NAVENDA NÛÇEYAN –
Luqman GULDIVÊ nivîsand
Meseleya ziman û meseleya çînên civakî bi hev ve elaqedar in. Yanî zimanê her çînê, awayê xweîfadekirinê û awayê rewakirina meseleyan ji hev cihê ye. Ev cihêbûn esas elaqeya li jor min behsa wê kir jî rave dike.
Vêca, em behsa yek zimanî jî bikin – sermeselê Kurdî – meseleya ziman a her çîna civakî ne heman mesele ye. Jixwe, Ingilîziya çîna jêr û çîna navîn, ya çîna navîn û çîna jor, a nexwende û akademîsyenan ne yek Ingilîzî ye.
Lê ez niha bi vê danekevim. Meseleya min helwêstên beramberî ziman ên çînên cihê ye. Ji bo çînên jêr û ji bo çinên navîn û yên jor hest, hesasiyet, niyet, armancên xwedîderketin û xwedîderneketina dewama zimanekî, encamên van helwêstan in ku di pêvajoyeke pirr tevlîhev de diyar dibin.
Li bavekî ji çîna jêr bifikirin. Ji ber ku bi zimanê Tirkî nizane, ew gelek eziyetê dibîne, bi rengên cihê mexdûr dibe û di her warê jiyanê de dezavantajên wê hene ji ber ku zimanê wî Kurdî ye. Ev bavê ji çîna jêr, gava hewl bide zarokên xwe fêrî Tirkî bike, heta bi wan re bi Kurdî nepeyive û nehêle ku bi Kurdî zanibin, mirov li vê bi awayekî serwext dibe, jê fêm dike. Yanî sedemên helwesta wî beramberî Kurdî û Tirkî diyar in.
Mirov dikare van helwêstan li gorî nihêrîna xwe rexne bike yan jî pesnê wan bide.
Axir jixwe min bi qest behsa dêyekê nekir, min nimûneya bavekî minasibtir dît. Ji ber cinsiyetperestiya civakî ya ku barê ziman li ser pişta jinê û nexasim dayikan bar dike, û yên mayî ji xêr û guneh bêrî dike.
Vêca em wilo bi hêsanî dikarin van helwêstan, rexne, mehkûm bikin, carinan belkî aliyên wan bigirin. Lê çima em nikaribin helwêstên ziman ên çînên navîn rexne, mehkûm bikin yan jî pesnê wan bidin!
Beriya çendekê nivîskar Lal Laleş, kitêbeke helbestê bi Tirkî weşand. Mirov dikare li meseleyê tenê di warê edebî de binihêre, nirxandineke edebî bike. Jixwe, gava mirov li zimanan binihêre, dibîne ku fonksiyona wan hemûyan yek e. Bi wî awayî jî hemû divê miameleyeke wekhev bibînin. Ev wekhevbûna gerdûnî tenê ji ber pêşhukmên bi pirranî neteweperest, hineke nijadperest û esebî dikeve ber lêpirsînê. Esas ti ziman ji zimanê din ne çêtir, xweştir, naziktir, romantîktir û wekî dintir e.
Ji ber wê, gava mirov di hevpeyvîna Vecdî Erbay de dixwîne Lal Laleş tenê ji “Kurtçe” û “Turkçe” re dibêje “wekhev” û “bira” di serî de û pêşî vê wekheviya gerdûnî difeşkilîne. Piştre pîne dike mealen dibêje, heger li hemberî Fransî û Rûsî hestên negatîf nînin li hemberî Tirkî jî divê nebin. Ev jî meseleya feşkilandina peywenda gerdûnî ya wekhevbûna zimanan baş nake.
Ez wî ji çîna navîn a Kurd dihesibînin. Muhtemelen ji ber ku di gotara avakirina vê çînê de jî heye, ne hema yekî welê ji rêzê ye. Ji ber wê ev gotinên wî, li rexneya her kesî yanî li amê vekirî ne. Hinek dikarin pê re bin û hinek dikarin li dij bin, hinek hişk û hinek nerm bin. Qebûlkirina vê yekê û bêhnferehiya beramberî amê jî hêviya ez ji kesekî welê dikim e.
Rexneya min a din jî li gotinên wî yên di nava vê argûmanê de beloq û esas ji peywenda argumanê jî dûr e: “Ji biratiya gelan bawer nakim. … bi ya min divê ew heval bin”. Ji ber ku ji peywendê qut e, ez vê weke peyama, ‘esas ez ne weke tevgera Azadiya Kurdistanê difikirim’ fêm dikim. Heqê wî ye, lê ne cihê wê bû. Beloq disekine. Mirov dikare peyama xwe piştî wê di beşekî din de jî bide. Çi elaqeya wê bi wekhevbûna zimanan heye?
Lê em li qisûra esas a vê argumanê vegerin. Hizra gerdûnî ya wekhevbûna zimanan, esas li dijî helwêstên neerênî yên beramberî zimanên bi dezavantaj, ên ku navendên hêzên siyasî û eskerî zextê li wan dikin, bi pêş ketiye. Berevajîkirina wê, û weke qenaeteke belav hebûna helwêstên negatîf ên beramberî Tirkî di nava Kurdan de, argumaneke gelekî bipirsgirêk e. Ez vê jî elaqedarî rewşa çîna navîn a Kurd dibînim. Di rewşa welatekî dagirkirî de helbet mirov fêm dike çima ev arguman heye, lê parastina wê weke pêlekê, weke ku ev helwêst bêxwedî be, di nava gotara Kurdî de teşwîqkirina wê pirsgirêkeke cidî ye û bi ya min divê mirov rexne bike
YENİ ÖZGÜR POLİTİKA