NAVENDA NÛÇEYAN – Li hemû herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de nûçeyên kuştin, teqîn û pevçûnan tên.
Artêşa Tirk a dagirker her ku de diçe kaos û krîzê jî bi xwe re dibe.
Herî dawî, teqînek dijwar li bajarê Sarmin, rojhilatê Idlibê, rû da. Li gorî agahiyên destpêkê, li depoyek cebilxaneyê ya girêdayî çeteyên girêdayî dewleta Tirk de teqîneke mezin rû da. Li gorî çavkaniyên me yên herêmî diyar bû ku teqîna cebilxanê sabotaj e û çeteyên mirî û birîndar jî hene.