ST GALLEN – Ciwanên çalakger ên TCŞ, ku di çarçoveya kampanyaya “Werin Cenga Azadiyê” de hatin ba hev, pankarta ku li ser “Die Zeit Ist Reif, Freecalan Azad” nivîsî li pira li navenda bajêr daliqandin.
Ciwanan gotin, “Em ciwan dê di çarçoveya operasyona ‘Werin Cenga Azadiyê’ de heya tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî neyê misogerkirin, em ê li qadan bin.” Dû re wan bang li hemî ciwanên Kurdistanê kirin ku ciwan dakevin qadan.