QAMISLO –
Şervanên YPG-YPJ ku cihê xwe di Şoreşa Rojava ya 19 Tîrmeh de girtin û bi hezaran şehîd û birîndar dan, ji ajansa me re axivîn. Şervanên ku ji ajansa me re axivîn bal kişandin ser vê yekê ku Şoreşa Rojava encama keda gel û şervanên şehÎd ketî ye. Di heman demê de, wan diyar kir ku ew ciwanên Kurdistanê ye ku dê şoreşê berfireh bike.
Axaftina şervanan wiha ye:
Navê min Dicle Cûdî ye, ez ji bajarê Tirpesbiyê me, damezrandina 19’ê Tîrmehê destpêkê li Rêber Apo, hemû malbatê şehîdan, li hemû hevalên ku di çeperên şer de li berxwe didin û hemû malbatê welatparêz pîroz dikim. Destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gel li benda derfetekê bûn ku li dijî rêjîmê rabin serhildanê, li Rojava bi salan bingehek fikir û felsefeya Rêber Apo heye, û gel jî xwe bi vê fikir û felsefeyê ve bi rêxistin kiribû, şoreşa Rojava bi serhildanan destpêkir, piştre hêdî hêdî sazî hatin avakirin û rêxistin kirina gel berfirehtir bû, di her warî de jin bi rola xwe ya pêşengtiyê rabû û jinê destpêkê xwe di bin sîwana Kongra Star de bi rêxistin kir, têkoşîn û berxwedanî kir.
Raste me gelek şehîd dane, li hember vê şihadetê û li hember keda ku hate dayîn, kîna me ya li hember dijmin zêde bû, li hember dijmin jî berxwedanî û têkoşîna me her mezin bû. Em wekî jinên Rojava ji her netewî me cihê xwe di nava şoreşa Rojava de girt, bi taybet jî di nava refên YPJ’ê de, bo mînak; jinê tu carî di qada şer de gav paş de neavêt, jin ewqasî li hember dijminê hov li berxwe dide, û jinê xwe îradeya xwe îspat kir, ev şerê jinê di wê astê de ewqas li ser dijmin bandor kiribû, heya dijmin digot ger em bi destê jinê bên kuştin em naçin bihuştê, ji ber vê yekê hêrsa jinê ya li hember dijmin her ku çû zêdetir bû, jinê jî xwe ji her aliyê de bi pêşxist, û bêhtir her netewî hev du qebûl kir.
Em wekî jinên Kurd, Ereb, Sûryan ûermen di bin sîwana YPJ’ê de xwe perwerde û birêxistin dikin, û xwe li hember dijmin diparêzin, şerê me ji bo parastina tevahî jinên cîhanê ye. Em bang li tevahî jinan dikin ku werin beşdarî YPJ’ê bibin.
Şervanên YPG’ê
Navê min Gabar Qamşilo ye, ez di togaya şehîd Harûn de cihê xwe digirim, erka min jî qûmîtantiye.
Roja 19’ê Tîrmehê rojekî tê bîra me dema ku heval hatin vê derê, wê demê hîna dewlet û sîstema Sûriyê li ser xwe bû, wê demê grupek biçûk ji hevalan derbasî Rojava bûn, lê beriya wê jî rêxistin di vir de hebû, piştî wê hêdî hêdî grupa hevalan mezin dibû, û tevlî nava gel dibûn di hemû bajarên Rojava de cihê xwe girtin, êdî di nava gel û hemû bajaran de cihê xwe girtin û dest bi rêxistinbûyînê kirin, li ser vê esasî destpêkê YPG’ê avabû û xwe bi sîstem kir, ji bo çi YPG’ê avabû? Ji ber Tirkan, Eniya Al Nosira, Artêşa Azad û Rêjîma Sûriyê ve dixwastin ku axa Rojava dagir bikin, û bixin bin kontrola xwe, ji gelek aliyan ve êrîş dikirin ji bo ku warê Kurdan desteser bikin, lê li hember vê jî bi grupek ji hevalan artêş ji bo parastina welat ava kirin, beriya ku YPG’ê jî ava bibe YXK’ê hatibû saz kirin, wê demê her grupek bi sîlehek û du qilêş bûn, hêdî hêdî me di taxan de cihê xwe girt, her hevalekî erkek girt û wisa rêxistina xwe dewam kirin piştî wê êdî sîstema YPG’ê çêbû YPG’ê hate îlan kirin, di serî de şehîd Xebat Dêrîk ew pêşengê me yê şoreşê bû, gava ku YPG’ê avabû, dewleta Tirk artêşa xwe hemû anînîn Serêkaniyê û gelek cihên cuda, şervanên YPG’ê li hember vê li berxweda mîna şehîd Lawend, şehîd Serhed û gelek hevalên din jî li berxwedan, bi şihadeta van hevalan re artêşa YPG’ê mezin bû û gelek kesan çeka van şehîdan rakirin û li ser şopa wan riya xwe dewam kirin, lê me dît ku şer di Rojava de her ku çû firehtir bû.
