NAVENDA NÛÇEYAN –
Rêdûr DÎJLE nivîsand
Çendek berê, gotinên Omer Zulfu Livanelî yên derbarê Ecevît û Baykal de pirr hatibûn nîqaşkirin. Lîvanelî, behsa çepgiriya wan û dîtina wan a derbarê Kurdan de kiribû. Lê Mahmût Baksî jî di pirtûka xwe ya bi navê “Kürt Gözüyle Yilmaz Guney”* de şikê dibe ser çepgirî û helwêsta derbarê Kurdan de ya kesên wekî Sazci Omer, bi navê xwe yê dîtir Zulfu Lîvanelî, û Tuncel Kurtîz jî.
Bulent Ecevît, bi rêya hin rojnamevan, nivîskar û hunermendên Tirk xwestiye wê îmaja xwe ya ku piştî dagirkirina Qibrisê li bara Ewrûpayê qels bûye, xurt bike. Nexasim jî xwestiye vê bi rêya demokratên Swêdê bike. Lê helwêsteke Swêdê ya li xweşa wî naçe heye. Ew jî mafên Kurdan in. Ecevît, xwestiye vê yekê bi hunermend û nivîskarên Tirk ên wekî ateşeyên çandê şandine welatên Ewrûpayê, berteref bike. Pêngava wî ya ewil jî, rojnamevaneke jin a Swêdî ye ku bûka Tirkan e. Ecevît, alîkariya wê dike da bi Yilmaz Guney re ku wê çaxê girtiye, hevpeyvînekê bike û bi vê hevpevînê Guney, wekî Tirk nîşan bide.
Di Adara 1979’an de rojnamevana Swêdî li girtîgehê bi Guney re hevpevînekê çêdike. Di televîzyonên Swêdê de diweşîne û vê hevpeyvînê difiroşe televîzyonên welatên Ewrûpayê jî. Çendî Guney xwe wekî Kurd dide naskirin û çend caran li ser hev dibêje “Bavê min Kurd, dêya min Zaza ye” jî, lê ev, di televîzyonên Swêdê de tê berovajîkirin. Guney wekî hunermend û rejîsorekî Tirk tê nasandin.
Mahmût Baksî jî ku wê demê di rojnameya Afonbladet a Swêdî de dinivîse, di 22’yê Adara 1979’an de bi ser navê “Televîzyona Swêdê, Wekî Kurd Tune Bin Tevdigere” nivîsekê dinivîsîne û îşaret bi berevajîkirina gotinên Yilmaz Guney dike.
Piştî nivîsê Sazci Omer û kesekî din telefonî Baksî dikin da ku li mala Kaptan a li Sveavegenê hev du bibînin. Ji lew re mijar pirr girîng e û têkildarî jiyana Yilmaz Guney e.
Di civînê de agir ji devê Tûncel Kurtîz dibare. Sazci Omer jî dibêje:
“Baksî, tu kurdparêziyê dikî. Bi ya min, piştî bûyera Yumurtalikê, derba herî mezin te li Yilmaz xist, bi vê nivîsa xwe.”
“Omer, ji tewşan xeber ned.”
“Ji tewşan xeber nadim. Em, yanî hevrêyên Yilmaz ji bo em wî ji hepsê xelas bikin, çi ji destê me tê, em dikin. Lê te ev hewldanên me lewitandin, te bûyer proveke kir…”
“Provakator tu wî. Ma tu dizanî tu dibêjî çi?”
“Helbet dizanim. Ew çi nivîs bû, te di Afonbladetê de nivîsî? Tu radibî, li wir, di wê nivîsê de Yilmaz wekî Kurd didî der. Baş e, îca li Tirkiyeyê dê kî xwedî li Yilmaz Guneyê Kurd derkeve? Halbûkî me û Bulent Ecevît, li hev kiribû û me yê ew xelas bikira. Lê piştî kurdparêzî kete navê, mesele guherî… Êdî ti kes bi vê meseleyê re elaqedar nabe. De hadê îja bila Kurd rabin û Yilmaz Guney xelas bikin.”
Piştî Sazci Omer, vê carê Tuncel Kurtiz, berê xwe dide Mahmût Baksî û bi awayekî tund dibêje:
“Ev ne yek e, ne dido ye ku tu dikî. Em ê nehêlin tu Tirkiyeyê parçe bikî. Kürtçülüğe geçit yok**. Ez ê li cem Yilmaz giliyê te bikim. Yilmaz, ti carî meseleya Kurdî neparastiye. Ji bo Yilmaz, a muhîm têkoşîna çînî bû. Yilmaz, Tirk e û wê her Tirk be…”
Sazci Omer:
“Axir… Di nêz de Bulent Ecevît wê bê Stockholmê. Ger bixwazî dikarim pê re biaxivim ji bo vegera te ya Tirkiyeyê.”
“Çawa?”
“Tu derbarê Ecevît de çend nivîsan binivîs. Bes e… Di nêz de tu yê li Tirkiyeyê bibî kesekî navdar. Wê derfetên dewletê hemû di emrê te de bin…”
“Wê naveroka nivîsan çawa be?”
“Tenê behsa Kurdan neke bes e. Her wiha li binê nivîsên xwe jî ne ‘Kurd’, ‘nivîskarê Tirk’ binivîs.”
Wê kêliyê hunermend Abdî Yazgan jî hêrs dibe û ji Sazci Omer re dibêje, “Tu nîjadperest î, tu Tûrancî yî.”
Baksî, derpêş dike ku Sazci Omer, pişti efûya 1975’an bi temamî reng û refên xwe guherandiye, bûye “Tirkekî” hêç û çavê wî êdî li Altayan, li Asyaya Navîn e. Her wiha Baksî, diyar dike ku Ecevît, wî wekî “Ateşeyê Çandê yê Fexrî” tayini Skandînavyayê kiriye. Ji xeynî vê Baksî, dibêje bi qasî ku wî bihîstiye, Sazci Omer ji bo xwe li ber dilê dewleta Tirk xweş bike û bi rihetî tevbigere, derbarê kesên wekî wî de rapor dane MÎT’ê…
*Weşanxaneya Lîs, 2021
** Destûra Kurdperestiyê nîne.