BEHDÎNAN –
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ev daxuyanî dabû:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;
Di 7’ê Tîrmehê de saet di 07.00’an de li dagirkerên li Zendûrayê çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de bi îsabet li dagirkerên li gir hate xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne. Di çalakiyê de çepereke li gir û 2 pergala kamerayê ya mobesseyê jî hate îmhakirin.”