MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanan di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de standa agahdarkirinê danîn.
Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN ji bo danasîna paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û balkişandina ser tecrîda giran û sîstematîk standa agahdarkirinê danîn.
Têkildarî paradîgmaya Rêber Ocalan û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê gelek broşur hatin belavkirin.
DRANCY
Li paytexta Fransa Parîsê jî ciwanan li banliyoya Drancyê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de meşek lidar xistin.
Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Libere Ocalan”, “Bijî berxwedana gerîla” û “Terorîst Erdogan” hatin qîrîn. Piştî meşê li ber şaredariya Drancy mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de ciwanan bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bang li ciwanên Kurd kirin ku dakevin qadan.
BÎELEFELD
Li bajarê Bîelefeldê yê Elmanyayê JXK’ê dosya li çapemeniyê belav kir.
Jin ên ciwan ên JXK’ê têkildarî êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dosya dan gelek saziyên çapemeniyê.
Di hevdîtinê de talankirina xwezaya Kurdistanê bi destê dewleta Tirk hate bibîrxistin.
DORTMÛND
Ciwanan li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê jî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de li nava trenan çalakî li dar xistin.
Ciwanên ji TCŞ’ê li hundirê trenan belavok xwendin û bi bîr xistin ku dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê gaz û bombeyên kîmyewî bi kar tîne.
Di çalakiyê de her wiha afîş hatin belavkirin.