NAVENDA NÛÇEYAN – Di rastiya jiyan û bizava PKK’ê de hertim berxwedan li hemberî îxanetê di hundirê şerekî de têkoşîna xwe dide meşandin û hertim berxwedanê li beramberî îxanetê, di vî şerê ku hatî meşandin de, serkeftin qezenc kiriye. Lê ev îxaneta ku îro xwe jiyan dike ne ji îro ve heye û di civaka gelê Kurd de xwedî dîrokeke reş û tarî ye. Ji ber Kurdan her di dîroka xwe de têkoşîn û berxwedan dane meşandin. Li beramberî vê yekê, hertim rastî dest avêtina îxaneta hundirîn û ya derve hatiye kirin. Ango îxanet di hundirê civaka Kurdan de weke kurmê hertim hundirê darê dixwe û di dawiyê de wê darê dixîne xwarê. Her wiha ev yek ji bona bêbextiya navnetewî jî bi wî rengî ye. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku îxanet herdem weke şûrê mirinê li ser serê gelê Kurd hatiye hejandin û gelê Kurd bi xofa wê re jiyandike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku destên bêbextiya navnetewî nehiştine ku gelê Kurd bi miradê xwe şadbibe û her car gelê Kurd rû bi rû yê îxanetê hatî ye. Lê şoreşa PKK’ê rastiya vê îxanetê derxiste holê û perda li ser rûyê wê yê qirêj û gemar da milekî û rastiya wê ji her kesekî re da diyarkirin. Ji bona vê yekê mirov dikare bibêje, ku her miroveke azadîxwaz û welatperwer, rastiya vê îxanetê dît û weke ku pêşiyên me Kurdan gotî “ger ku kurmê darê ne ji darêbe, zewala darê nayê”. Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje, ku tim neyarê Kurdan, bi rêya îxanet û parçebûna ku di nava civaka gelê Kurd de diçandin, dida bikaranîn sûd werdigirtin û heyanî îro jî sûd jê werdigrin. Lê bi rêya felsefeya Rêber APO û bîrdoziya PKK’ê wê kurmê darê were kuştin û wê gelê Kurd azad bibe.
Sal 1980’î bû, naskirina me ji PKK re ji nû ve çêdibû. Piştî wê di nava xebatên gel de û bi taybet di nava xebatên ciwanan de me cihê xwe digirt. Me ji milekî ve hem xebatên di nava gel de dida meşandin û ji milê din ve jî me amedekariyên xwe ji bona tevlîbûna nava bizavê dikir. Jixwe piştî wê û di sala 1988’an de tevlîbûna me ji PKK’ê re çêbû. Piştî ku tevlîbûn ji bizavê re hate çêkirin, ez derbasî qada Bakurê Kurdistanê bûm, li wê qadê ez heyanî demekî mam û ji wê şûn de, careke din ez vegeriyam Başurê Kurdistanê. Min li gelek bajar û deverên cuda xebatên gel û xebatê leşkerî dane meşandin. Kurte jiyana min a gerîla bi vî awayî ye. Jixwe di nava demên derbasbûyî de, bîranînên di nava şer de û hem bîranînên bi Rêbertiyê re yên ku me jiyankirî hene. Ji ber wê ez dikarim bibêjim ku cûr be cûr me bîranîn jiyankirine. Li gorî vê yekê ez dixwazim bîranînekî bi hevalan re parve bikim.
Cara yekmîn dema ku em derbasî Başurê Kurdistanê bûn û ji bona ku em xwe bighînin Bakurê Kurdistanê qada şer û cenga giran, lê hêzên îxanetkar û nokerên xwefiroş ên ku alîkariya dijmin dikirin nehiştin ku em vî miradê xwe bighînin serî û rêka me asteng dikirin. Di destpêkê de dihate xwestin ku em wan bê bandor bikin. Ango pêwîst e em di destpêkê de kurmê darê tinebikin, ji bona ku dar şîn bibe û xwe li ser piyan bigire. Ji ber vê yekê em tevlî şerê Başur bûn û me xwest ku em wê feraseta kevneperest a ku bi salan hatî rûniştandinê ji holê rakin. Ji ber ku hêzên îxanetkar hertim li pêşiya azadiya gelê Kurd astengek mezinbûn û hertim ji dijmin re weke dûvikekî bûn. Li gorî vê yekê em tev gihiştibûn wê baweriyê, ku heyanî îxanet ji nava Kurdan ranebe, wê dijmin li Kurdistanê neyê şikandin û wê gelê Kurd jî rizgar nebe. Her tim şerê navxweyî wê di nava Kurdan de rû bide. Lê bi têkoşîna PKK’ê, bi fikir û ramanên Rêber APO, têkoşîna gerîla û gelê welatparêz encax ev yek pêk were. Cûdayê wê têkoşîna bîrdozî û siyasî dikare kesayeteke azad a ku di her warê jiyanê de xwedî vîn û hebûneke azad bide avakirin. Ji ber wê me xwest li qadên Başur û li beramberî vê zîhniyeta îxanetkar û ya xwefiroş jî şer bidin meşandin. Jixwe armanca me ji vî şerî qezenckirin û hişyarkirina gel bû, li beramberî pergala partiyên ku serdestiya xwe li ser didine meşandin û berê vî gelî didine îxanet û hevkariya bi dijmin re.
Di dema ku ev şer dihate meşandin, em li qada Pîrêsê bûn û hijmara me wê gavê derdorê du yekîneyan bû, me amadekariyê xwe yê şer dikir. Coş û heyecana hemû hevalan jî di astekî pir bilind de bû. Piştî ku belavkirina hevalan li gorî yekîneyan hate çêkirin, hemû yekîneyên ku wê têkevin çalakiyê hatin diyarkirin. Hevalên ku têkevin yekîneya êrîşê û bi taybet hevalê Demhat ê ku bi eslê xwe Guyî bû û hevalê Avareş ê ku bi eslê xwe Şirnexî bû, wan herdu hevalan pir bala me hemû hevalan dikişand. Jixwe çanda me ewbû ku em ji beriya her çalakiyekê govendê bigirin, coş û kelecan çalakiyê bi govendê bighînin asteke herî bilind. Amedekariyê me yê çalakiyê ji her milî ve bi dawîbibûn, ji çek û rextê hevalan bigire heyanî tiştên herî biçûk, hemû hatibûn amedekirin û hemû heval ji bona çalakiyê hazir û amedebûn. Êdî dem dema kêf, şahiyê û gerandina govendê bû. Ew herdu heval ketin serê govendê û govend xelek bi xelek dora hev zivirî û weke pêlên deryayan pêl bi pêl diherikî. Me hemû hevalan li nava çavên hevdu dimeyzand û me ji xwe re digot: Gelo emê careke din hevdu bibînin an na?
Li serê govendê carcaran hevalê Demhat dikşand û carcaran jî hevalê Avareş dikşand. Te digot qey herdu hevalan sozdane hev ku serê govendê bikşînin û govendê bê serçopî nehêlin. Her kesê ku li wan herdu hevalan temaşe dikir di rûyê wan de hêvî, coş, kelecan û serkeftina çalakiyê û jiyana baş didît û hîsdikir. Ji ber ku di çavê wan de her tişt baş xuyadikir. Piştî ku hevalan govenda xwe bidawî anîn û em ketin rê. Yekîneya me bixwe alîkarê yekîneya êrîşê bû. Di navbera me û yekîneya êrîşê de xulekek anjî du xulek hebûn. Ji bo ku em bikaribin hem cihê wan hevalan dagirin û dema ku hate xwestin alîkariya pêwîst ji wan re bidin.
Em ketin rê û her yekîneyekê jî cihê xwe girt. Girê ku emê êrîşî ser bikin derdorê 300 pêşmerge û gelek leşker jî di nava wan de li wê derê bi cih bûbûn. Weke din gelek çekên giran jî di wî girî de hatibûn bicihkirin. Cihê ku wan digirt cihekî cûda bû ji bona me herdu hêz jî xwedî girîngiyekî mezinbûn. Armenca dijmin ew bû ku têkiliya me bi gel re qutbike û gel ji me dûr bixin. Weke din jî îxanetê jî dixwest ku rastiya xwe ji gel veşêrin. Di wê navberê de û piştî demekî kin, me tektîkê dijmin ferqkir ku çi diwaze. Ji bona vê yekê, me çeperê xwe girtin û me ji du milan ve êrîşî ser wan kir. Çalakî bi rengekî serkeftî bi rê ve diçû û tu wendahiyên me çênebûn. Lê ji ber ku şevtarî bû, di nava hevalan de şaşîtî derket holê û hevalekî li hevalê ku li pêşiya wî bû guleyan direşîne û wî hevalî şehîd dixîne.Hevalê şehîdketî jî, navê wî Demhat bû. Lê ji berî ku ew heval şehîdbikeve, hêviyê xwe yê serkeftinê û biryarbûyîna xwe dide nîşandayîn. Dema ku fîşek lê dikevin gazî dike û ji hevalê ku gule li wî bi şaşîtî reşandî re dibêje. “Ez hevalê te me”! Lê heyf û mixabin wê demê gule ji devê çekê derketibû û sînga hevalê Demhat derbaskiribû. Lê di dawiyê de jî hevalê Demaht dibêje yê ku serket em bûn û bi silogana “bijî Rêber Apo”, hevalê Demhat wê demê jiyana xwe ji destdide û şehîdikeve.
Piştî ku hevalê Demhat şehîd dikeve, ew çeperên mayîn hemû hatin xistin û gelek leşker û pêşmerge di wan pevçûnan de birîndarbûn û gelek ji wan reviyan. Çalakiya me bi rengekî serkeftî bidawîbû û gelek çekên giran û yên sivik jî me ji ser leşker û pêşmergeyan rakirin. Cenazeyê hevalê Demhat jî me li ser milê xwe hilgirt û em paşde vekişiyan. Di wê navberê de careke din dijmin derkete operasyonê. Lê ji ber ku barê me giranbû û gelek çek û cenazeyê hevalê şehîd jî bi me re bû. Beşek ji hevalan ketin êrîşê û em hevalên mayî jî, me cenazê hevalê şehîd xilaskir. Hemû hewildanê me ew bû ku em nehêlin cenazeyê hevalê şehîd bikeve destê dijmin. Piştî wê em gihiştin hevalan û me cihê xwe saxlemkir. Jixwe erkê me ew bû ku em parastina hevalan bikin, heyanî ku hemû heval xwe bighînin saxlemiyê.
Piranî hevalên ku tevlî çalakiyê bûbûn hevalên keçbûn, tenê çend hevalên xort di nava wan de hebûn. Di wê navberê de û her çiqasî hemû hevalan mereq dikir, ji bona ku bizanibin ka hevalê ku şehîd ketiye kî ye? Lê me nedixwest ku em hema ji hevalan re behsa şehadeta hevalê Demhat bikin. Lê dema ku çavê hevalan bi hevalê Xwînrêj ket û hevalê Demhat nedîtin.Wê demê hevalan dizanî ku hevalê ku şehîd ketiye hevalê Demhat e. Piştî çalakiyê heyanî çend rojan me nikarîbû hevalê Demhat bispêrin axê. Ji bona wê me ew di nava şikêran de veşart, heyanî ku dijmin ji qadê derket. Piştî demekî û dema ku hêzên leşkerê dijmin bi şûnve vekişiyan, me cenazê hevalê Demhat anî û me ew bi rengekî saxlem siparte xaka pîroz.
Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku hemû roj û bîskên jiyana gerîla tijî şer, pevçûn, berxwedan û qehremantî ne û jiyana gerîla bi ked, xwîn û xwîdanê tê jiyankirin. Ji ber wê dema mirov bîranînê xwe yên di jîyana gerîla de ku hatine jiyîn, tînê ser ziman, mirov pir zor û zehmetiyê dikşîne. Ji ber vê yekê ye ku bi van rastiyan re nebe yek nikare rastiya vê jiyanê, ji dil û can hîsbike û pê re bibe xwediyê giyan û vîneke azad. Weke din, pêwîst e ku mirov bizanibe di hundirê vê jiyanê de hem berxwedan heye û hem jî îxanet heye û herdu hertim di nava şer û pevçûnekî mezin û dijwar de têdikoşin. Lê di dawiyê de bêguman hertim berxwedan li beramberî îxanetê bi ser dikeve. Ji bo vê yekê pêwîst e em bizanibin ku ev hemû serkeftin û pêşketin, bi xwîna şehîdên pakrewan hatine avakirin. Ji ber ku avakirina kesayeta Kurd a azad û rizgariya civakê bihêsanî nayê holê û tiştek li ser rûyê vê dinyayê bêbedel pêknayê.
Leyla Yaşar