NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan hêza guhartinê ya ciwakê ye. Guhartinên mezin ên dîrokî her tim di pêşengtiya ciwanan de pêk tên. Şoreşa Rojava de jî pêşentî dîsa destê ciwanan de bû. Ciwanên ku vê şoreşê re pêşengtî kirine di derheqê şoreşê de ajansa me re axivîn.
Ciwanên ku dai asta pêşengtiyê de vê şoreşê de cihê xwe girtiye yek jî Harûn Apoyî bû. Harun Apoyî li ser piştgiriya Amerîkayê ya li gel Tirkiyeyê sekînî û got: Wê demê DYA bi awayekî eşkere Rojava de li dijî me bû. Ji bo TC’ê digot hevkarê me ye û sînorê Surî jî ji bo hevkarê me buye tehdît. Harûn Apoyî diyar kir ku hêza Kurda ya cewherî ew kiriye xwediyê maf.
Axaftina Harûn Apoyî bi tevahî wiha ye:
Piştî ku şoreşa 19 tîrmehê çê bû dawiya 2012 an de li ser tehdîda ku Hillary Clinton wezira karê derve ya Emerika yê piştî 19 tîrmehê bi 6, 7 roj derbasî Tirkiye ê bû. Hilary Clinton hevdîtin bi hemû saziyên dewleta Tirkiyê yên sereke re pêk anî. Serok erkanî û serokê îstîxbara Tirkiyê, serokwezîrê Tirkiyê wê çaxê ku Erdoxan bi xwe bû, di heman demê bi çeteyên Suriyê re, Meclis Watanî Surî û serokê çeteyên Tirka ku navê Ceyhş el Hur li xwe kiri bûn hevdîtin pêk anî û bi Erdoxan tehdît kir. Wê çaxê Hilary Clinton got: Li Bakurê Suriyê li ser sînorê alîgirê me Tirkiye dewleta Suriyê xwe vekişandiye û sînorê Tirkiyê ê başur teslîmê PKK kiriye, PKK hereketekê terorîste û metirsiye li ser hevkarê me Tirkiye ji ber wê em hatin Tirkiyê me nîqaş kirin, me civîn çêkirin û me tedbîrên vê xeteriyê girtin. Piştî wê êdî çeteyan êrîş destpêkirin. Diyar bû ku li wê derê biryar girti bûn. Wan nikarî bi şerê taybet şoreşa Apoyî asteng bikin, vê carê bi sîlehan dixwastin asteng bikin. Ev daxûyanîyan Erdoxan û Hilary Clinton îlana vî şerî bû. Li Eşrefiyê êrîş kirin, têk çûn. Barzaniyan jî di nav êrîşan de cihê xwe girti bû. Hetta hinek Barzaniyên Kobanê di nava çeteyan de êrîşi hevalên me kiri bûn li Eşrefiyê, esîr ketin destê hevala. Li wir têk çûn, vê carê li Qastel Cendo erîş kirin. Di navbera Ezaz û Efrînê de. Nêzîkê hefteyekê li wir jî erîş kirin û têk çûn. Fêm kirin ku ne li Heleb ne li Efrîn ê nikarin biserkevin. Çima? Li Heleb û Efrîn ê girseya Apocî zêdeye. Li Efrînê erîş dikin, coxrafiya çiyayiye û heval di çiya de xweş şer dikin, nikarin pêş de biçin. Ji ber vê fam kirin ku di qada çiyayî de nikarin bi rehet şer bikin. Li Heleb wer texmîn dikirin ku derdora Heleb girtine Eşrefî û Şêx Meqsud di çemberê de ne wê êrîş bikin û encam bigrin. Dema erîş kirin derbeka herî mezin xwarin, tirsiyan. Ji wê berê xwe dane herêma Cizîrê.
