ŞENGAL – Ji ber sersala komkujiya Şengalê li her çar parçeyên Kurdistan û li seranserê cihanê Kurdîstanî daketin qadan.
Îsal taybet di van çalakiyan de jinên ciwan peşengtiyê dikin.
Îro li cihê fermanê de Jinên Ciwan ên Êzidî li Şengalê meşek pêk anîn. Dehan Jinên Ciwan ên Şengalî di bin Şiyara “Ji bo tola salan têk bibe dagirkeran” de meşiyan.
Şêniyên herêmê eleqeyek mezin nîşanê meşê dan. Jinên Ciwan diyar kirin ku ewên bi rêxistinbuyina xwe ve destûr nedin fermaneke din.
Meş siloganên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” ve qediya.