NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi wesîleya salvegera 9’an a Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Jiyana civakî ya azadîparêziya jinê, wekhev û gelparêz ku li Rojava ava bû û kete sala 10’an , li gelên Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê pîroz be.”
Di daxuyaniyê de şehîdên şoreşê bi hezkirin, dilsozî û minetdarî hatin bîranîn û salvegera şoreşê bi taybetî li gazî û birîndaran hate pîrozkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Agirê şoreşê ku li Rojava bi pêşengiya gelê Kurd hate dadan, bi têkoşîna mil bi mil a gelên Ereb, Suryan, Asûrî, Tirkmen û Çeçen li ber ala biratiya gelan dewam dike. Modela jiyana demokratîk û azadîparêz bi komunan, meclîsan, modelên rêveberiya xweser bi rengê rêveberiya xwe bi xwe ya gelan hebûna xwe dewam dike. Destketiyên azadî û wekheviyê yên gelan, bi berxwedana bi berdêlên giran mezin dibin.”
Di daxuyaniyê de işaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî hate kirin û hate gotin, “Bi polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê yên li van herêmên dagirkirî, dijminatiya xwe ya li gelan nîşan dide û bi rêbazên çeteyên faşîst komkujiyan dike. Êrişên zayendîperest ên li dijî jinan, destavêtin her roj hîn bêhtir dijminatiya wan a li jinan radixe pêş çavan. Bi girtina deriyên sînor hewel didin ji bo pêwîstiyên mirovî jî hewcedarî emperyalîst û kapîtalîstan bike. Li gel dorpêçiya polîtîk, aborî û leşkerî, li gel êrişên dagirkeriyê jiyana civakî ya li Rojava ava bûye bi berdêlên giran tê parastin û mezinkirin.”
Komîteya Rêveber a HBDH’ê diyar kir ku Rojava nîşaneya şoreşa yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê ye û wiha dewam kir, “Li dijî karakterê dijminê gelan, siyaseta dagirkirin, îmha û înkarkirina gelê Kurd a dewleta bûrjûva ya faşîst, ev şoreş derbeke gelekî girîng e. Parastina Rojava rêya serketinê ya şoreşa me ya yekbûyî ya Tirkiye û Kurdistanê ronî dike û derba dawî ya kuştinê li dewleta bûrjûva ya Tirk a faşîst dixe. Li dijî her cûre êrişên li ser vê çepera şoreşgerî ya li Rojava ku sembola ala rûmetê, azadiyê û têkoşîna li dijî faşîzmê ye, em ê her tim amade bin, bi milîs û hêzên xwe yên gerîla em ê bi berxwedana gelên xwe bersiva pêwîst bidin. Wezîfeya me ya bingehîn e ku li dijî dagirkeriyê bibin yek û faşîzmê hilweşînin.
Em bang li gelên xwe, jin û ciwanên Tirkiyeyî û Kurdistanê dikin ku bi erka xwe rabin.
Şoreşa me ya Rojava ku 19’ê Tîrmeha 2012’an hate ragihandin û salvegera 9’an tê pîrozkirin, bi coş silav dikin û soza xwe dubare dikin ku em ê bi Rojava re bin, hesabê êş û şehîdên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bipirsin.
Li Kurdistan û Tirkiyeyê em ê faşîzmê hilweşîninn. Azadî wê bi ser bikeve.”