AMED – Êrîşa nîjadperestî li dijî malbata Kurd a ku li navçeya Meram a Konyayê dijî pêk hat û 3 jê jin 7 kes hatin kuştin û şewitandin.
Li gelek deveran gel daket kolanan û çalakiyên têkildarî vê komkujiya li Konyayê pêk hat, li dar xist. Çalakiyeke din a ciwan û jinên ciwan ên pêşengiya van çalakiyan dikin li navçeya Baglar a Amedê hate kirin.
Ciwanên welatparêz daxuyaniyeke nivîskî dan û ragihandin ku ew li taxa Kaynartepe, Muradiye û Fatîh ên Baglarê li dijî êrîşa nîjadperestan a li Konyayê meşiyane. Ciwanan bang li gelê Amedê kirin ku li dijî êrîşên faşîzan xwe biparêze û her qadê ku lê ye bike qada berxwedanê.