MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûrye û Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbicê di salvegera 7’emîn a komkujiya ku terora DAIŞ’ê bi piştgitriya dewleta Tirk a dagirker ve li ser gelê Êzîdî pêk anÎ de daxuyaniyek hevpar dan. Ciwan û Jinên Ciwan di daxuyaniyê de komkujî şermezarkirin û bang kirin ku ji Berpirsê komkujiyê hesab were xwestin û ev komkujî wekî qirkirina gelekî il cîhanê were dîtin.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdên komkujiyê ve hate rawestan. Piştre daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Sîdana Henûş ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku qirkirinek ewqas bi hovane di dîroka sedsala 21’emîn de derbas nebûye, tenê li bajarên wek Efrîn, Serêkaniyê, Girê SpÎ de pêk hatin.
Daxuyanî bal kişand ser kuştin, şewitandin, revandin, wêrankirin, firotina jinan û kiryarên hovane yê DAÎŞ anî serê gelê Êzîdiyan: heta niha berpirsên komkujiyê nehatin darizandin.
Di dawî de daxuyanî tekez kir ku divê ev komkujî li cîhanê weke qirkirina gelekî were dîtin û got: eger îro îrada û biryara gelê Êzîdiyan rêz lê neyê girtin, ev tê wateya fermanek nû û destpêka jînosaydek nû li ser gelê Êzîdî.