WAN – Li Wanê, di serdegirtina malan de, 3 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê hatin destgîrkirin.
Polîsan li Wanê, di saetên serê sibê de bi awayekê hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hazal Karabey û endamên Meclîsa Ciwanan a Wanê Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin destgîrkirin. Hat diyarkirin ku polîsan di dema rehîngirtinê de, ciwanên HDP’î derb kirine. Endamên partiyê yên hinceta rehînkirina wan nehat zanîn, li qaşo Miduriyeta Polîsan a Wanê tên girtin. Hat destnîşan kirin ku dibe hejmara rehîna zêde bibe.