NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku balafireke bêpîlot li gundê Qumçî (25 km li başûrê Kobanê, li ser rêya Kobanê-Helebê) 2 erebeyên sivîlan hedef girtiye û di encamê de zirarên madî gihîştine her du erebeyan.
Tiştek bi sivîlên di erebeyan de nehat, Hêzên Hawarî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Trafîkê cihê bûyerê dorpêç kirin û tedbîrên pêwîst girtin.
Hêjayî gotinê ye ku balafirên bêpîlot ên dagirkeriya Tirk her tim sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digirin. Herî dawî mala Rêbertî li gundê Elpelûr hatibû hedefgirtin, beriya wê jî maleke sivîlan li gundê Memît kiribûn hedef. Her wiha di 23`ê Hezîrana sala borî de li gundê Helincê komkujî pêk anîbûn û di encamê de 3 jin hatibûn şehîdxistin.