NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser komkujiya nîjatperestên Tirk ên AKP-MHP’yî ya li Konya Meramê, ku ji eynî malbatê 7 Kurd hatin kuştin, li Fransa Montpellîer, Marsilya û Marîgnane çalakî natin kirin.
MONTPELLÎER
Kurdistaniyan pankart daleqanin û bang kirin ku her kes tevlî çalakiyê bibe ku wê roja şemiyê were kirin.
MARSÎLYA/MARIGNANE
Aktivîstên TCŞ’ê bi çarçoweya pêngava ”Werin cenga azadiyê” êrîşên faşîst şermezar kirin
Ciwanan gotin ew ê tola komkujiya li Konayê hilînin bi rihê tolhildanê meşek kirin. Meş saet 21:00’an dest pê kir û di meşê de ciwnan bi dirûşmeyan gotin, ”tol wê were hilandin
VÎLLÎERS LE BEL
Li banliyoye Vîllîers le Bel a Parîsê jî Kurdistaniyan komkujî şermezar kirin û bi dirûşmeyan gotin,”kujer-dîktator Erdogan”, ”şehîd namirin.”
Kurdistanî li Parîsê û banliyoyên wê, wê çalakiyan bikin.
Meydana Paris/République, Saet: 17:00’an
Pêşiya Komeleya Drancy, Saet: 19.00’an
Pêşiya Komeleya Evry, Saet: 18.00’an
DRAGUIGNAN
Li Dargûîgnan a Fransayê jî komkujiya li Konyayê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de bi dirûşmeyan hate gotin,”wê tol were hilandin”, ”heta ku em ji vê hişmendiya faşîst tolê nehilînin em ê rûnenin”.