LAVRÎO – Li Lawrio Şoreşa Rojeva bi girseyî hat pîrozkirin
Li bajarê Lavrîo ya girêdayî paytexta Yewnanistan Atînayê salvegera şoreşa Rojava bi girseyî hat pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) , Navenda Çanda Kurdistan û Tevgera Jinên Kurd yên Ewropa (TJK-E) bi rêzgirtinê destpê kir. Qad bi alên PKK, KCK, YPG û posterên cangoriyan hat xemilandin. Bi sedan Kurdîstanî û enternasyonalîst tevlî pîrozbahiyê bûn.
Di derbarê Şoreşa Rojava şervanê YPG Merwan Kurdo axaftinek kir. Kurdo diyarkir ku Şoreşa Rojava tenê ne ji bo gelê kurd ji bo hemû rojhilata navîn mizgîniyek bû wiha domand: “serhildana Rojava, Şoreşa Rojava serkeftiya me yî ya herî mezin e. Em serbilindin. DAİŞ û dewleta tirk bi hev re têk çûn. Herîzêde dewleta dagirker dewleta tirk têk çû. Min milekî xwe di berxwedana Kobanê de wenda kir lê min gelek tişt qezenç kır. Azadiya Rojava, azadiya gelê kurd hîn pîroztir e.”
Piştî axaftinê Koma Kulîlkên Lavrîyo sitran gotin. Dawiya sitranan sînevîzyona ku derbarê Şoreşa Rojava hatibû amadekerin hat pêşkêşkirin. Piştî sînevîzyonê govend hat gerandin û pîrozbahî bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava, “Bijî berxwedana YPG-YPJ” , “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin Jiyan azadî” bi coşeke mezin dawî bû.