QAMIŞLO – Şoreşên ku navê xwe di dîrokê de nivîsîne, bi pêşengtiya vana giştî ciwanan kiri ye. Wek hêza sereke Ciwanan dîrok guhartiye û teslîmê gel kirî ye. Şoreşa Rojava de jî pêşengtî dîsa destê ciwanan de bû. Ciwanên ku vê şoreşê re pêşengtî kirine di derheqê şoreşê de ajansa me re axivîn.
Harûn Apoyî axaftina beşa çaremîn de behsa demê şer de rol û rêxistina ciwanan kir û wiha got:
Di vê pevajoyê de gelek hevalên ku di xebatên ciwana de cihê xwe digirtin şehîd ketin. Di şerê Kobanê de şehîd jiyan Tolhildan, şehîd Rênas, Şehîd Firat Gever, Şehîd Firaz Mîlîtan şehîd ketin. Şehîd Dilşêr, Şehîd Mazlûm Fatimî, şehîd Leheng li herêma Cizîrê şehîd ketin.
Bi tevahî axaftina beşa duyemîn ya Harûn Apoyî wiha ye:
Di sala 2013 an de çete ji bo ku şoreşa 19 ê Tîrmehê di cihê ku jê destpê kiriye de tine bikin êrîşê Kobanê kirin. Ji aliyê Girê Sipî ve êrîş liser Kobanê pêkanîn. Di wê pêvajoyê de gelek heval şehîd ketin. Heval Çekdar di vê êrîşê de şehîd ket. Dîsa heval Viyan ku mamostetiya zimanê Kurdî dikir jî wisa şehîd ket. Heval Dilovan wek fermandriya vê qadê bû, liwir şahîd ket. Ev êrîşên ku di sala 2013 n d bi sê milan ve hatibûn destpêkirin bi berxwedaniyê hatin perçe kirin. Di heman demê de vê pêvajoyê de li îdlîb, Ezaz, û liser Helebê re jî êrîşê Efrîn’ ê dihat kirin. Ev êrîş jî li vir hatin perçe kirin. Livir jî gelek heval şehîd ketin. Bi berxwedaniya van hevalan û gelê Efrînê ev êrîş hatin pûç kirin. Dîsa di sala 2103 an de yek ji qada herî zêde liser êrîşçêbûn jî Şêxmeqsûd bû.
Hem ji aliyê Rejîmê hem jî ji aliyê çeteyan ve li ser Eşrefiyê û şêxmeqsûd êrîş pêkhatin. Hêzên çete û Rejîmê livir çekêm kîmyewî bikaranîn. Lêbelê bi berxwedaniya lehengî ya hevalan û gelê me livir ev êrîş vala derxistin û Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn wek kelheke nekeftî ya berxwedanê. Sala 2013 an pêvajoyeke bi vê şeklê bû. Şerekî giran û dijwar hebû û li gel wî jî seferberiya gel hebû. Şoreşa 19 ê Tîrmehê bi serkeftina gerîla YPG ê şoreşê xurttir û mayînde kir. Di sala 2014 an de Daîş bi awayekî aktîf derkete li holê. Zêdetir ji aliyê Iraq û Sûriyê ve derkete li holê. Reqqa, Musil û Dêrezorê xist bin kontrola xwe. Di dawiya sala 2013 û destpêka sala 2014 an de liser Til berq, Tilhemîs êrîş pêkanî . Jiber ku ev der navenda çeteyan bûn. Erişên herêma Cizîrê, liser van qadan dihatin rêxistin kirin, amade kirin û pêkanîn. Jiber vê yekê rizgar kirina Til Hemîs û Til biraq kete Rojevê. Di destpêka 2014 an de ev planlama hate derxsitin û hemle hatin destpê kirin. Di hemleyên vê qadê de hatin pêşxistin de gelek heval şehîd ketin.
Hêzên ku wek teqwiye hatin jî şehîd ketin. Liser vê rewşê bi terzeke nû sererast kirin û kombûn çêbû û jinûve hemle hate rêxistin kirin. Liser Tilhemîs û Til biraq ji nûve hemlen hate destpê kirin û dijmin derbe xwar û paşde kişiya. Vê rewşê di hêz û gel de motîvasyonek xurt da ava kirin. Bi vê rewşê re êrîşên Dîşê yên liser herêma Cizîrê jî hatin şikandin.
