ŞEHBA – Ji bo Pêngava jinên Ciwan ya di bin druşma “Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran” de Jinên Ciwan li Rojava de tevgerê de ne. Ji her aliyê welat de çalakiyên Jinên Ciwan didomin.
Taybet Jinên Ciwan yên li Şehbayê van çalakiyan re pêşengtiyê dikin.
Herî dawî îro li Fafîna Şehbayê meşke girseyî ji aliyê jinên ciwan ve hat lidarxistin. Meşa ku li pêşiya mizgeftê destpêkir, pêşiya dibistana ajokariyê bi dawî bû.
Piştî ku meş gihîşt li pêşiya dibistana ajokariyê vegeriya mîtîngê. Dawiya meşê de li pêşiya dibistanê bi zimanê erebî û Kurdî daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de jinên ciwan behsa rewşa jinê ya hêyî û li hember vê tekoşîna jinê kir. Daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê jinên ciwan li dijî tecrîtê jî pêşengtiya tekoşînê bikin.
Daxuyanî bi duruşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” ve qediya.