NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk ya dagirker roj nîne ku li ser axa Kurdistanê mirî û birîndaran nede.
Doh (27.07.2021) ber bi êvarê artêşa Tirk wêneyên dû leşkeran parvekir û got ku “Başûrê Iraqê” 2 mirîyên me hene. Lê çavkaniyên herêmî diyar dikin ku doh gerîlla gelek qadên Başûr derbeyên giran dewleta Tirk xistiye.
Doh êvarê li dijî derbên gerîlla dewleta Tirk xwest ku erîşên nû bide destpêkirin lê gerîlla ev hewildana wan pozê wan re anî û gelek cihan de dîsa derb artêşa Tirk da.
Her çiqa artêşa Tirk nav û nasnameya 2 leşkeran parvekiribe jî çavkaniyên ajansa me yên herêmî diyarkirin ku doh ve şerên hatine qewimandin de gelek leşker û çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin.