevahî wiha ye:
“Şoreş yan jî nozdeh tîrmeh ê bîr tîne bêgûman bêrîya şoreşê tê bîra mirov sebebek bingehîn ya ku pêdivî şoreşê hebû ew jî ya azadi bû mesela azadî bû weke hûn dizanin hûndir Surîyê da gelek maf binpê hatî bû kirin. Sistem a ku heyîya tek partî ya ku dixwast her tiştî di hundir tekela xwe yan jî di hundir etîka ra xwe de bihêle her hemû azadî binpê kiribûn di heman deman de xwe di êxisti bû pişt perdeya netewperestiya Ereb û netewên dîtir yan jî çandê dîtir pêkhatiyên dîtir di hundir Surîyê de ji hemû azadîyên wêna mehrûm hatî bûn hiştin bi taybet jî gelê Kurd gelê Kurd di vê (peyvajoyê) xwedî roleke girîng bu tişta ku di mora xwe li şoreşa nozdeh tîrmehê êxist bêgûman pêşengtiya gelê Kurd bû gelê Kurd di hundir Surîyê da bû bi giştî taybet Rojavayê Kurdistanê ji hemû azadîyên xwe mehrûm bû zimanê xwe mehrûm bû bi çanda xwe mehrûm bû heta nikaribû parastina nasnameya xwe bikira yanî temamen gerek dikir ku ferdekî Kurd di hundir Surîyê de dema ku jîyan bike gerek dike îmtîlale jî sîstemê bi heta nika bikariba jîyan bikira rûm jî hiqûqê xwe yên medenî hiqûqê yên çandî hiqûqê yên însanî mehrûm bû dest danîn ser axa wina dest di hat danîn ser nêrînên wê yê siyasi tiştekî ku ji bo wêna ji bo gelê Kurd di hat rewa di hat dîtin yan jî di maf di hat dîtin di hundir sîstemê de tune bû lê belê ev ya yanî a gelê Kurd hîn li gor netewî dîtir ê di hundir Surîyê de yan jî netewa Ereb di hundir Surîyê de yan jî di hundir mantiqê bi giştî de eger mirov bigire dest gelê Kurd hîn zêdetir bindest bû.
Li eynî wextê de netewên din jî rewşeke vî rengî de bû ji bo vê Kurd di hundir Rojavayê Kurdistanê yan jî Bakurê, Rojhilatê, Surîyê de ji bo azadiyê zû da di tev digeriyan yanî ji bo mafên xwe yan jî statûya xwe dixwestin bidin dîyarkirin bi vê ve girêdayî netewên din jî van sîstema wan de tengavîyek mezin da bûn yanî netewa Ereb bi xwe jî ji vê sîstemê di hundir bêzaryekê da bû ji gelek azadiyê xwe de mehrûm bûn pê be girêdayî netewa Suryan, Ermen, Çerkez, Türkmen hemû pêk hate û çandên heye. Di vir de ji azadiyê xwe mehrûm bûn pêdivî bi şoreşê hate dîtin hinek aliyên yan jî sîstemên heyîvana ferq dikir bi rastî ev xwestin ev enerjî û hêza ku ji bo şoreşê xwe rêxistin dike ji pêş dikeve xwestin qanalîzeyê sîstema xwe bikin yan jî hedefên xwe armancê xwe bikin carek din bînin derceke ku bikeve bin hîzmeta dest hilatdariya ji bo vê jî gelek navên cûda lêkirin hêzên cûda derketin yanî mesela (Muslim wek DAİŞ El-Nusra) wek van grupên ku destpêkê xwe cihê şilhur binavkirin. Her weha navê şoreşê wek rabîen Erebî bi tenê hate dîtin yan jî bihara erebî tenê hate dîtin vana bi giştî xwestin ku hêza şoreşê qanalîzeyê berjewendiyên xwe hedefên xwe bikin vê nozdeh ê tîrmehê de vana giştî bû bi taybet bi pêşengtîya gelê Kurd û projeyên Rêber Apo hêlişt ku gelê Kurd cûdayî hêzên din ve cûdayî tarafên dîtir ku nerînên wan şoreşê cûda meselê mêze bike ji lewra nozdeh ê tîrmehê cûdayî bihara Erebî bû cûdayî tarafên ê din ê ku dixestin bibin destlarîya yan jî bibin bindestlarî da kar bikin cûdayî wana hatin derketin.
Wana jî netîce yê da me famkir ku tu tarafe ku xwedî proje xwedî armanc nebû lê nozdeh ê tîrmehê projeyekê ku sağlem li ser wêna hatî bû dehan salan li ser vîna hatîbûn fikirandin sîstem hatî bû famkirin her weha pêdivî civakê hatî bû famkirin. Nozdeh ê tîrmehê temamen azadîyê yên civakî hedef girtin ji lewra cûda bû îro jî em dibînin ku piştî nozdeh ê tîrmeh’ê gelek tarafên îda dikin ku ewana Şoreş’in dîtin ku welat firotin îmkanên welat firotin hetta Îstîklal’a gel kirin û a niha jî ku kesekî ji wana di hundir welat’da ji bo welat kâr tine yê ku heye jî diber ecindên dewleta Tirk da yan jî rejîma Tirk da yan jî rejîmên din ê ku berjewendiyên wê di hundir Surîyê de hene di berjewendiyên wana tev digerin le Nozdeh’ê tîrmehê temamen hedefên ku civakê da dabûn pêşîya xwe. Hêvîyên civakî di jîyanekê demokratîk da jîyanekê pratîkda jîyanek bi rûmet, bi tevahî li gorî armancên ku civakê dane pêşiya xwe, pêk hat. Di vî warî de, şoreşa ku di sala 2012′ an de li Kobanê dest pê kir; Efrîn, Cizîr û seranserî welêt li dijî el-Qaîde û hêzên dibin Şer dikin pûç kir. Mina ku îro jî tê dîtin van pêkhate û hêzan xwe radestî pergalê kirin û têk çûn. Ew di bin kontrola rejîma Tirk a faşist de, di bin kontrola Iranê de an jî di bin kontrola rejîma Surîyê de tevdigerin. Em wateyek cûda didin û nex dibin.
Ji bo gelên li bakurê Suriyê û Rojava şer dikin dıxwazin vînek ji bo jiyanek bi rûmet ji bo armancekê biafirînin. Ji ber vê sedemê, ew bû bingehek ji bo tasfiyekirina rêxistinên çete yên mîna el-Qaîde-daiş li Rojava û Suriyê. Nozdeh ê tîrmehê ên ji Islama rast durketine têkbir û hemî avahiyên neteweperest tasfiyekir. Şuna wa berhevkirina hemî bawerî, nasname û civakên cihêreng ên li wir dijîn îradeyek azad afirand. Em îro lê dinihêrin ewê li derveyî neteweya Kurd e ku li Bakurê Suriyê û Rojava dijî; Neteweyên Ereb, Suryanî, Ermenî, Çerkez û Türkmen hene û ev gel li kêleka gelê Kurd in û di pergala ku afirandine de cih digirin he weha di asta navneteweyî de pêkhate yên cîhanê jî der dora vê şoreşê kombun. Heta bigre koalîasyona navnetevî heta bigre devletekî mina amerîka, rusya, li der dora vê projê kombun di şêrê li hember terora işid’da. Ti arteş ji xwere itimad ne dikir ku işid tune bike û bin bixwe. Encex şoreşa civakî a ku demokrasi û azadî dixwaze ew bin xistin û ji ber wê jî hemû hêza li der dora şoreşa Nozdeh’ê tîrmehê kombu. Ji 2012 heya naha demek dîrej derbas bu. Dema merif temaşe dike nêzîkatîyek Ji rêzê destgirtinek heye. Yanî metirsî ne mane ti xetetî tune em dikarin bi rehetî jîyan bikin, ti xeterî li ser şoreşa me ne maye, nêzîkatîyên bi vî rengî derdikevin pêş mixabin. Rihê berpirsyatî, yê ku xwedî şoreşê derbikeve û xeterîyên heyî bisekinîne wextê wêde, lewaztîyek heye û merif wêna dibîne. Jibo vê bi teybet ciwan; ji ber ku pêşengtî û pêşxistina şoreşa Nozdeh’ê tîrmehê ciwanbun. Hezama wekî YPG Anjî roja îro QSD di bingehê xwede hezek ciwane. Û Ciwanan karibu pêşengtî yan jî pêşî girtina hemu wechên dagirkerî û terorê da, yên ku inkar û imha yê esas girtin sekinin û rê li peşîya civakê vekirin ku bikaribin sîyaset bikin. Lê belê ew rihê ku di destpêka şoreşê da avabuyî roja îro mîna rahavetek heye, Rehetbuyinek heye. li hember xeterîyên heyî be tetbîrbuyînek heye
Pêvîste çawa di destpêka şoreşê da ew gelê ku bi hişmendî ya şerê gelê şoreşgerî tevgerîya û têkoşîya hewceye îro jî bi heman rihî berdewam bike û xwedî derkeve. İro saziyên xwe li gor pêdivî yên pergalê em li ser pîya nehêlin xort nekin û rêxistin nekin; yên ku li bendêne kemînê dene gi dixwazin destkeftî yên şoreşê dest daynin ser hene. Yanî çı rejîma tirk dibe, rejîma surî dibe, hêzên azadî ne xwaz dibe, dixwazin van destkeftî yên gel dest daynin ser û bin bixin. Ji lewra pêvîstî rêxistinbuyînek xort heye.
Bi teybet jî xwe rêxistin kirina hêza cewherî. Ango parastina cewherî. Bê goman, gelê ku Rojava yê Kurdistan de dijî gelekî şoreşgere. Ev gel pêvîste xwe hî zêdetir rêxistin bike. Ji ber me pergal û mafên xwe di asta navtewî de. Mîsoger ne kirî ye. Ji ber wê sazîbuyîna me bi berpirsyartî yêk xwezayî pêş bikeve ku bi karibe statu yek were dest xistin. Ji lewra berî her tiştî parastina cewherî her ferdek ku li vir jîyan dike ji xwere esas bigre û bi wi ruhî tevlîbuna xwe bide çêkirin. Her wuha ev hêza cewherî we pêşîya sîyaset pêşxistina aborî jîyanek azad û bi rumet bi afrîne di salen derbas buyî de, bi hezaran şehîd bi hezaran birîndar hatin dayîn. Her wuha fedakarî yên maddî hatin qurban kirin. Ji ber wê jî pêvîste em xwe û destkeftî yên xwe biparêzin. Hemu êrişên werin ser me, bi awayek rêxistinkiriem bibin bersiv da ku em bikarin wana bin bêxin. Şoreşa Nozdeh’ê tîrmehê bi şêvazê hêzên mîna al-Qaide-daiş û her wekidin bi bin xist. Disa dagirkeri anî astek têk biçe. Di dawî de 10 min salvegera şoreşa Rojava yê Kurdistan de Hemu Şehidên şoreşê em bi bîr tinin, dîsa Ji birîndarên xwere serkeftin di jîyana wan re dixwazin, û ji gelê xwere rêxistinbuyînek hin bi hêztir dixwazin û serkeftin”