NAVENDA NÛÇEYAN – Berxwedana Efrînê ya li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker di 20’ê Çileyê de dest pê kir, û 58 rojan berdewam kir. Mîna avahî û rêveberiya Efrînê, gel û şervan di berxwedanê de jî bûn yek û berxwedan hema hema komînal bibû. Tevî newekheviya hêza teknîkî ya di navberê de, berxwedana ku hema artêşa Tirk û çeteyên wê li bejahiya Efrînê ji holê rakir, di demek kurt de wekî “Berwedana Serdemê” hat binavkirin. Ji ber vê yekê dema ku êrîşa dagirkeriyê di rojên 30. de bû û çapemeniya Tirk şerê psikolojik ve bi derewan diqêriya û dogot bajar ket lê bele , Berxwedêrên Serdemê wisa hêzdar û bi biryar bûn ku ew ji sînorê Hatayê êrîşê Komara Tirk bikin.
TC ya barbar hamû balefirên şer û teknîkên şer bi awayekî hovane bi kar dianî. Lê tevî vê yekê jî, wî nikarîbû ji dayîna bi sedan mirinan xwe xilas bike ji bilî vê, wî nikarîbû li cenazeyên leşkerên xwe yên ku hatine kuştin jî xwedî derkeve û qada şer de direviya.
Tunelên şer ên li erazî de hatibûn çêkirin, tevî ku gelek bombebaran û çekên kîmyewî bikar anîn jî, dîsa jî rê nedane dagirkeran.
Dema ku hesabê li qesra şefê faşîst bi berxwedaneke bê hempa ve hate pûç kirin, şerê taybet dîsa hate alîkariya leşkerên ku travmaya psîkolojîk kişandine.
Ji nûçeyên sexte bigire heya hunermendên xwe firoş diçûn ser sînor, hemû derfetên Dewleta Tirk seferber bûn. Lê qaşo artêşa duyemîn a herî mezin a NATO’yê dîsa jî nekarî gavekê pêş de biavêje.
Di van şert û mercên şer ên newekhev de, dema ku şerê ku di roja 58’an de li ser eraziyê Efrînê berdewam dikir, gihîşt sînorên navenda bajêr.
Di roja 58’an de gel û şervanên Efrînê biryar dan ku ji navenda bejêr derkevin. Lê ev biryar li ser muhaqqak car din paşve vegerinê hatîbû girtin. Û artêşa Tirk û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de, li gorî dîroka xwe ya talanker car din bi dizî û talankirinê navenda bajêr dagir kirin.