STENBOL – Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan hatibû destpêkirin di roja 244’an de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda ku 22 sal e li Gîrtîgeha Tîpa F a Îmraliyê li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan berdewam dike û binpêkirina mafên girtiyan ku di 27’ê Mijdara 2020’î de ji aliyê girtiyên PKK’yî û PAJK’ê ve li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin di roja 244’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku ji 5 rojan carekê dewerî komeke din dihat kirin ji 14’ê Tîrmehê ve ji 15 rojan carekê dorveger bi koma 47 emîn berdewam dike.
Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir û got li girtîgehan tecrîd û îzolasyon kûr bûye.
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê rapora sê mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê amade kir û bi raya giştî re parve kir. Rapor a mehên nîsan, gulan û hezîranê ye. Ji bo parvekirina raporê li avahiya Şaxa ÎHD’ê civîna çapemeniyê hat lidarixstin.
Rapor têkildarî qewimandina binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Sîlîvriyê, Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Jimara 1’an û 2’yan, Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F, Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa L a Jimara 1’an, Girtîgeha Maltepeyê ya Tîpa L a Jimara 2’yan û 3’yan, Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T, Girtîgeha Gebzeyê ya Tîpa M, Girtîgeha Vekirî ya Sîlîvriyê, Girtîgeha Jinan a Edîrneyê, Girtîgeha Bûrsayê ya Tîpa H, Girtîgeha Kepsûta Balikesîrê Jimara 1’an hatiye amadekirin.
Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî hûrguliyên raporê eşkere kir û got di meha nîsanê de 6 serlêdan, di meha gulanê de 30 serlêdan û di meha hezîranê de 36 serlêdan ji bo komeleya wan hatine kirin. Yolerî da zanîn ku ji 72 serlêdanan 5 serlêdan ên jinan in û 67 serlêdan jî yên zilaman in û ji van serlêdanan 16 serlêdan ên girtiyên edlî ne û 56 serlêdan ên girtiyên siyasî ne û div an serlêdanan de tespît kirine ku hezar û 490 binpêkirinên mafan qewimîne. Yolerî got bi rêya çapemeniyê jî binpêkirinên ku tespît kirine hejmar derketiye hezar û 609 binpêkirinên mafan.
Yolerî anî ziman ku di serlêdanan de muameleya xerab, îşkence, astengkirina mafê tenduristiyê, mafê ragihandin, mafê perwerdehiyê û xwe gihandina edaletê û gelek mijarên din hene û got: “Seranserî sê mehan, êrişên fizîkî li dijî girtiyan pêk hatine. Girtî bi gefan re rûbirû mane, li girtiyan dane, lêgerîna tazî li ser wan kirine û serdegirtina hucreyan pêk hatine. Îşkence û muameleya xerab, binpêkirina mafê tenduristî û tedawiyê, qedexeyên kêfî û sepanêin din berdewam kirine. Bi hêceta şewba koronayê re mafên civakî yên girtiyan hatine desteserkirin û ev astengkirin didome. Li girtîgehan tecrîd û îzolasyon girantir û kûrtir bûye. Ji ber ku tevdîrên têrkirî nayên girtin, pêketiyên Kovîd-19’ê zêde bûne.”