Wisa dawiya 2012 êrîşên çeteyan, çeteyê tirkan û KDP di nav de, gruba Mişail Temo û ketîba Selahaddin Eyyubî û ketîba Neviyên Barzanî bi çeteyên tirkiyê re bi navê Ceyhş el Hur erîşî Serêkaniyê kirin. Wisa hatin ketin Serêkaniyê. Li Serêkaniyê berxwedaniya destpêkê a hevalên ku bi navê YPG xwe îlan kiri bûn bû. Êdî xwestin bi sîleh nehêlin şoreş çêbe û erîş kirin. Dema ku li Serêkaniyê erîş kirin pirekî kes li herêma Cizîrê amedakariya revê kirin. Milet tirsiya, milet bawer nedikir ku wê şer jî çê be serkeftin jî çê be. Lê bi pêşengtiya hevalên ku li destpêkê li wê derê şer kirin û şehîd bûn , şehîd Serhed, şehîd Goran , şehîd Hogir, şehîd Lewend van hevalên ku destpêkê de li Serêkaniyê ketin şer û şehîd ketin û pirek hevalên din ku li Serêkaniyê şehîd ketin û şer kirin û serketin. Viya bawerî da gelê herêma Cizîrê. Ji ber wê welatparêzên herêma Cizîrê, ciwanên herêma Cizîrê, endamên YPG yên herêma Cizîrê cesaret kirin. Erd deşt be jî bajar be jî hereketa Apocî dikare şer jî bike ber xwe jî bide û ser jî bikeve. Bi hejmareke herî kêm li beramberî ew qas hejmarekê zêde, ew qas sîlehê hejmara zêde. Ev pir girîng bû. Naveroka berxwedaniya Serêkaniyê ya yekemîn, sekeftina Serêkaniyê ya yekemîn ev bû. Li Serêkaniyê de bêguman hevalê Abid Xelîl û hevalê Xalid ev hevserokên meclîsa sivîl û pêre 4 5 kesên dî şehîd ketin. Ji miletê Serêkaniyê û endamên sazî û meclîsên me bûn. Vane heman demê de şehîd keti bûn, di erîşa çeteyên a xeddar, a xayînane. Di bin navê hevdîtinê de bang kirin û li wan mirovan dan û şehîd xistin. Li ser vê esasê encamê de şehadeta van hevalan bi serkeftina Serêkaniyê tacîdar bû û bawerî di nav gelê herêmê de da çê kirin. Ev heman demê e girîng bû.
Di şoreşa 19 tîrmehê da me ji bîr kiri bû em bîr bixin, şehîd Bawer li Derîk ê şehîd ket. Hevalekê ji Rojhilat bû. Hevalekê brîndar û gazî bû. Hati bû ji bo tedavî. Dema rizgarkirina Derîk ê de cihê xwe girt û bi destê hêzên rejîma baas ve ya faşist ew heval şehîd ket, û bi vî şêwazî bû şehîdê destpêkê ê şoreşa Rojava ku berê hemû hevalan şehîd ket. Di 2013 yan de çeteyen li Serêkaniyê teslîm bûn û agirbest xwastin. Agirbesta wan piştî demekê wan xwe komî ser hev kirin cardin erîş kirin. Di deriyê tirkiyê de jî erîş dikirin. Tirkan çete hemû kom dikirin, ji Îdlib, Hema,Hums,Heleb û Minbiç li herderê kom dikirin di sînorê tirkiyê ra ango sînorê Bakurê Kurdistan ê re dianî deriyê Serêkaniyê re derbas dikir. Wisa cardin erîş dikir. Destpêka 2013 sê caran çeteyan erîşî Serêkaniyêkirin. Di her sê caran de jî binketin. Dewleta Tirkiyê jî û Hilary Clinton jî fam kir, KDP jî fam kir, her kesekê fam kir, çeteyên wan jî fam kirin ku bi Ceyhş el Hur nikarin ne Serêkaniyê bigirin, ne herema Cizîrê bigirin, ne jî hereketa Apocî têk bibin ne jî şoreşê asteng bikin. Ji ber ku Cebhet el Nusra di cara duyemîn û sêyemîn de bi Cebhet el Nusra dan erîş kirin. Û Cebhet el Nusra jî binket, encam negirt. Ji ber wî rabûn 2013’ande çi kirin? Emerika li Afganîstanê şerê xwe bi El Kaideyê ve da sekinandin. Çete ew hemû komî vir kirin. DAIŞ hate îlan kirin. Êdî vê carê bi DAIŞ ê re êrîşî herema Cizîrê kirin. Xwestin herêma Cizîrê têk bibin, bigirinÇima bi şerê 2013 an de herêma Cizîrê kirin hedef? Ji bo ku qada nêzî çiya ye. Eger li vir jî çiya qut kin û bigrin ji xwe êdî Efrîn û Kobanê li wê çolê tena xwe dimîne û nikare zêde ber xwe bide. Ji bo wê hedefa xwe, giraniya xwe dabûn li ser Cizîrê. Berzanî li qada Cizîrê zêde bûn, desteka Berzanî li vê derê zêde bûn, tevliheviya Berzanî zêde bûn. Ev jî ji xwe wek noqtayekê zeîf girti bûn û ji ber wê êrîş li herêma. Havîna 2013 an bi salvegera şoreşa 19 tîrmehê re erîşan destpê kir. Esas xwestin vê bikin. Di salvegera 19 tîrmehê de derbeya herî mezin li şoreşa 19 tîrmehê bêxin. ji hereketa Apocî re û Kurdan re vê dibêjin: binêrin hun nikarin tu şoreşa bikin, temam we 19 tîrmehê kir lê hêj salekê wê nebû di salvegera wê de me têk bir û fetisand. Xwestin vê peyamê bidin. Lê dema erîş kirin dîsa binketin.
Navbera Serêkaniyê û Dirbesiyê qut kirin, Elok girtin, heman demê erîşî herêma Rimêlan , Til Koçer û gundên başurê Rimêlan û Başurê Çil Axa û Başurê Girkêlegê û Tirbespiyê û van deran de erîş kirin. Navbera Tirbesiyê û Serêkaniyê ji xwe qut kirin. Milê Hesekê de erîş kirin, Til Birakê erîş kirin. Şerekê giran wê çaxê hat meşandin. Di vî şerî da pir heval şehîd ketin. Di serî da hevalên fermandar wek hevalên Azadî û heval Evîndar û heval Kajîn Efrîn, di heman de ji hereketa ciwanan şehîd Hogir ku hevalekê peşeng bû, hêj berê şoreşê di nava hereketa xwendevanan de bû, zîndana Suriyê ya Helebê derketi bû, di rêxistin kirina xwendevanan de kedekê pir mezin dabu. Di havîna 2013 an de qada Cizîrê şehîd ket. Bi şehîd Hogir re di heman demê de 3 hevalên xwendevan şehîd ketin. Di nava Heman demê ji hereketa ciwanan şehîd Berîtan û şehîd Canfeda li ser karekê li herema Çil Axa di encama teqînekê de şehîd ketin. Li milê Kobanê şehîd Çekdar ji Efrînê bû li herema Girê spî ev heval şehîd ket. Bi vî şêwazî beşek ji hevalên ciwanan şehîd ketin, hereketa ciwanan aktif tevlî şer bû.
Ji ber ku şerekê pir giran di havîna 2013 an dihat li ser qada Rojava. Hem wek YPG bi tecrûbeya xwe bi cara yekemîn bû ku dikeve şer, xwe bi rêxistin kiri bû lê neketi bû şer, di malan de perwerdeya eskerî ditî bû, bi pêşengtiya hevalên kadro, taburên kadro ku baweriya xwe serkeftina Serêkaniyê re girti bû ket şer û ber xwe da hem jî hereketa ciwanan ket nava vi şeri. Dayîk û gel bi giştî seferber bûn. Ê ku xwarin dişand, ê ku li bajaran nobet girtin, daketin nav bajar şev û roj nobet girtin, ê ku derketin ser rê cepheyên piştê kar dikirin, ji kala bigire ji pîran bigire ji heta bi ciwanan, dayikan her kes ket nava seferberiya şer û destek dayîna şer. Heman demê bi meş û serhildanan hereketa ciwanan pêşengtiya çalakiyên li dijî van erışan kir. Hîn zêdetir li beramberî van erîşan ku gel bawerî girti bû rabûne ser piya ya gel çê bû. ENKS û xeta KDP ku di van şeran de giştî cih di girt di şerê Serêkaniyê de di şerê Eşrefiyê de Qestel Cindo de û di şerê li herema Cizîrê bi giştî, hetta ENKS ê şehîd Îsa Hiso ku endamê rêveberiya hereketê bû, bavê şehîdan bû, bi salan bi hereketê re bû, pêşengekê şoreşa li Rojava bû, li pişt deriyê mala wi teqîn kirin bi destê ENKS yê û ew heval şehîd xistin. Wê çaxê êdî gelê Rojava ê ku ne bi hereketa Apocî re jî bû rastiya xiyaneta Barzanî û xeta wan dît, xwe da milê hereketa Apocî. Bi vî şewazî hîn zêdetir me gel qezanç kir, bi vê berxwedanê. Bi vê teşhîr bûna xeta xiyaneta KDP û ENKS hîn zêdetir gel hate qezenç kirin, hîn zêdetir ciwan rabûne ser piya, hîn zêdetir beşdar bûna xeta eskerî çê bû. Dema di şer de jî serkeftin çê bû vaye jî bû cesaretek mezin û hîn zêdetir ciwan tevlî quweta eskerî bûn û pêşengtiya vê jî bi giştî hereketa ciwanan dikir. Him di şer de him li qada serhildan û rêxistin kirinê de. Cara yekê bû hereketê şoreşa Rojava seferberiya gel îlan kir û rastî jî gel seferber bû û bi seferber bûyîna gel bi YPG re, bi qehremantiya şehîdên YPG û beşdariya hevalên pêşeng yên şehîdên hereketa ciwanan û keda dayîkan û rabûna gel pêvajoya 2013 DAIŞ hat şikandin. Dawiya 2013 êdî pirekê gund û coxrafiya derdoran ji Serêkaniyê bigire heta Til Koçer dawiya 