QAMIŞLO – Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî di derheqê Şoreşa Rojava de ajansa me re axivî. Welîde Botî ya ku got Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye wiha berdewam kir:
Navê min Welîde Bûtî ye, ez endamê kordenasyona Kongra Star ya Rojava me, em derbasî sala 9’mîn ya salvegera şoreşa Rojava dibin, em 19’ê Tîrmehê li tevahî gelê xwe yê bindest û azadîxwaz pîroz dikin, şoreşa 19’ê Tîrmehê bû wek findek azadiyê ji bo hemû gelan, di nava vê şoreşê her kes bû xwedî îrade û hêz, ji ber ku şoreşa Rojava dûrî desthildarî û sîstema dewletê ye, destkeftiyên ku îro me bi dest xistiye hêviyên wê gelê azadîxwaz bû.
Şoreşa Rojava bi navê şoreşa jinê hat bi navkirin, ji ber ku jinê cihê xwe di nava her qadê de girt û pêşengtî jî jê re kir, bi taybet jî di nava çeperan de jinê berxwedaniyek bê hempa dida meşandin, û li beramber hemû êrîşên hovane xwe parast. Her wiha jinê cihê xwe di qada siyasî de jî girt, di vê qadê de xebatê jinê hemû ji bo îspatkirina îrade û biilindkirina dengê jinê ye.
Şoreşa 19’ê tîrmehê ji bo tevahî gelê bindest xwedî wateyekî cuda ye, ji ber ku gel gelek destkeftiyên mezin ji vê şoreşê bi dest xistin, ev destkeftî jî bisaya kesên ku canê xwe feda kirine me bi dest xist.
Di nava şoreşa Rojava de jinê bi lehengiya xwe navê xwe di dîrokê de nivîsand. Jin ji bo ku karibe jiyan bike xwe di her cihî de birêxistin bike, û bi taybet jî ji bo ku wekhevî û edaleta civakê bi rûniştandin di saziyan de têkoşînekê dide meşandin.
Bi giştî em dikarin bêjin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa jinê ye, ji ber yê ku civakê hilde ser piya û li ser rastiya wê bihêle jine, dibe ku em xwe neghînin her kesî lê pêwîste her kes bi rola xwe rabe.
Rêxistina me ya jin bi îdaeye ku em karê xwe heya serkeftinê berdewam bikin, û ji bo rêxistinkirina tevahî jinan hewildanên me yê xort me yên mezin hene, ji bo hemû destdirêjiyên ku li ser jinê tê kirin, em bi hêvî ne ku di demeke kurt de bidin rawestandin. Xebatê me ya rêxistinkirin û perwerdekirina jinan li pêşe û hîn jî hewldanên me hene ku em hîna pêşde bibin. Emê bi xebatek mezin hemû êşên jinê û civakê ve derman bikin.