MINBIC – Di çerçoveya pêngava “Bi hev re li dijî hişbîrê” de li bajarê Minbicê semînerek hate dayîn.
Li Mınbıc’ê di 10’ê Tîrmehê de, Komîta Ciwan û Werzîşê, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û ciwanên Partiya Sûrya Pêşerojê pêngava “Bi hev re li dijî hişbîrê” dane destpê kirin. Pêngav hişyarkirina ciwanan ji nebaşî û zirarên maddeyên hişbîrê armanc dike.
Her wiha piştî deqeyek rêzgirtin, seminer ji aliyê komîta Tenduristî ya Minbicê û Yekîtiya Karmendan Salih Hac Mûsa ve hate dayîn. Di seminer de sedemên bikar anîna hişbîrê, rê û rêbazên li hemberê van sekinandin, nabaşî û zirarên wan û nexweşiyên ku ji wan tê û rênazên ji wan dûr ketin hatin vekirin. Di Semînerê de deriyê nîqaşê jî hate vekirin û pêşinyarên ciwanan hate girtin.
Tê zanîn ku ciwanên Minbicê di çerçoveya vê pêngavê de programek tije ya çalakiyên cûda cûda amade kiriye.