Bi rastî jî mirov çiqas li er şoreşa Rojava an jî 19’ê Tîrmehê biaxive nikare ewqas şirove bike, ji ber ku me bi hezaran şehîd û birîndar dane. Piştre YPG’ê xwe bi sîstem kir, destpêkê tabor bûn hejmara tabora taxan ji 180 heya 250 bû, her taxak, wekî taxa Hilêliyê, taxa Enteriyê, taxa Xerbî û li gelek alanên din jî me xwe bi rêxistin dikir, piştî wê jî me bi sîstema taboran cihê xwe di nava şerê bajaran de girt, wekî şerê Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê, Holê û Şengalê ev şerên me hemû bi sîstema taboran bû, vê dawiyê piştî sîstema taboran bû sîstema togay, herî dawî şerê me yê li hember dewleta Tirk bû sîstema tîman. Dewlwta Tirk bi gelek êrişên xwe re hewlda ku xwe li ser Rojava serwer bike lê nikarî bû, êdî tengav bû nema tiştek ji destê wan derdikeve, ji ber ku hemû şervanên YPG’ê û YPJ’ê ve me dijmin xist bin bandora xwe de me ew vala derxistin, ji ber vê mecbûr mane ku hemû awayên desthildariyê li Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî didin bi rêve birin, em jî li hember vê qet nesekinîne em her li berxwedidin û şer dikin, ji bo rizgarkirina welatên dagirkirî em amadekariyên xort dikin, çi ji destê me bê emê bikin û riya van şehîdên xwe dewam bikin, ji çi me bê xwastin em hazirin û emê welatê xwe ji bin destê dagirkeran derbixînin.
Em 19’ê Tîrmehê li hevalên xwe yên ku di çeperên şer de cihê xwe digrin pîroz dikin, em li malbata şehîdan jî pîroz dikin, em soz didin gelê xwe ku emê heya dawiyê vê riya xwe dewam bikin. Banga min ji bo hemû ciwanên kurdistanê heye ku van êrîşên dagirkeriyê yên li ser me bibînin û ji bo tolhildana van şehîdan werin beşdarî nava refên YPG’ê û YPJ’ê ve bibin. Bijî serok apo.
Şervanê bi navê Aram jî wiha got:
Navê min Arame ez ji Qamişlo me, salvegera 19’ê Tîrmehê şoreşa Rojavayê Kurdistanê, wekî gavek mezin bû, bi keç û xortên xwe û hemû gel û netewên cuda hemiyan cihê xwe di vê şoreşê de girtin, şoreş kêmekî bi zor û zehmetiyan û bi bê derfetiyên re gel xwe bi rêve dibir, ev gihandina me ya roja îro bi saya hevalên ku şehîd ketine ye. Em di roja me ya îro de berdewamiya şoreşê bi awayekî xort dikin, di nava şoreşê de gelek zehmetî û kêmasî hene ji ber ku şoreş tiştek biçûk nîne, mecbûre ku gelê kurd, Ereb û tevahî netewên ku di Rojavayê Kurdistanê de jiyan dikin barên şoreşê rakin ser milê xwe, ji ber ku ne tenê erka YPG’ê û YPJ’ê ye, ji ber ku pêwîste em şoreşa xwe berdewam bikin em wê di nîvî de nehêlin, û ne jî ku em jê sar bibin, divê bedelên ku hatine dayîn em wan ji bîr nekin, em şoreşa xwe heya serkeftinê berdewam bikin, raste dibe ku rojên pêşiya me zehmetiyên xwe hîne zêdetir be, li gor vê jî pêwîste em hîn zêdetir li berxwe bidin, û îradeya xwe xort bikin, di encamê deem xwediyê vî welatî ne kes nayê welatê me ji me re rizgar nake ev erkê me bi xwe ye, ger kes xwe berpirsyar jî nebîne wê xwe winda bike, tiştekî kêm nîne ku gelê Kurd bi ziman, netew, çand û dîroka xwe jiyan bike, ev hemî ji encama zehmetiyan hat, em xwediyê vê xakê ne me ev welat bi berxwedanî rizgar kiriye. Mirov bê ked û bê xwîn nikare şoreşê bike û xwe azad bike, ji xwe temenê azadiyê jî bi ked û xwînê diyar dibe.
Banga min ji ciwanan re ye erka destpêkê dikeve ser milê wan, ji ber ku yê ku karibe qedera şoreşê biguherînin û azadiyê misoger bikin ciwan bi xwe ne. şoreşa Kurdistanê an jî şoreşa Rojava di encamê de ji bo gele pêwîste gel bi xwe bi xwe bi rêve bibe û xwedî li şoreşê derbikeve.