QAMIŞLO – Şoreşa Rojava ya 19-ê Tîrmehê, wekî şoreşek jinan, di serî de Kurdistan û Rojhilata Navîn re bû malê jinên hemû cîhanê.
Jinên ciwan di afirandina şoreşê û piştre pêşvexistina vê şoreşê de roleke sereke lîstin. Me bi Medya Yusuf, endama Rêvebiriya Jinên Ciwan re, li ser rol, mîsyon û pêşengiya jinên ciwan di pêvajoya şoreşa Rojava, beriya şoreşa Rojava piştî şoreşa Rojava de axivîn.
Diyar kir ku beriya şoreşê, jin ji hêla rejîma BAAS ve wekî vîn nedihatin dîtin, Medya Yusuf tekez kir ku jinên ciwan, ku bi şoreşê re bîhna azadiyê didin, pêşengiya hemû warên jiyanê dikin û wiha domand:
Şoreşa Rojava wek çiruskekî li Kobanê destpêkir û tevahiya Rovava belavbû. Ev şoreş bi navê jinê hate naskirin. jiber ku di şoreşê de Jin roleke sereke lîst. Beriya şoreşê dinav pergala Rejîma Baas de jin wek îrade nedihate dîtin. Bi destpêkirina şoreşê ve jinên ciwan roleke sereke lîstin. jiber ku jinên ciwan bi şoreşê re bêhna azadiyê girtin. xwestin pergal û zîhnîyeta ku bi hezara salan liser wan hatiye ferz kirin, xwe jê xelas bikin û ber bi azdiyê ve biherikin. Ev jî bi rêya rêxistinbûnê tê kirin. dibe ku ji aliyê siyasî, leşkerî û rêxistinî de tecrûbeyên wan tinebûn lêbelê; bi destpêkirina şoreşê liser van tevahî beşan perewerde kirina hate pêşxistin. Piştî ku jinên ciwan xwe perwerde kirin, vê carê ji perwerde kirina civakê re pêşengtî kirin. ji ber vê rewşê ev bû sedem ku rêxistinbûna jinên ciwan her biçe berfirehtir bibe. Piştî demekî kongre û konferansên xwe çêkirin.
Li Kobanê di 19 ê Tîrmeha 2012 an de destpê kirina şoreşê de rejîm hîna serwer bû, ji aliyê leşkerîde û alavên şer de hîna xurt bû û tirsek liser gel hîn dewam dikir. Bi pêşengtiya jin gav hat avêtin, vê rewşê cesaret xist dilê civakê da ku bikaribe li hember hebû zilm û zordarî û zextê dijin bisekine.
di 19 ê Tîrmehê de bi destpêkirina şoreşê ve sazîbûna jin jî her ku xurttir bû. Hem ji aliyê sazîbûna xweser de hemjî di pêşketina saziyên giştî de xwedî roleke kedkarbûye. Taybet jinên ciwan dinav vê pêşengtiyê de jî pêşengtî kir û kedeke mezin da. Bi şoreşa Rojava re ew zîhnîyet, reng û terzê jiyana pergala desthilatdar ku tê de zilam serwere, di her qadê jiyanê de pêşe û jinê qebûl nake û paşde dihêle hate şikandin. ji pergala hevserokatiyê bigire heya rêxistinbûnên xweser û bi rêya vê rêxistinbûnê perwerde kirina zilam jinê roleke pir gîrîng lîst. Ev jî berhemên destkeftiyên Şoreşa Rojava ne.
Şoreşa ku Ji Rojava destpêkir, li tevahiya Rojhilatanavîn bûye wek nûmûne û cesaret û hêvî daye tevahî cîhanê ku îro berê xwe didin Şoreşa Rojava. Dema ku mirov li naveroka vî şoreşê mêze dike pir rehet dixûyê ku wisa bi hêsanî nehatiye avakirin. Ev şoreş liser ked û mîrateya 45 salan ku Serokatî daye, qehremanên di zidanan de, bi saya gerîla û şehîdan hatiye ava kirin. jiber vê bingeha mîrateyeke bi vê şeklê tenê bi Rojava re sînordar nemaye û bûye malê tevahî cîhanê. Dîsa Serokatî bi qasî 20 salan li vê sahayê maye. Tevahî civak bi rêya perwerdê amade kir. Gel liser vê perwerde û zanebûnê xwe xiste xwediyê vê şoreşê.
Bê gûman gelek encam û berhemên gîrîng yê vê şoreşê hene. îro tevahiya sazibûn me yên heyî liser vê ked û mîretaye şoreşê hatine ava kirin. Beriya şoreşê di pergala Rejîma Baas de jin nikaribû derketiba derveyê malê. Lê îro bi hezaran jinên ciwan dinav lêgerînên azadiyê de ne, dinav rewşeke pêşnegtiyê de ne, berê xwe didin perwerdeyan, di tevahî sazîbûna de cih digirin û berê xwe didin xebatên leşkerî. Bi vê pêşengiya jina Kurd bandorek mezin ji jinên Erbe jî kir. ev jî berhemek ji şoreşa Rojava ye. jiber ku jina Ereb bêyî ku zilam li gel wê be nikaribû derketibaya derveyê malê. Niha jinên Ereb berê xwe didin azadiyê, berê xwe didin perwerdê û cesaretek têde hatiye ava kirin. Bê guman ev hemî encam û berhemên Şoreşa Rojava ne. Îro jî her ku diçe bi xwe re nûbûnan diafirîne. Ev jî berhemên fikrên Rêber Apo û parêznameyên wî ne. Zarokên ku niha dinav vê şoreşê de mezin dibin jî dixwzain bibin pêşengê vê şoreşê.
jinên ciwan beriya şoreşê jî heya astekî kar û xebat dimeşandin. Lê bi şoreşê re kongre û konferansên hatin kirin ve rêxistinbûn û sazîbûn pêşxist. Îro jî bi hedefa ku tevahiya jinên Suriyê û Rojhilatanavin rêxistin bike azad bike tevdigere. jiber ku rêxistin kirina jinên ciwan tê wateya red kirina pergal û zîhnîyeta desthilatdar û derbeyên herî mezin li dijmin dayînê. Bi şiara jinekî cijan jî bê rêxistin nemîne kar û xebat hatin meşandin, gelek perwerde û rêxistinbûn hate pêş xistin û çalakiyên bi bandor hatin kirin. Dîsa gelek caran hemle hatin pêşxistin, hemleyên ji bo azadiya Serokatî hatin kirin, hemleyên seferberiyê hatin kirin. Hemleyên li dîjî kuştina jinê hatin kirin. ango her cure hemleyên ku em ji desthilatdariyê re dibêjin na hatin pêşxistin. ji bo hemleyên giştî jî pêşengtî hatin kirin. Vî rewşê di rêxistibûna jinên de xurtbûnek da ava kirin û tevlêbûna jinên ciwan yên Ereb ve ev rêxistinbûn xurttir bû. Her wiha vê rewşê bandor li jinên ciwan yên welatên cûda cûda kir ku xwe rêxistin bikin, li hember xîhnîyeta desthilatdar û dijminê şoreşê bisekirin. Bi taybet li hember dagirkeriya tirk ku naxwaze îrade jin derkeve pêş, naxwaze îradeya gelan derkeve pêş, bi taybet naxwaze îrdeya gelê kurd derkeve pêş xwe rêxistin û çalak kirin.
Gelê Rojava jî êdî ne wek gelê berê ye ku xwe teslîmê desthilatdaran bike na jî berxwe nede. Me mînaka ya herî baş li Efrînê dît. Gel heya ku azadiya xwe bidest nexe û hebûna xwe misoger neke ewê hertim li berxwe bide. Îro di şoreşa Rojava de rehendeke herî gîrîng ku hatiye rêxistin kirin de derveyê hêza parastina jin ypj hêzên parastinê yên jin bi awayek civakî jî hatiye rêxistin kirin. dinava vê hêza parastina civakî de bi temenê mezin heya temenê ciwan dinav vê parastinê de cihê xwe digire. Parastina bajarê xwe, taxa xwe, kolana xwe dike. Ev hişmendî beriya şoreşa rojava di gel de tinebû, ev bi şoreşê hate ava kirin. jiber ku parastin karê tevahî civakê bi vê zanebûnê jin û tevahî civak dinavê de cihê digire. Gel niha li ser esasê perspektîfa Rêbertî bi Şerê Gelê Şoreşgerî xwe rêxistin dike û parastina xwe dike. jiber ku ev şer şerê hebûna xwe parastinê ye. gel êdî bixwe jî rê nade qirkirinek bi destê dagirkeriya tirk an jî destê hêzeke din yê dagirker pêk were. Gel gihaştiye wê zanebûnê ku yekem rê rêya berxwedan û serkeftinê ye. Jiber vê yekê gel armanç kiriye ku ev cihên niha hatin dagirkirin jî rizgar bike û dagirkeriyê tine bike. Jin û jinên ciwan jî wê pêşentiya vî bikin.
Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Bi ruhê jina têkoşêr, bi ruhê jina seferber, bi ruhê jina azadixwaz wê ev şoreş bi serbikeve, wê bibe malê tevahî cîhanê û jinan. Ev şoreş niha li tevahî cîhanê bi pîrozbahiyan tê pêşwazî kirin. Ev pîrozbahî nîşaneyên xwedî derketina keda Serokatî, lehengên şehîd yên vê şoreşê û berxwedanvanên vî şoreşê ne. Wek rêxsitina jinên ciwan em jî dibêjin emê heya dawiyê bibib pêşengê vê şoreşê, li xwedî li Rêberê gelan, Rêberê mirovahiyê Rêber Apo û paradîgmaya wî derkevin. Dîsa emê xwedî şehîdên şoreşê derkevin.