NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku komên bi ser Tirkiyê ve li Efrînê kevirên goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bi kar tînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku Tirkiye û komên girêdayî wê li Efrînê goran dirûxînin. Di daxuyaniya Rêxistinê de hat diyarkirin ku komên girêdayî Tirkiyê li gundê Şêxorze goristan rûxandine û kevirên van goran didizin dibin difiroşin û li hewşên mala xwe bi kar tînin.