ATÎNA – Li peytaxta Yewnanîstanê ya Atînayê ji bo komkujiya Konyayê, jenosîda Şengalê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşek girseyî hat şermezarkirin. Meşa ku ji hêla Navenda Çanda Kurdistanê hat lidarxistin bi tevlîbûna çalakgerên greva birçîbûnê, cepkirên Yewnanî, enternasyonalîst, TÎKKO û MLKP’ê û bı tevlîbûna sedan Kurdîstanî destpêkir. Girse bi pankartên “Bimre xiyanet” , “Azadiya jinên Şengalê Azadiya mirovahiyêye” , alên PKK, KCK, HPG, YJA Star, YPG, YPJ, YBŞ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji Akademiyayê ve ber bi Qada Syntagmayê dest bi meşê kir. Meşa li ser rêgeha Leoforos Vassilissis Sofias heta ber Sefareta tirkiyeyê dewam kır. Gel bi durusmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî Serok Apo” , “Left left lefterya” , “Bimre xiyanet” , “Faşîst-dîktator Erdogan” , “Bijî berxwedana gerîla” û “Faşîst tirkiye” gihaştin ber Sefareta tirkiye. Berî axaftinê deqayek rêzgirtin hat lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê li ber Sefareta tirkiyeyê siyasetmedar Huseyîn Aras axaftinek kir. Aras anî ziman ki yên di 7’emîn salvegera komkujiya Şengalê de kesên jiyana xwe dest dane bibîrxist û got em wan tevahî bi rêzgirtin bibîr tînin. Aras diyar kir ku yên gel parastin HPG’î bûn wiha domand: “Hêzên ku ji bo hewara gelê Şengalê hatin, gel parastin û şehîd bûn, em wan gerîlayên HPG’ê bi minnet bibîr tînin. Ew şehîdên qehreman, bi berxwedana xwe gelê Şengalê ji komkujiyeke seranser parastin. Em deyndarên wana ne. Di dîroka gelê Kurdistanê de yê her tim jiyan bikin. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li hember êrêşên DAÎŞ’ê PDK û artêşa Iraqê gelê Şengalê ne
parastin û ji ber vê yekê jî yekser bûn şirîkê komkujiyê. Em wana bi tundî şermezar dikin. Ev helwesta wan ya dijî gelê Şengalê hê jî berdevame, pêwîst e bête guhertin. Dijî Fermana 74’emîn, gelê Şengalê bi berxwedana xwe, bi pêşengtiya jinê şoreşeke civakî û demokratîk ava kir. Xwe rêxistin kir, di zîhniyetê de guhertin çêkir, parastina xwe ya rewa pêk anî. Yanî di Şengalê de guhertineke dîrokî çêbû. Bi ruhê berxwedanê û bi xwe bawerî, gelê Şegalê ji bo xwe nasnameyeke nû ava kir. Ev delîlê azadiyê û ya serketinê ye. Lê belê xeteriya li ser gelê Şengalê berdevam dike. Heta ku komkujiya Şengalê neyê pejirandin, heta ku statuya gelê Şingalê bi fermî neyê pejirandin, xeterî yê li ser her tim hebe. Di vî warî de em berxwedana gelê Şengalê pîroz dikin û ji dil ve silav dikin, heta dawî em bi berxwedana wan re ne. Azadî bê bedel nabe. Serketin ya gelê me ye.
Aras bal kişand ser komkujiya Konayayê jî û wiha got:”Ev êrîşa ku li ser malbata kurd hatiye ne tiştekî di rêzêdeye. Ev êrîş bi plankiriye û destê dewleta tirk tê de heye. Em wê komkujiya bi tundî şermezar dikim û lanet dikin. Divê gelê me li her dewerê parastina xwe bikin. Divê em xwe bikin yek hêz. Bi vî rêbazî em dikarin dewleta faşîst a tirk têkbibin.”
Piştî Aras çepkira Yewnanî Eftelya Larisaidis jî axaftinek kir û ani ziman ku êrîşên li ser gelê kurd bi howane dewam dike û wiha got:”Em li hemberî faşîzma tirkan e. Em her tim li cem gelê kurd in. Berxwedana wan pîroz e. Ew komkujiya li Tirkî pêk hat faşîzm e. Ez wê komkujiya lanet dikim.”
Piştî axafitinan girse bi diruşmên “Faşîst tirkiye” û “Dîktator Erdoğan” bi tililîyan belav bûn.