NAVENDA NÛÇEYAN – Efrîn yek ji wan bajarên ku herî kêm ji ber şerên desthilatdariyê yên li Sûriyê bibandor bibu. Sedema vê jî di demeke kurt de ketina Kurdan a pozisyona xweparastinê bû. Di demên ku pratîka şerê Cîhanê yê sêyemîn bi awayê herî şewat derket holê de, ev bajar hema bêjin paytexta xwerêveberî û aşitiyê bû ku yek ji bajarên herî xweşik yên Kurdan bû.
Xweseriya Demokratîk bi hemû aliyên xwe ve bi sazîyên ku gel bi kedeke mezin afirandîbûn dixebitî, avahiya bajêr bi perspektîfek ekolojîk dihat birêxistinkirin, gelê Efrîne, ji meclîsên taxan heta komunên gundan, ji dadgehên gel heta çand û saziyên hunerî, xwe bi xwe birêve dibirin û rastîya desthilatdariyê di dirêjahiya dîrokê de bi fonksiyona demokrasiyê ve serdema xwe ya herî lewaz dijî ya.
Tevî ku di dîrokên cuda de gelek hewldanên êrîşên El Nusra û rêxistinên wê çêbûn jî, gel û şervanên Efrínê dizanîbûn ku di demeke kin de hemû êrîşan yek bi yek pûç bikin.
Lê belê, hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê di çarçoveya planên xwe yên berfirehkirina sînorên xwe û qirkirina Kurdan de, di çarçova sînorên Mîsak-i Mîlî û xewnên neo-Osmanî de, biryar da ku êrîşî vî bajarî bike.
Bi piştgiriya Rûsya û Amerîkayê, Tirkiyê di 20’ê Çileya 2018’an de bi sedan balafirên şer, bi hezaran çeteyên El-Qaîdayê û hemû teknîkên şer bi navê “Zeytîn dalı” êrişek dagirkirinê li ser Efrînê da destp^kirin.
Û bajarê ku wan plan dikir ku di nav 24 demjimêran de bigirin, ket rewşa berxwedaneke dîrokî.