NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Merenaz, Îrşadiyê, Kefer Antûn, Tatmaraş, Kela Şiwarxe, Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên navçeya Şera ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dike.
Hêzên dagirker her wiha gundê Şêx Îsa û navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran dikin.
Wek dîmenên herî dawî gihîştin destê me de jî xuya dike ku çeteyên Tirkan piştê ku Besmeleyê dikşîne fuzeyên Tirkan va cih û warên sivîlan bombebaran dike.