NAVENDA NÛÇEYAN – Gaziyên Rojava di derbarê 19ê Tîrmehê de ji ajansa me re axivîn. Dêrîniyên şer ên Kurdistanê diyar kirin ku divê Kurd li dijî dijmin bibin yek, û divê ciwan nirxên xweyên şoreşgerî biparêzin.
MİZGÎN ÎDRÎS wiha got:
Em di serîde şehîdên şoreşê bibîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Şoreşa Rojava îro ji bo Gelê Kurd, Gelê Ereb, Gelê Asûr, Gelê Ermen û tirkmen bûye çavkaniya hêvî î azadiyê. Taybet jî jibo jinê. ji bo jinên kurd, jinên ereb, jinên eremen û tevahiya jinên cîhanê bûye hêviya azadiyê. fikir û felsefeya Rêber Apo gelan jinû ve şîn kir û anî ligel hevdû û rakir ser piyan. mirov bi dil rehetî dikare bibê je ku Şoreşa Rojava şoreşa berxwedanê ye. Şoreşa azadiyê ye. Şoreşa serkeftinê ye.
Em wek gaziyên şoreşê li hember her cure dagirkeriyê disekirin, qebûl nakin, em bi her awayî li hember dagirkeriyê xwedî helwestên xurtin û emê dagirkeriyê ji welatê xwe bavêjin. Em ji bo tevahiya gelê Kurd bangawazî dikin ku li hember her cure dagirkeriyê bibin yek û bi dijmin re hevkarî neki, di xeta îxanetê de cihê xwe negirin, li gelê xwe û axa xwe îxanetê nekin. divê ciwan û jinên ciwan jî heya dawiyê di her qadê de pêşengtiya vê şoreşê bikin.
Em wek gaziyên şoreşê, 19 ê Tîrmehê Şoreşa Rojava li Rêber Apo, li gerîlayên Azadiya Kurdistanê, li tevahiya hevalên Gazî û gelê Kurd pîroz didkin.