TEBQA – Bi dehan endamên Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan, her wiha hejmareke ciwanên bajarê Tebqayê li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê, xwepêşandanek li dar xistin.
Xwepêşandanê ji pêşiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiye dest pê kir û di kolana sereke û sûka bajêr re dewam kir. Xwepêşandêran alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, alên Partiya Sûriya Pêşerojê û pankertên şermezarkirina sûcên dagirkeriya Tirk, rakirin.
Meş li Navenda Şehîd Hanî El-Elîs a Ciwanên Şoreşger a li Tebqayê veguherî mitingê. Li wir bi navê ciwanên Tebqayê daxuyanek ji aliyê hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd El-Yetîm ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de bal ser êrişa nîjadperest a li dijî malbata Kurd li Konyayê hate kişandin û wiha hate gotin: “Ev komkujî kîna nîjadperestên Tirk li dijî Kurdên li Tirkiyê û herêmê nîşan dide.”
Her wiha hevkariya PDK`ê bi hikumeta Tirk re di êrişên qirkirin û dagirkeriyê de yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hate şermezarkirin û wiha dewam kir: “Barzanî û partiya xwe her tim êrişî hêzên gerîla yên ku timayên mêtîngeran û siyasetên li dijî gelên herêmê red dikin, dike.”
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku sînorekî ji sûcdar Erdogan re deyînin û li ser sûcên ku li dijî gelên herêmê pêk aniye, hesab jê bixwain.