2013 ev herem, gund û navçeyên biçuk hatin rizgar kirin. DAIŞ u Cebhet el Nusra êdî paş de çûn, derbeyên mezin xwarin û di vê pêvajoyê de taburên gerîla heman demê daketin, beşadarî şer bûn, pêwîste mirov viya jî ji bîr neke. Ji ber ku hêzên YPG bê tecrûbe bû. Van şeran jî bi pêşengtiya taburên HPG ve hatin têk birin û pêş de çûyîn wisa çê bû. ji dijmin re hat îspat kirin ku hûn bi şer ne bi Ceyhş el Hur ne bi Cebhet el Nusra ne bi DAIŞ hûn nikarin vê şoreşê asteng bikin, hûn nikarin têk bibin. Ev şoreşa gel hemû bûye rêxistin û komîn û meclis û sazî, ku gel hemû zana bûye û şiyar bûye , bûye beşek ji şoreşê, bi îrada serkeftinê bawer kiriye, cesaret girtiye û dimeşe û hêza eskerî ya ku bi rihekê fedaî yê Apoyî heta dawiyê şer dike bi pêşengtiya gerîla hereketa ciwanan ku bi serhildanekê mezin di xeta şer de beşadariyekê mezin cih girtiye û bi pêşengtiya hevalên ku di vê pêvajoyê de xwe feda kirine û şehîd bûn serkeftin qezanç bû. Erîşa li ser salvegera 19 tîrmehê wisa têk çû û gel zêdetir bawereî digirt û gel zêdetir gavê xwe pêş de di avêt. Di vê demê de civaka Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen piraniya xwe mêze dikir. Yê ku burjuvazî, yê ku dewlemend, yê ku xwendevan piraniya wan xwe da bû li milekê , temaşe dikir. Civakên din temaşe dikirin. Ka ev şoreş ku de biçe, wê ev şoreş ser keve an na? Wê eger ser keve ji xwe her kes dê xwe pavêje nav dê bêjin em jî pê re ne. Lê eger encam negire wê tu kes lê nabe xwedî jî. Hereketa me jî nas nedikirin, şerê taybet jî hebû. Wisa beşekê civaka Ereb û Suryan jî xwe tevlî nedikir. Ji ber ku di bandora şerê taybet de bûn û hereketa me nas nedikirin. Wek hereketekê netew perest nas dikirin, propaganda wisa hati bû kirin. Her tim digotin Kurd wisa dikin, Kurd dixwazin dewlet çêkin, Kurd wê qetlîaman çêkin, Kurd nizanim çi dikin. Bi bandora şerê taybet wan civakan jî xwe di destpêkê de tam tevlî nedikir. 2013 sala erîşên mezin, koçberiya mezin lê heman demê qezanç bûyîna mezin a gel, rabûyîna mezin a gel, beşdariya şer a mezin, derketina rihê berxwedanî û fedaî a herî mezin û pêşengtiya hevalên şehîd maneviyatekê mezin li ser erdê didaye çê kirin, serkeftin didaye çê kirin viya kirina gavên bi cesaret pêşve çûyîna gel.
KDP jî beşek bi şerê taybet Kurdên Rojava da revandin. Salekê pir Kurd ê Rojava reviyan Başur ê Kurdistan ê. Çûn bin kona û çadiran û xwestin wisa wan bikarbînin, wisa bibêjin şoreş nabe, wisa tirsê çêkin, wisa ew cesareta ku gelê Rojava digirt vegerînin tirsê bibêjin bibînin Kurdê Rojava direvin, tirsiyane û qetlîame. Komkujiya Til Hasil û Til Eran jî wisa hat çêkirin. Cihê herî zeîf çend gundên Kurda li Til Hasil û Til Eran ê hebûn çûn xistin çemberê û bi Cebhet el Nusra erîş jirin. Komkujî kirin û kirin propaganda . ENKS propaganda kir û kir hewayekê tirsê ji bo ku gelê Rojava di cesareta ku şervanên YPG avakiriye, şehîdan avakiriye nebe yek û ber xwe nede û şoreşê neke. Ji bo bitirsîne komkujîya Til Hasil û Til Eranê ENKS bi xwe jî tê de cih girt û kir propagandaya tirsê û wisa tirsek da avakirin û beşek Kurdên Rojava da revandin li Başur û ji xwe re jê çete çê kirin. Ev jî 2013 an de KDP ê bi tirkiyê re kir û bi çeteyên Suriyê re, çeteyên muxalîf yên Suriyê û yên tirkanin kir.