Çeteyên Daîşê û Rejîmê ni ji aliyê, Kobanê, Efrîn, Heleb û ne jî ji aliyê herêma Cizîrê ve nikaribûn pêş bikevîn. Berovajî Cizîr, Tiltemir, Hesekê, Serêkaniyê, û xetên Til hemîs û Til koçer de YPG, YPJ û bi hêza piştgiriya gel zêdetir pêşdeçûn. Li ser vê rewşê li Urdûnê civîneke veşartî hate çêkirin. Amerîka, Îsraîl, KDP, Erebîstana Suudî, Qeter, nûnerên Daîşê û Nûrî malîkî tev li vê civînê bûn. Ev civîn liser esasê ku Musilê teslîmê Daîşê bikin hatibû plan kirin. Piştî vê civînê Nûrî Malîkî û hêzên Iraqê ji Mûsilê vekişiyan. Musil ji Daîşê re hate teslîm kirin. KDP ji wek biryareke vê civîna veşartî xwe ji Şengalê kişand û Şengal teslîmê Daîşê kir. Bi vê rewşê ve ya ku dihate armanç kirin ew bû ku Daîş bibe hêzeke mezintir û da ku bikaribe Ji Başûrê Kurdistan heya Rojavayê Kurdistanê êrîş bike, dagir bike û Şoreşa Rojava bifetisîne. Lêbelê ev hedef pêknehat. Biteslîm destê KDP teslîm kirina Şengalê ve ya ku dihate armançkirin ew bu ku liser Til Koçer, Herêma Zumar a Zaxoyê re êrîş kirina herêma Cizîrê hate plan kirin; lêbelê ev plan bi berxwedan û têkoşîna YPG hate vala derxistin. Bi mudaxaleya HPG Şengal hate rizgar kirin, Daiş têk çû û gelê Şengalê jî bi vê şeklê ji qetlîma Daîşê ya bi destê KDP hate rizgar kirin.
Piştî ku Şengal hate rizgar kirin vê carê çeteyên Daîşê Berê çeteyên xwe ê li Musilê dane Reqqa û ji wir ve berê xwe dane Kobanê. Piştre êrişê xwe yê Kobanê dane destpê kirin. Ji xwe berxwedan û serkeftina Kobanê ya Destanî tê zanîn di tevahiya dinyayê de deng veda. Mudaxale û paqij kirina Musil, Şengal, Mexmûr, Kerkûk, û serkeftina Kobanê ruyê îxaneta KDP di her derê de derxist li holê û bi erdê re kir yek. Serkeftina tevgera Apoyî bi vê şeklê di nava gelê Kurd, Rojhilatanavîn û li tevahiya cîhanê bilind bû. Xeta fedaîtiya Apogerî li her derê belavbû. Cesareta fedaîyên Apoyî xwe li pêş tevahî mirovahiyê careke din ispat kir. Jiber vê yekê sala 2014 an bu sala lehengî, cesaret û fedaîtîya Apoyî û dîsa îxanet, hevkarî û tirsonekiya Kdp li tevahî cîhanê nîşandanê. Bu sala hêvî û serkeftinê.
Piştî vê rewşê Amerîka, Erebîstana Suudî, Tirkiye, Hukumeta Suriyê û hezên muxalîf li Cenevreyê civînek nû çêkirin û hêzên Rojava ango PYD tev li vê civînê nekirin. Dîsa di vê pêvajoyê de pergala kantonan hate rêxistin kirin û kanton hatin ava kirin. Ev Kanton îlan kirin jî wek bersiva vê civînê bû. Di van kantonan de tevlêbûna Ermen, Suryan, Asur, Tirkmen, Çerkez û Ereb jî hebûn. Hinek partiyên giradayî Kdp jî xwestin vê rewşê sûd werbigrin û xwestin tev li vê pergalê bibin. Pergama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate rêxistin kirin. Hilbijartinên yekemîn hatin kirin, meclîs hatin ava kirin. jibo rêxistin kirina Komûnan hemle hatin destpê kirin. Ji taxan heya gundan komun hatin rêxistin kirin. Bi vê şeklê rêxistinbûna gel a demokretîk dihate xurt kirin û gelek netewên cûda dinavê de cihê xwe digirtin. Ev pergala rêveberiya Xweser Demokratîk jî li hember civîna cenevreyê wek bersiv bû.
Di sala 2014 an de tevgera Ciwanên Şoreşger jî Kongreya xwe pêkanî. Tevgera Ciwanan bi navê Yekîtîya Ciwanên Rojava rêxistinbûna xwe berdewam kir. Ev rêxistinbûn bi armanca ku tevahiya pêkhateyên ciwan dinav xwe de bihewîne hate rêxistin kirin. Tevgera Ciwana jî di vê pêvajoya şerde cihê xwe bi awayek pêşeng girt. Di vê pevajoyê de gelek hevalên ku di xebatên ciwana de cihê xwe digirtin şehîd ketin. Di şerê Kobanê de şehîd jiyan Tolhildan, şehîd Rênas, Şehîd Firat Gever, Şehîd Firaz Mîlîtan şehîd ketin. Şehîd Dilşêr, Şehîd Mazlûm Fatimî, şehîd Leheng li herêma Cizîrê şehîd ketin. Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtîya Ciwanên Rojava di şer, hemle, rêxistinbûn, çalakî û perwerdeyan de ji vê pêvajoyê re pêşengtî kirin. Li ser navê gelek hevalên ku di vê pêvajoyê de şehîd ketin akademî û dewreyên perwerdê rêxsistin kirin.