QAMİŞLO – Her dem ciwanên wê civakê ku pêşeroja civakekê diyar dike û jê re pêşengtiyê dike. Ciwana pêşengtiya Şoreşa Rojava ya 19 Tîrmehê kirin. Em bi yek ji şervanên Şoreşa Rojava jiyan kir û pêşengiya wê kir, bi Harun Apoyi re axivîn.
Di axaftina xwe de, Harun Apoyi, xebatên ku ji hêla fermandarê mezin ê ciwanan re pêşengî dikir Şehîd Baran Mawa vegot “Wê demê Şehîd Baran Mawa li gorî giyana serdemê tevgeriya û rêxistin kir, ji ber vê di sala 2011’an de gavên mezin hatin avêtin.” gotin.
Harûn Apoyî di berdewama axaftina xwe de wiha got:
Beriya ku şoreş destpê bike jiber polîtîka û zextên Rejîmê jiber ku gelek êş û zilma ku dîtibûn di gel de tirsek ava kiribû. Gelê me jî bi destpêkirina şoreşê ve ji şoreşên Libya, Yemen,Tûnûs û Misirê çêbibûn ku bi slogana ‘’ gel dixwaze rejîm hilweşe ‘’ destpê kiribû bandor bibû. fikrandina destpêk ewbû ku rejîma Baas û malbata Esad bikeve. ji vî derbas nedikir.
Di salên 2011 an de yek ji zehmetiyên ku hate kişandin jî gel qezenç kirin û ji nû ve baweriya qezenç kirinê va kirin bû. Herkesî wê demê vî jiyan didkir. Ya duyemîn jî gel ji bandoraşerê taybet ya kanalên medyaya Ereb derxistin bû. Şerê ragihandinê yê ku êrîşê mêjiyê tavahiya gelên Rojhilatanavîn dikir, bandora xwe liser gelê Kurdên Rojava jî çêdikir. Jiber vê yekê hejmarek ji gelê Kurd berê xwe dabûn li Himis, Hema û Dera’ yê û digotin em fadaîyên Himis, Hema û Dera yê ne. Sloganên Alahû Ekber diavêtin û alên wan radikirin. Di tevahiya bajarên Kurdan de vana dikirin. Gelek kurd hatibûn rewşeke ku bi destê xwe qetlîama xwe amade bikin. Ev wek dubarebûna dîrokê bû. ewê bişew,tiyna û hinekên din jî liser wan xwe bidana jiyan kirin. Kurdan careke din vê rewşê derxistin û vegerandin hêsan nebû.
Dema ku di sala 2004 an de qetlîama Qamişlo pêkhat, nêrîn, bê bawerî û mêze kirineke wek ‘’Wê demê gerîlla û pêşmerge nehatin, em niha rabin ser piyan ewê ma werin. Eger em rabin serhildanê wê dewleta Suriyê balafir, tang û top liser me bikar bîne. Gerîla bi qilêşan dikare di vir de çi bike’’ hebû.
Em dikarin bêjin ku sala 2011 an bû sala şikandina vê nêrîn û bêbaweriyê. Di sala 2011 an de yekemîn yekeyên parastina YXK di pêşengtiya Şehîd XEBAT DÊRIK de hatin ava kirin. Em dikarin bêjin ku di sala 2011 an de bingeha xebatên leşkerî hate avêtin. Dîsa rêxistinbûnên gel yên wek komun û meclîs bingeha wan hatin rêxsistin kirin.
Ji xwe Rejîma Suriyê êrîş nekir, piştgirî jî neda; dixwest bêyî ku êrîş bike di destê xwe de bigire. Hêzên çete û mûxalîf jî bi pêşengtiya Enks ê bi gurubên ku ava kiribûn ve piştgiriya pere didan wan û liser kanalên Ereb yên şerê taybet jî êrîşê berdewam dikirin. Di sala 2011 an de agahiyên wek Tevgera Apoyî, radestê rejîma Suriyê bûye belav dikirin. Bi reş kirina tevgera Apoyî xwestin pêşiya şoreşê bigirin.
Di sala 2011 an de li welatên Misir, Tunus, Lîbya, Yemen û Suriyê de di pêşengtiya ciwanan de tevgerandin çêdibûn. Jiber ku di Suriyê de ciwanên Kurd heya astekî di bin bandora muxalafetên Suriyê de mabûn, destpêkê girseha me kêm bû. Ji Fermandarên pêşeng Fermandar Baran MAWA, digot li Qamişlo tenê 100 kom bikin ku em bikaribin meş bikin. Lêbelê bi kedeke û xebateke mezin di pêşengtiya Şehîd baran MAWA de pêşket. Bi pêngav û perspektîfên Şehîd BARAN MAWA destkeftiyên mezin dihatin bidest xistin. Di sala 2011 an de di Rojava de heta wê demê hîç konferans pêşneketibûn de bi pêşengtiya şehîd Baran Mawa di 30 ê hezîranê de yekemîn konferansa ciwanan hate çêkirin. navê rêxistina ciwanan ya wê demê TEVGERA CİWANÊN DEMOKRATÎK ( TCD) bû. şehîd Baran mawa wê demê li Kobanê bi awayek ewarte konferans rêxistin kir da ku bikaribe li rêxistinbûna ciwanan li gor rewşa nû amade bike. Piştre rêxistina Komalên Ciwanên Rojavayê Kurdistanê (KCRK) hate ava kirin. Bi vê şeklê tevgera ciwanan ya ku nikaribû 100 ciwanan ve meş bike hatibû rewşeke ku bi sedan ciwanan rake ser piyan. Di vê pêvajoyê de di xebatên ciwanên xwendevan de jî pêşketin hatin jiyan kirin. Ji Dêrîkê heya Efrîn û Helebê rêxistinbûna ciwanên xwendevan hate pêşxistin. Ciwanên ku xwe bi perspektîfên Rêbertî rêxistin dikirin, bi YXK destpê kirin û hatin rewşeke ku bi YPG pêşengtiya şoreşê bikin. Tevahiya van pêşketin û destkeftiyan bi pêşengtiya Şehîd Baran Mawa pêkhatin.