Şehba-Til Qirah: Ciwanên Şehbayê di çarçova pêngava Werin Cenga Azadiyê de di tevgerê de ne. Taybet demên dawî de ciwanên li herêma Şehbayê cur bi cur aktîvîte û çalakiyan ve derdikevin pêş.
Îro jî li gundê Til – Qirah ya girêdayî Şehba meşek ciwanan di bin diruşma WERIN CENGA AZADIYÊ hat lidarxistin.
Piştî meşê ciwan û gelên herêmê bi girseyî kom bûn û li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ehmed HESEN axaftin kir.
Ehmed Hesen di axaftina xwe de got ku di bin diruşma WERIN CENGA AZADIYÊ de emê bi serkevin û faşîzmê têk bibin. Hesen diyar kir ku hêzên gerîla planên dagirkeriyê têk birin, her wiha îşaret pê kir ku dewleta tirk hewl dide îradeya ciwanên şoreşger û tevahî gelê Kurd bişkîne û wiha domand: “Bi saya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em êdî rastiya dewleta Tirk a faşîst dizanin û em serî ji siyasetên wê yên dagirkeriyê re natewînin.”
Piştî axaftinê tim û tim diruşmên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bijî Serok Apo” hatin avêtin.