NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk ya dagirker roj nîne ku li ser axa Kurdistanê mirî û birîndaran nede.
Doh (24.07.2021) ber bi êvarê wesayîta zirxî ya ku bi navê kîrpî ve li El Bab’ê artêşa Tirk xwest ku tevî çeteyên xwe ve êrişê çeperên Şervanên HRE bike.
YPG’ê ev hewildana wan pozê wan re anî. Li gor çavkaniyên herêmî wesayîta ku bi tîpa Kîrpî bi tevakî hate îmha kirin û herî kêm 10 leşkerên tirk hatin kuştin.
Her çiqa artêşa Tirk nav û nasnameya 2 leşkeran parvekiribe jî çavkaniyên ajansa me yên herêmî diyarkirin ku doh ve şerên hatine qewimandin de gelek leşker û çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin.