AMED – Dewleta Tirk a dagirker bi pêşxistina her cure rê û rêbazên fîzîkî, çandî û psîkolojîk armanc kir ku gelê Kurd bi qirkirin û komkujiyan tune bike. Lê belê gelê Kurd her tim kariye li ber xwe bide û xwe li hember her cure êrîşan biparêze.
Di van demên dawî de bi zêdebûna êrîşên nijadperest re, tê xwsin ku gelê Kurd bi awayekî fîzîkî careke din bê qetilkirin û bitirsîn. Kuştin û şewitandina malbata Kurd li Konyayê mînaka vê ya herî şênber û berçav e. Lê, wekî her carê, gelê Kurd dîsa li dijî êrîşan berxwedan hilbijart. Ciwan û jinên ciwan ên Kurd vê berxwedanê re pêşengiyê dikin.
Li dijî êrîşên bi pêş ketin, ciwanên Amedê îro jî li qadan bûn. Ciwanên Amedî li taxên Bağlar ên 5’ê Nîsanê û Şêx Şamil meşiyan. Ciwanên di meşê de bang li raya giştî kirin, ji wan xwest ku li hemberî êrîşên nîjadperestan her qada ku lê ne, bikin qadeke xweparastinê.